Di demekê de ku aloziya navbera DYA û Tirkiyeyê zêde bûye, Çavûşoglû serdana Wahsîngtonê kir. Destpêkê tevlî bernameya fitarê ya li Navenda Diyanetê ya Amerîka (DCA) bû ku ji aliyê Komîteya Rêveberiya Neteweyî ya Tirk-Amerîka (TASC) ve hate amadekirin.
Tevî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê DYA Mike Pompeo re, tê payin ku Çavûşoglû li kongreyê hin danûstandinan bike û serdana hin saziyên ramanî bike.
Ji ber şirîkatiya Tirkiyeyê ya bi komên çete yên li Sûriyeyê û xwenêzîkirina li Rûsya û Îranê, di navbera DYA û dewleta Tirk de pirsgirêk û alozî heye. Ji ber ku weke endamekî NATO'yê bi Rûsyayê re peymana parastina hewayî S-400 mohr kir, vê yekê di nava tifaqê de rê li ber nerazîbûnan vekir. Dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê û gefên dagirkirina Minbicê yek ji xalên aloziya navbera herdu welatan e.
DYA PATRÎOT NEFIROT TIRKIYEYÊ
Çavûşoglû li xwarina fitarê xwarî û qebûl kir ku di navbera DYA û Tirkiyeyê de alozî heye. Çavûşoglû got, "Di mijara S-400 de di navbera me û DYA de alozî heye. Lê belê me destpêkê xwest vê sîstemê ji DYA û hevalbendên xwe bikirin. Lê nefirotin."
Çavûşoglû di mijara Minbicê de jî qala peymanekê kir û got, eger bi Pompeo re erê bikin wê bixin meriyetê. Çavûşoglû got, "Ev yek dibe ku di têkiliyên herdu aliyan de bibe xaleke diyarker."
ÎDÎAYA LI SER MINBICÊ
DYA heta niha hemû daxuyaniyên Tirkiyeyê yên li ser 'peymana' li ser Minbicê red kir. Anadolû Ajansi ku saziyeke berdevkiyê ji AKP'ê re dike, hefteya bihurî nûçeyek weşand û îdîa kir ku her du wezîran li ser mijarê li hev kirine. Heman ajansê diyar kir ku li gorî lihevkirina teknîkî wê hêzên YPG'ê vekişin rojhilatê Firatê û hêzên leşkerî û îstîxbarî yên Tirk û Amerîkî wê navçeyê kontrol bikin. Ti hêz hebûna dewleta Tirk a li herêmê qebûl nake.
KRÎZA BRUNSON
Yek ji nuqteyên aloz jî girtina rahîbê Amerîkî Andrew Brunson e ku zêdeyî sal û nîveke li Tirkiyeyê girtî ye. Brunson bûbû yek ji qurbaniyên pêla girtinê ya piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 016'an. DYA dixwaze Brunson bê berdan. Serokê DYA Donald Trump meha Nîsanê bi rêya twitterê peyamek weşandibû û gotibû, "Ji Brunson re dibêjin 'sîxur' e. Lê belê ez ji wî bêhtir sîxur im. Hêvîdar im wê destûrê bidin ku li mala xwe, li malbata xwe ya bedew vegere."
DAXWAZA TIRKIYEYÊ YA JI BO KIRÎNA BALAFIRÊN F-35
Di mijara F-35 de li Kongreya DYA mûxalefetek li dijî Tirkiyeyê heye. Hem Meclîsa Nûneran hem jî senatoyê ji bo rawestandina teslîmkirina balafirên F-35 ên divê meha Hezîranê bên radestkirin, du pêşnûmeyên cuda pêşkêş kiribûn. Peymana Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê re li ser S-400 û meseleya Brunson ji bo vê yekê weke hincet hatin pêşkêşkirin.