Tulay Hatîmogûllari:Berî ku rewş xirabtir bibe divê tecrîd rabe

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di salvegera êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê de axivî û got, “Dixwestin Kurdan tine bikin, lê nekarîn.” Tulay Hatîmogûllari xwest demildest tecrîd bê rakirin.

Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, bi wesîleya salvegera qedexeya derketina kolanan a Cizîr a Şirnexê ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hatibû ragihandin û 79 rojan berdewam kiribû, daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê hate dayîn û gelek kes tevlî bûn. 

Di daxuyaniyê de bi zimanên Kurdî û Tirkî pankara “Em qedexe û qirkirina di 14’ê Kanûna 2015’an de li Cizîrê li dijî gelê me hatiye kirin şermezar û lanet dikin” hate vekirin. 

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniyê de axivî û bi bîr xist ku li welêt gelek caran rewşa awarte hatiye ragihandin û wiha domand, “Di OHAL’a dawî de xelkê me bi hefteyan di dorpêçê de ma û gelek canên me jiyana xwe ji dest dan. Ev der veguherandin qada şer. Bi dehhezaran leşkeran li vir weke ku biçin şer operasyon lidar xistin. Li jêrzemînan wehşetek hate kirin. Li Cizîrê û bajarên din wehşeteke ku di dîroka cîhanê de nayê jibîrkirin, hate kirin. Kurdistan veguherandin qada şer.

‘LI WAN JÊRZEMÎNAN MIROVAHÎ HATE QETILKIRIN’

Ez hevrêyeke we me ku li herêmên erdhejê dijîm. Heman erdheja li Hatay, Mereş û Meletiyê li vir bi destê hêzên ewlekariyê hate kirin. Em vê hovîtiyê qebûl nakin. Li wan jêrzemînan mirovahî hate qetilkirin. We xwest Kurdan tune bikin lê we nekarî. Di encama van êrîşên hovane de Kurdan serî netewandin û nîşan dan ku dê paşve gavê neavêjin.

‘TIŞTÊN LI FILÎSTÎNÊ TÊN KIRIN, LI VIR JÎ HATIN KIRIN’

Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç digot; ‘Hem mirov hem jî jiyanên wan di bin jêrzemînan de man.’ Ev gotin, kurtasiya van dorpêçan bû. Têkoşîna wan û gelê Kurd didome. Azîza Yural tenduristvan bû lê hate qetilkirin. Dayika Taybet hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma. Em ê wan ji bîr nekin û wan bi rêzdarî bi bîr tînin. We nehiştin xelk cenazeyên xwe jî defin bikin. We nehişt şîna xwe bigirin. Hûn ewqas bêwijdan bûn ku cenazeyê Cemîleyê di sarincê de hate girtin.  Tu ferqa vê zîhniyeta ku ev êş bi serê gelê Kurd anî û zîhniyeta îro li Xezeyê heman tiştan dike nîne. Dê têkoşîna me ya li dijî vê zîhniyetê heta dawiyê bidome. Serkeftin dê ya gelê Kurd be.”

‘DIVÊ TECRÎD DEMILDEST BÊ RAKIRIN’

Hatimogûllari, destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelan e û got, "Zêdeyî 3 sal in agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Ji bo rakirina tecrîda girankirî, li 106 girtîgehan grevên birçîbûnê yên dorveger destpê kirin. Beriya ku rewşa girtîgehan xirabtir bibe divê tecrîd were rakirin. Bi rakirina vê tecrîda li ser Birêz Ocalan re, daxwazeke hevpar a gelên herêmê bi taybetî gelê Kurd û Rojhilata Navîn ew e ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were."