YPS JIN’ê sê çalakiyên li Îzmîrê girt ser xwe

YPS JIN’ê berpirsyariya çalakiyên ku di navbera 26’ê Mijdarê û 7’ê Kanûnê de li Îzmîrê lidar xistin, girt ser xwe.

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Gawrê Gelhat a YPS JIN’ê daxuyaniyek da û berpirsyariya çalakiya ku 29’ê Mijdarê li Konak a Îzmîrê li dijî trafoyekê lidar xist, girt ser xwe.

26’ê Mijdarê li Karşiyaka ya Îzmîrê wesayîta kesekî MHP’î dan ber agir û 7’ê Kanûnê jî li Bornovayê wesayîteke kesekî AKP’î bi heman awayî dan ber agir. YPS JIN’ê berpirsyariya van her du çalakiyan jî girt ser xwe.