‘Wê di hilbijartinên herêmî de paradigmaya rêya 3’yemîn şênber bibe’

Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir, destnîşan kir ku berxwedana Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê mohra xwe li sala 2023’yan xistiye û got ku, di hilbijartinên herêmî de paradigmaya rêya 3’yemîn wê şênber bibe.

Çend roj mane ku sal bi dawî bibe, Kurdan tevî hemû polîtîkayên zext û çavtirsandinê jî têkoşîna xwe dewam kirin. Têkoşîna Kurdan, hem li çar parçeyên Kurdistanê hem jî li çar aliyên cîhanê mohra xwe li siyaseta cîhanê xist. Kurdan, wê bi avahiyek nû û bi pratîkeke nû têkoşîna xwe bigihînin qonaxeke bilintir.

Li aliyek hêj bandora serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku di destpêka sala 2023'yan de destpê kir dewam dike û li aliyê din jî Kurdên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijîn, tevî zext û polîtîkayên çewsandinê yên desthilatdariya AKP'ê û dewleta Tirk, berxwedana xwe didomînin û bi berxwedanê dikevin sala nû.

Hevserokê Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk Keskîn Bayindir, sala 2023'yan û di sala 2024’an de tiştên ku li benda Kurdan e ji ANF'ê re nirxand.

'DI SALA 2023'YAN DE LI ÇAR PARÇEYAN KURDAN DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE BÛN’

Bayindir, da xuyakirin ku sala 2023’yan di asta neteweyî û cîhanî de gelek pêşketin çêbûne, bi ketina sala nû re berxwedana gelê Kurd û Filîstînê li Rojhilata Navîn didome û wiha got, “Me salek têr û tejî bi pêşketinên ku di asta neteweyî û cîhanî de pêk hatine, li dû xwe hişt. Pêşketinên ku em dikarin bibêjin girînge, bi tevahî li Rojhilata Navîn pêk hatin. Ev yek ne tesadûf e. Ya rast, Rojhilata Navîn bûye mîna vegotina mitolojik a Hîdra û Lerna yê. Gelek hêzên navendî serkeftin û pêşde çûna xwe ya li vir weke bihuşta xwe dibînin.

Bi ketina sala 2024’an re em dibînin ku du pirsgirêkên herî sereke ên gelê Kurd û Filîstînê hêj gelekî zindî ne.

Ev rewşa heyî, bi xwe dide diyar kirin ku Kurd salek çawa derbas kirine. Ne şaş e ku mirov bibêje Kurd li çar parçeyên Kurdistanê di nav têkoşîneke domdar de bûn. Bandorên serhildana ‘Jîn, Jiyan, Azadî’ ku li Rojhilat destpê kir, dewam kir. Têkoşîna Kurdan a li Îranê çavê cîhanê veguherandiye ser siyaseta rejîmên li dijî Kurdan. Hebûna hişmendiya Aryanî, di bîra gelan de mîna çirûskek dijiya û cîhan şahidiya vê yekê kir.

Li Başûr jî geşedanên gelek girîng ên siyasî û civakî pêk hatin. Hilbijartinên dawî û serkeftina li kerkûkê, mirov dikare wek sazkarî û daxwaza îradeya demokratîk a xelkê bibîne. Li gorî qenata min tişta herî girîng a ku van hilbijartinan nîşan daye, hewcehiya bi fikra neteweya demokratîk ku çiqasî jiyanî ye derxist holê. Der barê Başûr de du mijarên din ên sereke hene. Ya yekemîn; Di şexsê PDK’ê de desthilatdariya îdarî bi temamî ketina xizmeta siyaseta Tirkiyeyê û destkeftiyên Kurdan xistina nava xeteriyê ye. Berdêl û bandora vê yekê zû an dereng di serî de gelê Başûr û piştre tevahiya gelê Kurd wê bide û bibîne. Ji bo dev ji van polîtîkayên şaş berdin ne dereng e. Ev ne siyaset e. Bi înkarkirina xwe û bi pêşkêşkirina her tiştî ji desthilatdariyek din re, ne pêkan e ku mirov bi pêş ve biçe. Dîrok têra xwe hînker e, qet nebe dikarin lê binêrin.”

