TTB: Fîncanci rûmeta me ye; divê tavilê bê berdan
Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Seroka Konseyê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci da.
Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Seroka Konseyê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci da.
TTB'ê têkildarî destgîrkirina Seroka Konseya TTB'ê Dr. Şebnem Korûr Fîncanci de daxuyaniyek weşand, ku Fîncanci ji ber nerazîbûna xwe ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî hate destgîrkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Fîncanci, ji ber nîqaşên ku li nava raya giştî jî belav bûne û êrîşên qirêj ên li dijî xwe, îro hate destgîrkirin."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ne zemîna destgîrkirinê ne jî ya lêpirsînê heye. Ti tiştên ku xoceya me aniye ser ziman sûc nîne. TTB di çarçoveya azadiya fikir û îfadeyê de li rexneyên têkildarî nîqaşa navborî guhdarî dike û dinirxîne. Lê belê ev rewş nayê wê wateyê ku em ê lînca siyasî û bêhiqûqiya li hemberî Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Şebnem Korûr Fîncanci qebûl bikin. Em dixwazin ku îfedaya Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bê wergirtin û tavilê bê berdan. Li hemberî kiryarên desthilatdariyê, em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî, aştî, serxwebûna zanistiyê û azadiya fikir a mirovan, bi xwedîderketina li Dr. Şebnem Korûr Fîncanci û TTB'ê dewam bikin. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bi tenê nîne, rûmeta me ye."