Waliyê li Wanê ji keyayan xwest ku deng bidin AKP'ê
Waliyê Tirk ê li Wanê qaşo xwarina fitarê da keyayan û ji keyayan xwest ku dengê xwe bidin AKP'ê.
Waliyê Tirk ê li Wanê qaşo xwarina fitarê da keyayan û ji keyayan xwest ku dengê xwe bidin AKP'ê.
AKP-MHP ku tirsa têkçûnê ketiye dilê wan, hemû saziyên dewletê weke amûreke zext û zordariyê bi kar tînin.
Waliyê Tirk Zorlûoglû ku meha bihurî li navçeya Erçekê bi rengekî vekirî ji bo AKP'ê daxwaza dengan kir û bû sedema nerazîbûnan, vê carê jî ji bo şaredariyên DBP'yî got, "Em ê vî bajarî careke din teslîmî wan nekin."
Walî Mûrat Zorlûoglû ji bo 'şêwr û fitarê' bi keyayan re rûnişt. Zorlûoglû ferman da keyayan ku ji bo hilbijartinan bixebitin û ji bo şaredariya ku desteser kir jî got, "Me sala 2016'an dewr girt."
Zorlûoglû wekî din got, "Em ê vî bajarî teslîmî wan nekin, teslîmî terorê nekin. Ji ber vê yekê li bendê me ku hemû keyayên me destekê bidin."