ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Bernê û Aarauyê bernameyên bibîranînê
Li Bern û Aarauyê ya Swîsreyê bi civînan şervanên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûbûn hatin bibîranîn û tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin. -
Temellî: Tekana astenga li pêş çareseriya pirsa Kurd AKP ye
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî li Wanê bi kedkarên çapemeniyê re hate cem hev, got, qeyûm ji bo welêt kana şermê ne û di hilbijartina xwecih de wê dawî li vê rewşê bînin. -
Li Rûsyayê komplo hate protestokirin
Li navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
Ji bo azadiya Ocalan li Freîbûrgê çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Elmanya Ferîbûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hate lidarxistin. -
Li Îzmîrê 22 koçber mirin-NÛ BÛ II
Li Îzmîrê kamyona koçberan qelibî 22 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn. -
Li Sydneyê komplo hate protestokirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û politîkaya tecrîdê li bajarê Sydneyê yê Avûstûralyayê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Çeteyên Tirk tenê ji ber sûcên edlî tên darizandin!
Tevî ku eşkere bû ku çeteya bi navê "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî) ji rejîma Erdogan re dixebite, 8 endam û rêveberên wê yên li Stûttgartê tên darizandin, tenê ji ber sûcên edlî tên cezakirin. -
Neteweyên Yekbûyî mexdûriyeta Êzidiyan girantir dike
Piştî ku jina Kurd a Êzidî Nadîa Mûrad hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin, komkujiyên li civaka Êzidî hatin kirin jinûve ketin rojeva cîhanê. -
ROJEVA 14'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Cotmeha 2018'an. -
Li dehan bajaran çalakiyên ji bo azadiya Ocalan pêk hatin
Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û daxwaza azadiya wî li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.. -
Ciwanên şoreşger ji bo 9’ê Cotmehê çalakî kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGH-DGKH) ragihandin ku ji bo 9’ê Cotmehê Komploya Navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 13 çalakî kirin. -
Serlêdana piştgiriyê ya enternasyonalîst a Rojhilata Navîn a ji bo HDP'ê
Nûnerên partiyên siyasî û tevgerên gelan ên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa ji bo tevlî Kongreya Partiya Ji nû ve Avakirin a Sosyalîst (SYKP) li Enqerê bibin, serdana piştgiriyê ji bo HDP’ê kirin. -
Temellî: Heta ku tecrîd dom bike ne aştî û ne jî edalet pêkan e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Niha dema dawîkirina tecrîdê ye. Em vê bi ser nexin ne aştî û ne jî edalet li vî welatî pêkan e.” -
Li Amed, Êlih û Îzmîrê ji bo windayan hatin ba hev
Li Amed, Êlih û Îzmîrê xizmên winda û parêzvanên mafên mirovan çalakiyên edaletê didomînin. -
Kongraya SYKP’ê hate lidarxistin
Hevserokê Giştî Ahmet Kaya yê di kongreya SYKP’ê ya 3’emîn de axivî got: “ Erkê sereke têkbirina faşîzmê ye.” Di kongreyê de bal hate kişandin ku stû li ber AKP’ê nehatiye tewandin, peyamên piştgirî û têkoşînê hatin dayîn. -
Li Yewnanîstanê 10 koçber mirin
Li bakurê Yewnanîstanê wesayîta koçberan li qeymonekê qelibî, 11 kes mirin. Tê diyarkirin ji kesên mirî 10 kes koçberên ku dixwestin ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bibine. -
AGÎT PA: Beriya hilbijartinê divê destgîrkirin bi dawî bibe
AGÎT PA nerazîbûn nîşanî destgîrkirin û girtinan diyar kir ku beriya hilbijartinê divê destgîrkirin û girtin werin bidawîkirin. -
KCDK-E: Amed Ahmed bû qurbaniyê polîtîkayên li dijî Kurdan
KCDK-E diyar kir ku Amed Ahmed ê ku li Elmanyayê ‘bi şaşî’ hatibû girtin di şewatê de ji ber dijberiya li hemberî Kurdan jiyana xwe ji dest da. -
Girtiyên li Girtîgeha Kayserî çi dijîn?
Diyar bû binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê zêde bûn. Hate ragihandin ku girtiyên jin tevî kelepçeyan muayene dikin, mafê wan hatine kêmkirin û sirûdên nîjadperestî li wan didin guhdarkirin. -
Swîsre: Rewşa li Tirkiyeyê ji bo firotina çekan ne guncav e
Swîsreyê ji ber rewşa herêmê û ya Tirkiyeyê firotina hin malzemeyên şer da sekinandin. -
Gelê Kurd ji bo Ocalan dadikevin qadan
Îro gelê Kurd û dostên wan ji bo Ocalan li Berlîn, Parîs, Viyana, Stockhol, Toronto, Melboûrne û li çar parçeyên cîhanê dadikevin qadan. -
ROJEVA 13’Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13’ê Cotmehê -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.. -
HDP bi Sekreterê Giştî yê KE û Seroka MPKE’yê re civiya
Heyeta HDP’ê ya di bin serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan de, bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa (KE) û Seroka Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropa (MPKE) Lîlîane Maûry Pasqûîer re civiyan.