‘Yên soza çareseriyê dan soza xwe bi cih neanîn’

Xizmên girtiyan ku Nobeta Edaletê digirin, gotin: ‘’Girtiyên me di zindanan de em ê jî li qadan berxwedanê geş bikin.’’

Xizmên girtiyan ên Amedê, di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî desthilatdariyê dan û wiha gotin: “Ji her aliyî ve zilmê li girtiyan dikin. Heke bi qanûnên xwe bikirana, wê hemû girtiyên nexweş bihatina berdan. Lê bi qanûnên xwe nakin.”

Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, malbatên girtiyan ên Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbata, roja 337’an li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê bû. Endam û rêveberên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛAYDER) ya Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rezanê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) ji bo piştgiriya bi malbatan re tev li daxuyaniyê bûn.

Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Încî Guler axivî û got ku desthilatdarî neyartiya girtiyan dike. Bi domdarî Guler ev tişt anîn ziman: “Bila dest ji vê hiqûqa neyartiyê berdin. Ji bo girtiyên nexweş em li hemû saziyan geriyan û wan jî ji bo çareseriyê soz dan me. Lê belê sozên xwe bi cih neanîn. Ji destpêkê heta niha em dibêjin ku girtiyên nexweş berdin. Wezîrê dadê bi dehan qanûn derxistin û got ku dema meclis hat vekirin wê vê mijarê têxin rojevê. Lê ji her aliyî zilm li girtiyan tê kirin.’’

‘BI QANÛNÊN XWE BIKIN’ 

Bi domdarî Guler diyar kir ku ew heq û hiqûqa zarokên xwe dixwazin û axaftina xwe wiha qedand: “Li gorî qanûnên xwe tevbigerin. Di qanûna wan de îdam tune ye lê girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî nayên berdan. Ev, sepana îdamê ye. Heke li gorî qanûnên xwe tevbigeriyan, wê hemû girtiyên nexweş bihatina berdan.”