ROJANE
Hemû Nûçe
-
MŞD’ê Serokkomariya Dr. Berhem Salih pîroz kir
MŞD bi peyamekê Dr. Berhem Salih ê ji bo Serokkomariya Iraqê hate hilbijartin pîroz kir. -
Nameyên girtiyan li Lozanê tên nîşandan
Pêşangeha wêneyan a ji nameyên girtiyan, piştî Sîon, Bern û Baselê niha jî li bajarê Lozanê yê Swîsreyê tê nîşandan. -
DAÎŞ'ê gefa êrîşê li Dusseldorfê xwar
Li saziyeke weşanê ya çeteyên DAÎŞ'ê, wêneyekî foto-montaj hate weşandin ku tê de êrîşeke bombeyî li stasyona metroyê ya bajarê Dusseldorfê tê nîşandan. Li gorî pisporan ev wêne mesajeke ji bo hucreyên razayî yên DAÎŞ'ê. -
Di xwepêşandana Elmanan de ala YPG'ê hate hildan
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê bi deh hezaran kes daketin qadan û li dijî nîjadperestî û kiryarên tund ên polîsan ên li eyaletê meşiyan. Di xwepêşandanê de ala YPG'ê hate hildan. -
ROJEVA 4'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Cotmeha 2018'an. -
Corîne Maûch: Divê Kişanak û girtiyên siyasî bên berdan
Şaredara Zurîchê Corîne Maûch xwest, di serî de Hevşaredar Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê werin berdan. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.. -
Li Meclîsê 4 partiyan tezkereya şer dirêj kirin
Tezkereya operasyona derveyî sînor bi erêkirina AKP, CHP, MHP û Partiya Îyî ve hate dirêjkirin. Parlementerê HDP’ê Hişyar Ozsoy got: “Li şûna krîza aborî şer gotûbêj dikin.” -
Astengiyên ji bo merasîma cenazeyê Acar ên li Hezoyê
Cenazeyê Umît Acar ê tecrîda Ocalan û rejîma AKP’ê ji bo protesto bike giyanê xwe dabû ber agir, li Hezoyê hate dorpêçkirin. Rê nehate dayîn ku wekîlên HDP’î jî tevlî merasîmê bibin. -
Operasyona artêşa Tirk a li Licê didome
Operasyona artêşa Tirk a dagirker ku li Licê ya Amedê dabû destpêkirin di roja 3’an de dewam dike. -
HDP’ê Berhem Salih pîroz kir
HDP’ê bîrozbahî li Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Berhem Salih da. HDP’ê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de bal kişand ser yekîtiya netewî, wekhevî û avakirina jiyana azad. -
Demîrtaş: Divê dijminên mirov merd bin, ev ne merd in!
Hevserokê rehîn ê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got AKP û daraz operasyona têgihiştinê dike, encamên hilbijartinê ne rast in û got, ‘’Gemiya me ne yek e. Dijminê mirov divê merd bin lê ev ne merd in’’. -
Girtî li dijî zextan di greva birçîbûnê de ne
Li girtîgehên Patnos û Wanê girtî li dijî êşkence û zextan di greva birçîbûnê de ne. -
Wezîrê Karê Navxwe yê Fransayê îstîfa kir
Wezîrê Karê Navxwe yê Fransayê Gerard Collomb îstîfa kir. Tê gotin Collomb dîsa bibe şaredarê Lyonê. -
Bûldan û Temellî ji bo Vefa Kartal bang kirin
Bûldan û Temellî diyar kirin ku Vefa Kartal bi çalakiya rojiya mirinê ya 90 rojan bi ser ketiye û banga bidawîkirina çalakiyê li Kartal kirin. -
Li Tirkiyê enflasyonê xwe li 25 ji 100’î xist
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyê rêjeya enflasyonê ya Îlonê ragihand. Li gorî daneyan EBME(Endeksa Bihayên Mezextkaran) giha hijmara herî bilind a 15 salên dawî û bû 24.52 ji 100’î. -
9'ê Cotmehê wê li Bruksel û Strasboûrgê çalakî bên lidarxistin
Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê wê bi pêşengiya TJK-E'yê li Bruksel û Strasboûrgê du çalakî bên lidarxistin. -
ROJEVA 3'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Cotmeha 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.. -
Dr. Berhem Salih bû Serokkomarê nû yê Iraqê
Di dengdana îşev ya parlamentoya Iraqê de namzetê YNK’ê Dr. Berhem Salih ji bo Serokkomariya Iraqê hate hilbijartin. Salih di tûra yekem de 165 deng girt û di tûra duyemîn de Jî bi 232 dengan bû Serokkomarê nû yê Iraqê. -
Li Tarsûsê 2 girtî sirgunî Kayseriyê hatin kirin
Şehrîban û Hasan Tûnç ên hevjînên hev ku li Tarsûsê ne, sirgunî Girtîgeha Kayseriyê hatin kirin. -
70 milyon eûro alîkariya ji bo Tirkiyeyê hate betalkirin
Parlementoya Ewrûpayê xwest ji ber binpêkirinên mafên mirovan Tirkiyeyê ceza bike û alîkariya 70 milyon eûro betal kir. -
Parêzer: Li Duzceyê êşkence li girtiyan tê kirin
Parêzerên TOHAV û OPH’ê serdana girtiyan kir ên ku li Duzceyê êşkence li wan tê kirin. Parêzeran got êşkence bi çav tê dîtin û di mîza girtiyan de jî xwîn tê. -
Bûldan: Heke hevdîtin bi Ocalan re pêk bê, wê aştî pêk were
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û got ku ‘Heke bi Rêberê Gelê Kurd hevdîtin pêk bê, ew ê çareserî jî pêk were.” -
Rojnamevan Polat bi şertê qedexeya neçûna derve hate berdan
Xebatêkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Bariş Polat bi şertê qedexeya neçûna derve hate berdan.