Xizmên girtiyan: Em ê dev ji doza zarokên xwe bernedin

Malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de gotin “Em ê dev ji doza zarokên xwe bernedin.”

Ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ligek ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, malbatên girtiyan ên Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 336’an de li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî ji bo piştevaniyê tev li daxuyaniya malbatan bûn. 

Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyên nexweş Nazîme Boltan axivî. Boltan, da zanîn ku hindik maye çalakiya wan salekê li pey xwe bihêle û wiha got: “Lê heta niha jî tu bersiveke erênî nedan me. Me tiştekî mezin ji wan nexwestiye. Tekane daxwaza me mafên zarokên me ne. Zilmê li girtiyên nexweş û hemû girtiyan dikin. Demek berê ez bi kurê xwe re axivîm û got ku hevalên wî ketine greva birçîbûnê. Mafên wan tên binpêkirin lewma dikevin greva birçîbûnê. Em li vir dîsa dubare dikin ku em ê dev ji doza zarokên xwe bernedin.”