Tirsa AKP-MHP'ê ji meşa HDP'ê: Avahiya HDP'ê hate dorpêçkirin
Polîsên Tirk beriya Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê avahiya HDP'ê ya Stenbolê dorpêç kirine.
Polîsên Tirk beriya Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê avahiya HDP'ê ya Stenbolê dorpêç kirine.
Ji ber meşa HDP'ê ku sibe wê ber bi Enqereyê ve dest pê bike, ji bo Edîrne, Tekîrdag û Kocaelî ku rêgeha meşê ye, ketina nav bajêr hate 'sînordarkirin'. Her wiha beriya meşê bi rojekê, ku meş sibe wê dest pê bike, avahiya partiyê ya HDP'ê ya Beyoglûyê ji hêla polîsên Tirk ve hate dorpêçkirin. Li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr wesayitên zirxî yên polîsên Tirk têne sekinandin.
Hevseroka Bajêr Elîf Bulut got polîsan gotiye ji ber 'daxuyaniya çapemeniyê' ew hatine wir.
Bulut got, li gel ku wan gotiye daxuyaniyê nadin jî polîs venekişiyane û diyar kir beriya meşa wan tê xwestin ku HDP'ê dorpêç bikin.
Bulut got dema ku mirov ji kuçeyê diçin polîs talîmatan didin wan da ku di wir re neçin, li serê her kuçeya ku avahiya wan lê heye tîmên polîsan hatine sekinandin, li kuçeyên ku têne ber bi avahiya wan ve wesayit û polîs hatine danîn.
Bulut her wiha diyar kir, li gel ku ji polîsan re gotine ti bernameyeke wan nîne jî polîsan gotine, ''tiştekî wiha hatiye ber guhê me, em ê bisekinin'' û naçin.
Bulut herî dawî got armanc ew e ku beriya meşa demokrasiyê ya partiya wan dixwazin wan çavtirsandî bikin.