Trûmp û Erdogan bi telefonê axivîn
Di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava û Bakurê Sûriye dom dike de, Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokê DYA’yê Donald Trûmp bi telefonê axivîne.
Di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava û Bakurê Sûriye dom dike de, Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokê DYA’yê Donald Trûmp bi telefonê axivîne.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokkomarê Tirk ve hatî kirî, vê Pênçşemê herdu rêveber bi rêya telefonê axivîne.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di hevdîtina mijarên dualî û bûyerên li Sûriyeyê hatine axaftin, li ser mijara Minbic û Îdlibê jî hatiye axaftin.”
Danustandina bi rêya telefonê ya di demeke êrîşên dewleta Tirk a li ser Kobanê û Girê Spî bal kişand. Washîngton têkildarî hevdîtina bi rêya telefonê ti daxuyaniyek nedaye.