Tulay Hatîmogûllari greva birçîbûnê silav kir: Tecrîd divê tavilê bê rakirin

Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari serdana gorên Denîz Poyraz û Cemal Tanhan kir û bal kişand ser berxwedana greva birçîbûnê.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari li Îzmîrê çû serdana gora Denîz Poyraz a ku ji aliyê faşîstekî dewletê ve hate qetilkirin û gora Cemal Tanhan ê bi derengî ji girtîgehê hate berdan û jiyana xwe ji dest da.

Li gel Hevseroka HEDEP'ê her wiha parlamenter Bûrcû Gul Çûbûk, Îbrahîm Akin, George Aslan û Oznûr Bartin, endamên partiyê û malbata Poyraz jî hebûn.

Destpêkê serdana gora Denîz Poyraz a li Kaynaklar a Bûcayê hate kirin. Tulay Hatîmogûllari li ber gora Denîz Poyraz axivî û diyar kir ku qetilkirina Poyraz dilê her mirovên alîgirê demokrasî û mafên mirovan êşandiye.

Tulay Hatîmogûllari got, "Yên ku ew qetil kirin, ji wan hebûn ku wê çokê bi têkoşîna demokrasiyê bidin tewandin. Lê belê tevahiya Tirkiye xwedî li Denîz Poyraz derket. Parastina kujer ji aliyê polîsan ve, bûyerên li salonên edliyeyê qewimîn nîşan dan ku li pişt vê yekê feraseta desthilatdariyê heye. Tevî kujer divê ev feraset jî bê darizandin. Ne bi mirinê ne jî bi girtinê me çok dananîn. Gelê Kurd berdêlên gelekî giran da. Plana têkbirinê bi xwe têk çûye, lê belê têkoşîna gelê Kurd dewam dike."

Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz jî got, "Îro Denîzek çû, hezar Denîz hat. Cihê şehîdan û yên berdêlê didin gelekî mezin e."

Tulay Hatîmogûllari û endamên partiyê piştre serdana gora Cemal Tanhan kirin.

Hatîmogûllari anî ziman ku Cemal Tanhan dîlgirtiyekî siyasî bû ku li gel nexweşiya giran jî nehate berdan û destnîşan kir ku Tanhan di encama polîtîkayên li hemberî girtiyên nexweş de jiyana xwe ji dest da.

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê girtiyên nexweş hemû tavilê bêne berdan û got, "Li girtîgehan ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan grevên birçîbûnê dewam dikin. Girtîgeh ji xwe veguherîne êşkencexaneyan. Em ji desthilatdar re dibêjin, di nava zilma xwe de bifetisin. Ji bo di greva birçîbûnê de mirov jiyana xwe ji dest nedin, divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Ji bo aştî û edalet bê vî welatî em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

HEDEP'yî piştre serdana konê sersaxiyê kir ku ji bo Cemal Tanhan hate vedan. Tulay Hatîmogûllari wê li Menemen û Bayrakliyê serdanên gel dewam bike.