‘GELÊ BAŞÛR LI DIJÎ SIYASETA PDK’Ê DERKET’

Bayindir her wiha anî ziman ku gelê Başûr li her derî dijî siyaseta PDK’ê derketiye û got ku piştgiriya gel a ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd gav bi gav zêde dibe. Bayindir, destnîşan kir ku li Başûr êdî siyaseta PDK’ê nameşe û got ku bi sedan sivîl ji aliyê balafirên bêmirov ve hatine qetilkirin. Bayindir der barê geşedanên li Rojava de jî ev nirxandin kir, "Rojava bûye şahidê bi dehan êrîşên sûîqestê. Ji xeynî vê, Rojava her tim rastî tacîza leşkerî ya birêkûpêk hat. Di êrîşa 4’ê Cotmehê de jî hemû avahiyên binesaziyan hatin hedef girtin. Stasyonên ceyran, gaza xwezayî, neft û avê hatin îmhakirin. Dibistan û mizgeft hatin bombekirin û sivîl bûn hedef. Şerekî giran û sûcên li dijî mirovahiyê, li ber çavê her kesî pêk hat. Hat ragihandin ku bi milyaran dolar zirar çêbûye. Tiştên ku li Başûr û Rojava tê jiyîn, nîşan dide ku desthilatdariya heyî Kurdan weke maşîneyeke şer dike hedef, ne tenê destkeftiyên wan dişkîne, hebûna wan jî dike hedef. Di nava vê êrîş û dagirkeriyê de helwesta îrade ya gel bi ragihandina peymana civakî ya nû ya li Rojava bersiva herî mezin da. Peymana Rojava yek ji girîngtirîn belgeyên siyasî-civakî yên cîhanê ye. Li gel vê peymanê “Çarserî û nexşeya rê li Sûriyeyê” ku herî dawî hat ragihandin, divê bi baldarî bê lêkolînkirin. Belgeyeke ku balê dikêşe ser xet û rêya 3’yemîn e. Divê li Sûriyeyê rejîm vê peymanê bigire dîqetê. Ji ber rastiya şer û ax, heta bi hetanî berdewam nake."

'LI BAKUR HEM ZEXT HEM JÎ BERXWEDAN HEBÛ'

Bayindir, diyar kir ku sala 2023’yan li Bakur gelek dijwar derbas bûye, got ku tevî zextek mezin jî gelê Kurd li hemberî êrîşan, berxwedanek mezin kirine. Bayindır der barê geşedanên li Bakur de ev tişt got, “Li Bakur jî saleke dijwar derbas bû. Hilbijartinên giştî, erdhej, qeyrana aborî û nediyariyên li pêşiya van qadan, rewşa gelek qeyranan; Nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd mixabin hatiye piştguh kirin. Di merheleya ku îro gihiştiyê de nîqaşên li ser xala 3'yem a Makezagonê û qedexekirina zimanê kurdî hatiye kirin. Di şefeqa sedsala 21'an de hişê dewletê, dizanîbû ku ev nîqaş ji bilî zerarê ne tiştekî din e, lê di xitimandinê de israr dike. Sala 2023’yan ku bi deyn, enflasyon, bêkarî û xizaniyê derbas bû, tenê sermayeya yekdest û alîgirên desthilatdariyê qezenc bi dest xist. Têkoşîna çînayetî û mafên ku bi zehmetiyên dijwar ji aliyê Kurdan ku stûna sereke ya vê têkoşînê pêk tînin hatin e bidest xistin, gelek girîng in.

Zexta li ser çand û hunerê hinekî din zêde bûye. Bi taybetî bêtehemuliya li hemberî hunera Kurd ket nava pêvajoyeke kêfî. Lê huner qedexe nasnake û wiha qewimî."

