YNK'ê bi Serokkomar Masûm re hevdîtin kir
Heyeta YNK'ê li ser koalîsyonê bi Serokkomarê Iraqê Fûad Masûn re hevdîtin kir.
Heyeta YNK'ê li ser koalîsyonê bi Serokkomarê Iraqê Fûad Masûn re hevdîtin kir.
Heyeta YNK'ê ku Berpirsyarê Polîtburo yê YNK'ê Mele Bextiyar serokatiyê jê re dike, li paytexta Iraq Bexdayê bi Serokkomar Fûad Masûm re hevdîtin kir.
Bextiyar diyar kir ku ji bo hikumeta koalîsyonê ew amade ne bi hemû aliyan re rûnên.
Bextiyar got, ji bo herêmên 'bi nîqaş' ku Kerkûk jî di nav de ye, li gorî xala 140. bê çareserkirin wê hewl bidin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên pêşmergeyan û ewlekirina mafên gelê Kurd wê bixebitin.
Hate ragihandin ku Fûad Masûm jî ji aliyan xwestiye ku li gorî berjewendiyên gelê Iraqê tevbigerin û destûra bingehîn a Iraqê bi cih bînin.
Heyetên YNK û PDK'ê wê li Bexdayê hevdîtinê bikin.