ROJANE
Meşa ku TJA’yê ji Amedê da destpêkirin, li Mêrsînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Fîgen Yuksekdag ku peyam ji jinan re şand wiha got, “Azadiya Ocalan; azadiya hemû girtiyên siyasî, gel û jinan e.”
Komîteya Dîplomasiya hevpar a Sazî û Partiyên Siyasî yên kurdistanî jinên ku bi dirûşma "Bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" berê xwe dane Enqereyê silav kir û got, "Em hêzeke mezin ji sekna we ya bi biryar a ji bo paşerojeke azad werdigirin."
Armanc ji meşa jinan a ber bi Enqereyê civakîkirina daxwaza aştiyê û balkişandina ser li perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Ji meşvanan mamoste Sîmge Yardim got, "Heta ku mafê zimanê dayikê neyê naskirin civaka demokratîk ava nabe."
Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" a TJA'yê de got: "Dê bi zimanê wekheviyê em ê bi ser kevin."
Dayikên /Mirovên Şemiyê aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn ku beriya 31 salan ji aliyê JÎTEM’ê ve ji mala xwe hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate girtin.
Hemû Nûçe
-
Tifaqa AKP-MHP'ê xira bû!
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî li civîna koma partiya xwe ya li meclîsê axivî û got, tifaqa bi AKP'ê re qediya ye.
-
Ji bo Ocalan beziya
Kampanya 'Azadî ji Ocalan re' ku ji aliyê sendîkayên li Îngilîstanê ve tê meşandin dewam dike. Sendîkavanekî ciwan jî bi beza ji 16 kîlometreyî destek da kampanyayê.
-
Parlamenterên girtî di rojeva IPU'yê de ne
Di rûniştina Civata Giştî ya cara 139'an de, ya Yekîtiya Nav Parlamenetoyan a Navneteweyî (IPU) ku 13-18'ê Cotmehê li Cinêvê pêk hat, zextên li ser parlamenterên girtî yên HDP'ê û parlamenterên ku li sirgûnê ne, hate rojevê.
-
Nobedarên vê hefteyê endamên TJK-E'yê ne
Nobeda bê dem a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, dewam dike. Çalakgerên vê hefteyê endamên Komîteya Qada Civakî ya TJK-E ne.
-
-
-
-
-
-
-
Lebrûjah qala Rojava kir
Rojnamevanê Fransayî Lebrûjah piştî karekî ji 5 salan, pirtûka bi navê "Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de fêhmkirina Rojava" amade kir. Lebrûjah dibêje, armanca wî eşkerekirina rastiya li Rojava ye.
-
-
-
-
Li Solothûrnê malbatên şehîdan lihev rûniştin
Li bajarê Grenchen ê kantona Solothûrn a Swîsreyê malbatên şehîdan ku salê carekê di aktivîteya ‘Malbatên Şehîdan lihev dicivin’ de hatin cem hev û şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurd bi bîr anîn.
-
-
Li Stockholmê 4 gerîlayên HPG’ê hatin bi bîr anîn
Artêşa Tirk a dagirker di 21’ê Adara 2018’an de bi balefiran êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiribû û di van êrîşan de 4 gerîlayên HPG’ê şehîd bûbûn. Gerîlayên ku şehîd bûne, li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye bi çalakiyekê hatin bibîranîn.
-
-
-
-
-
-
-
-