ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kesên pere şandin derveyî Tirkiyê hatin destgîrkirin
Li Tirkiyê ji 200’î zêdetir kesên ku pere şandin derveyî Tirkiyê hatin destgîrkirin. -
Rûniştina doza Demîrtaş sibe ye
Rûniştina Doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê dîl hatiye girtin ku jê tê darezandin sibe pêk tê. -
Oluç: Dayikên Şemiyê wê têkoşînê bidomînin
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç got AKP dijminê demokrasiyê ye, wê serî xwe li ber ti êrîşê netewînin, makyaja demokrasiyê ya AKP’ê ya li Ewropayê wê bi Dayikên Şemiyê biweşe. -
Çalakgerên 'Nobeda Azadiyê' li ber biryara DMME'yê rabûn
Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya "Azadî ji Ocalan re" Kurdên ji Normandiyayê ne. Çalakgeran diyar kirin ku wê li ber biryara nehiqûqî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) rabin. -
ROJEVA 2'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Cotmeha 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Kurtulan: Em ê bi tifaq û namzetên rast biçin hilbijartinê
Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan got, ‘’Em ê hemû şaredariyên xwe ku qeyûm anîn ser û şaredariyên ku bi rayekî kêm me ji dest dan, bistînin’’ û got ew ê bi tifaq û nametên rast bikevin hilbijartinê. -
Girtiya di greva birçîbûnê de hate derbkirin
Mamosteya girtî Meral Donmez a ku ji bo ji Girtîgeha Tarsûsê sewqî Stenbolê bibe 29 roj in di greva birçîbûnê de ye, di girtîgehê de hate êşkencekirin. Diya wê Donmez diyar kir ku keça wê bûye 38 kîlo û ji ber êşkenceyê dest û piyên wê reşûşîn bûne. -
Şehîdên şoreşê yên Rojhilatî li Stockholmê hatin bîranîn
Argeş Karzan, Dilovan Feda, Tolhildan Sine û Rojhat ên 7'ê Îlonê şehîd bûn û Huseyîn Penahî, Zanyar Moradî û Lokman Moradî yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn. -
Elmanya ji ber Erdogan bi 8,7 milyon Euroyî xisirî
Serdana sê rojan a Erdogan ku pêr qediya, ji aliyê madî û manewî ve Elmanya xisirand. Gera Erdogan ku henekê xwe bi nirxên Elmanya dikir, tê gotin ku bi 8,7 milyon Euroyî xisar li Elmanyayê kiriye. -
ROJEVA 1'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Cotmeha 2018'an. -
Mizgîn Bîlîn û hevalên wê li Hambûrgê hatin bîranîn
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên 13'ê Îlonê li Çewlikê şehîd bûn bi merasîmekê hatin bîranîn. -
Li Stûttgartê bîranîna Qirkirina Dersimê
Li Stûttgartê ya Elmanyayê Qirkirina Dersimê hate bibîranîn. -
Diljar Hazar û hevalên wî li Gîessenê hatin bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Diljar Hezar (Rojhat Zelal ) û 9 hevalên wî ku navbeyna 8-11’ê Hezîranê de li qada Bestayê ya Şirnexê bi encama êrîşên artêşa Tirk şehîd bûbûn, li Gîessenê hatin bibîranîn. -
Nûçeyên ku îro derketin pêş
30'ê Îlona 2018'an nûçeyên ku di ANF'ê de derketin pêş me ji bo we anîn cem hev -
Ji bo Acar merasîma cenaze ya girseyî
Ji bo Umît Acar ku li Elmanya Ingolstadtê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar bike bedana xwe dayî ber êgir, merasîma cenaze hate çêkirin -
Bota penaberan noq bû,5 kes mirin
Li peravên Sultaniçî ya navçeeya Enez a Edîrne ya Tirkiyê bota penaberan noq bû û 5 penaber mirin. -
Buldan: Sedema krîzê tecrîda li ser Ocalan e
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan tevlî Kongreya Bajêr a Derasayî ya 2’yan a Mêrsînê bû. Buldan bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, got, ‘’Sedema krîzê tecrîd e’’. -
Ciwanên HDP’ê: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag li konferansa ciwanan a li Amedê axivi û got, ‘’Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin’’. -
Li Amedê konferansa ciwanan dest pê kir
Konferansa herêmê ya Meclîsa Ciwanan a Amedê ya HDP’ê dest pê kir. -
Li gelek bajaran tecrîd û biryara DMME hate protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DMME ya ku êşkenceya li Îmralî tune dibîne li Amsterdam, Marsîlya, Montpellîer û Pafosê bi çalakiyan hate prosesto kirin. -
ROJEVA 30’Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30’Ê ÎLONÊ -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Li Parîs, Viyana û Grazê tecrîd hate protestokirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarê Ewropa bi çalakiyan tên protestokirin. -
Tecrîd û hikûmeta Elman-Tirk li Lûzern ü Basel hate protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li Lûzern ü Basel ên Swîsreyê hikûmeta Elman-Tirk û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.