Bayindir, da zanîn ku ciwan li dijî polîtîkayên fihûş û narkotîkê li ber xwe didin û got ku rojeva herî mezin a Kurdan di sala 2023'yan de tecrîd û têkoşîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û gotinên xwe wiha berdewam kir, "Ciwan di tevahiya salê de li dijî polîtîkayên fihûş, tiryak, sîxurkirin û asîmîlasyonê li kolanan bûn. Li hemberî ciwanên Kurd konsepta şerê taybet û zextê bi dijwarî dewam kir. Ciwan xwe bi rêxistin dikin û derfeta ji vir derketinê dibînin.

Di sala 2023’yan de polîtîkaya bêcezahiştinê her ku çû zêde bû, bû saleke ku dozên kuştinên kiryar nediyar yek bi yek bên girtin, kuştina jinan û qedexeyên li ser zimanê Kurdî zêde bûn, li van deran her tim sûcdar hatin parastin. Li girtîgehan, di nava salê de mafê ku nehatî binpêkirin nemaye.

Niha jî bi soza destûra bingehîn a sivîl ji bo xapandina civakê û bi taybetî kurdan gavan diavêj in.

Ji ber hêrsa desthilatdar û sermayedaran di sala 2023'yan de krîza ekolojîk hê bêhtir kûrtir bûye. Arterya bingehîn a krîza ekolojîk jî li Kurdistanê pêk hat. Me dît ku agirê li Cûdî belavî her derî bû.

Di heman demê de sala 2023'yan, ji bo jinên Kurd ên li her qadê li dijî êrîşan têdikoşin, bû saleke berxwedanê. Çalakiya xurt a tevgera jinên Kurd hêz, moral û rê li ber siyaseta me ya giştî vekir.

Şerên li tevahiya cîhanê li aliyek, li Tirkiyeyê aboriya ku ji bo şer tê veqetandin derket pêş. Budçeya ji şeran re hat veqetandin, weke ji sedî 10 ê budçeya giştî hat ragihandin. Li cihên ku budçe ji bo perwerde, demokrasî, hiqûq û bi hezaran pirsgirêkên mirov dijî bên veqetandin, mixabin budçe ji bo şer tê veguhastin.

Ji bo me rojeva herî girîng bê guman tecrîd e. Ji ber ku ji Birêz Ocalan ev 33 meh in li Îmraliyê ti agahî nayê girtin, hem di asta cîhanê de û hem jî li çar parçeyên Kurdistanê bi rengekî bênavber çalakî tên lidar xistin. Berpirsyariya her kesî ye ku li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê têbikoşin. Çalakiyên protestoyî yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan di destpêka salê de destpê kirin, bi pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dewam dikin. Li ber ronahiya heman daxwazan li nêzî 120 girtîgehan grevên birçîbûnê didomin."

WÊ DI HILBIJARTINÊN HERÊMÎ DE PARADÎGMAYA RÊYA 3. ŞÊNBER BIBE 

Bayindir got ku têkoşîna li dijî tecrîdê wê di sala 2024'an de jî berdewam bike û diyar kir ku di hilbijartina herêmî de wê paradîgmaya rêya 3. bisepînin. Bayindirî xeberdana xwe wiha domand: Ji bo rakirina tecrîdê  pêvajoyeke girîng li pêşiya me ye.  Ji hilbijartinê re 3 meh mane û dibe ku ev hilbijartin tesîreke mezin li dîroka me ya têkoşînê bike. Hilbijartinên herêmî ji bo sala 2024’an krîtîktirîn û girîngtirîn rojeva me ye. Gelek bûyer girêdayî vê hilbijartinê ne. Em dixwazin hemû destkeftiyên xwe bi şîara em dê  xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin biparêzin û mezintir bikin û dawî li rejîma qeyûman bînin. û berfirehtir bikin. Em bi vê yekê bawer dikin, wê serkeftin a me be. Em dê ji bo serkeftinê bixebitin. Dîsa em dê di qadên weke ked, xweza, ciwan û hiqûqê de bixebitin û tekoşîna xwe ya siyasî û civakî berfirehtir bikin. Lê divê neyê jibîrkirin, di rojeva hikûmetê de şer heye. Li gorî rojeva cîhanê dibe ku şer berfirehtir bibe û ev yek xwe di siyaseta navxweyî de zêdetir nîşan bide û çarçoveya siyaseta xespê mezintir bike. Kurd wê tim li Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakur daxwaza wekheviyê  berdewam bikin. Em dê ji bo jiyaneke bêşer û bêkedxwariyê dîsa zêde li ber xwe bidin.

