Trajediya karkerên demsalî: Di qezaya traktorê de 3 kes mirin

Li navçeya Sarûhanli ya Manîsayê, traktoreke ku karkerên demsalî tê de bûn û mînîbuseke bar li hev qelibîn. Di bûyerê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, qeza li xaçerêya Tîrkeş a li navçeya Sarûhanliyê qewimî.

Mînîbuseke bar û traktora ku karkerên çandiniyê tê de bûn li hev qelibîn. Di qezayê de traktor wergeriya şarampolê. Di bûyerê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 11 karker jî birîndar bûn.

Karkerên çandiniyê yên jiyana xwe ji dest dane, Ajda Tan, Zuhre Sag û Nîlgun Gulal in. Li ser qezayê lêpirsînê dest pê kir.