Wê berhemdariya Çûkûrovayê bigihîne Meclîsê
Tulay Hatîmogûllari ku ji HDP'ê hate hilbijartin, wê berhemdariya Çûkûrovayê bigihîne meclîsê.
Tulay Hatîmogûllari ku ji HDP'ê hate hilbijartin, wê berhemdariya Çûkûrovayê bigihîne meclîsê.
Yek ji pêkhateyên damezrîner ên HDP'ê Hevseroka berê ya Partiya Jinûve Rizgariyê ya Sosyalîst (SYKP) Tulay Hatîmogûllari ji HDP'ê bû parlamentera Edeneyê. Çar nasnameyên Hatîmogûllari hene: Ereb, Elewî, Sosyalîst û Femînîst. Hatîmogûllari sala 1977'an li navçeya Samandag a Antakyayê ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Samandagê qedand û ji Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Anadolûyê mezûn bû.
Di dema xwendina lîseyê de cihê xwe li nava têkoşîna çep-sosyalîst girt. Li dijî asîmîlasyona li nava gelê Ereb, ji bo zindîkirina çand û zimanê Erebî, sala 1995'an bû yek ji damezrîner û rêveberên Kargeha Hunerê ya Çagdaş ku karê muzîk û şanoya Erebî dikir. Bû rêvebera ÎHD'ê ya Şaxê Hatayê, her wiha weke delegeya navenda giştî wezîfe kir. Sala 2000'î ji bo mezinkirina piştevaniya jinê, tevlî karê sazkirin û birêxistinkirina Akademiya Jinê ya AMARGÎ bû. Wekî din tevlî karê rêxistinbûnê yê Kolektîfa Kedê ya Jinê û Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê bû.