‘DEM PARTÎ WÊ XWE JI NÛ VE RÊXISTIN BIKE Û DI HILBIJARTINÊN HERÊMÎ DE BISER BIKEVE’  

Bayindir, anî ziman ku DEM Partî piştî rexne û pêşnîyarên gel yên li ser hilbijartinên giştî yên di 14’ê Gulanê de xwe ji nû ve rêxistin dike, vê yekê jî bi serdana gund û taxan pêk tînin û diyar kir ku DEM Partî wê di hilbijartinên herêmî de bi ser bikeve û ev yek anîn ziman: “Me piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê dest bi pêvajoya xwe ji nû ve avakirinê kir. Me gund bi gund, tax bi tax civînên gel yên girseyî pêk anîn. Em li ser nêrînên nêzîkî pêncî hezar hevrê û endamên partiya xwe sekinîn û me bi hev re nirxandin. Me girêdayî polîtîkayên partiya xwe gelek xebatên atolyeyî pêk anîn. Di dawiya vê pêvajoyê de me konferansên xwe lidar xistin û biryarên xurt girtin û di kongreya xwe de anîn ziman. Di kongreya me ya mezin a çarem de me dît ku gelên Tirkiyeyê çawa xwedî li partiya me û pêvajoyên rast hatin meşandin, derdikevin. 

Rêjîma ku dît ev pêvajo bi hêz û bi bawerî derbas dibe, bi hemû hêza xwe êrîş bir li ser Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan. Bi rastî qebûlnekirina navê HEDEP’ê yê kurt yek ji van zehmetiyan e. Lê belê eger li dîrokê binihêrin, bi guhertina navan, binçavkirinan, zextan wê bibînin ku ti carî ser nakevin, berovajî vê yekê wê bibînin ku em bi berxwedanê roj bi roj mezin dibin. 

DBP’ê weke yek ji kiryarê pêvajoya xwe ji nû ve avakirinê li qadan bû. Em dikarin bibêjin ku gelê kurd jî xwedî li vê pêvajoyê derket û bi nêrîn û pêşniyarên xwe, xwe di pêvajoya xwe ji nû ve avakirinê de bi awayekî eşkere nîşan da. 

Em ê di vê pêvajoyê de bi navê DEM Partîyê rêya xwe bidomînin. Li pêşiya me rojev û berpirsyariyên giran hene. Di vê pêvajoyê de em weke DBP’ê û pêkhateyên DEM Partiyê em dê hemû erk û berpirsiyariyên  xwe bi cih bînin. Girîngtirîn rojeva DEM Partî, DBP û gelê Kurd rakirina tecrîdê ye. Armanceke me ya din jî ew e ku em qeyûman bişînin û di hilbijartinên herêmî de biser bikevin.  

Em hilbijartinan ne tenê weke bidestxistina şaredariyan, weke pêvajoyeke siyasîkirina civakê dibînin. Ji ber vê yekê em dê xwe rêxistinkirina di mijarên girîng de yên weke rakirina tecrîda mutleq û ji pirsgirêka Kurd re rêyên çareseriya demokratîk bi saya hilbijartinan bikin û teqez wê gelek qadan de serketin a me be.”