ROJANE
Meşa ku TJA’yê ji Amedê da destpêkirin, li Mêrsînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Fîgen Yuksekdag ku peyam ji jinan re şand wiha got, “Azadiya Ocalan; azadiya hemû girtiyên siyasî, gel û jinan e.”
Komîteya Dîplomasiya hevpar a Sazî û Partiyên Siyasî yên kurdistanî jinên ku bi dirûşma "Bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" berê xwe dane Enqereyê silav kir û got, "Em hêzeke mezin ji sekna we ya bi biryar a ji bo paşerojeke azad werdigirin."
Armanc ji meşa jinan a ber bi Enqereyê civakîkirina daxwaza aştiyê û balkişandina ser li perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Ji meşvanan mamoste Sîmge Yardim got, "Heta ku mafê zimanê dayikê neyê naskirin civaka demokratîk ava nabe."
Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" a TJA'yê de got: "Dê bi zimanê wekheviyê em ê bi ser kevin."
Dayikên /Mirovên Şemiyê aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn ku beriya 31 salan ji aliyê JÎTEM’ê ve ji mala xwe hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate girtin.
Hemû Nûçe
-
-
Rejîma Îranê li Viyanayê hate şermezarkirin
Rejîma Îranê ji ber darvekirina siyasetmedar û aktîvîstên Kurd Ramîn Huseyîn Panahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi mîtîngekê hate şermezarkirin.
-
-
-
-
-
Doza JÎTEM'ê ya Qoserê dîsa taloq bû
Di doza Qoserê de ku rêxistina sûc a dewleta Tirk lê dihate darizandin, tiştek neguherî. Rejîma AKP'ê ber bi darizandinê ve nayê. Danişîna 15'an jî a dozê hate taloqkirin.
-
-
-
Mirina ji ber pençeşêrê zêde dibe
Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li cîhanê, di nav meran de ji 8 mirinan 1 jê ji ber pençeşêrê ye, di nav jinan de ji 11 mirinan 1 jê ji ber pençeşêrê ye.
-
Darvekirina li Îranê hate protestokirin
Darvekirina siyasetmedarên Kurd û aktivîst Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar Mûradî û Loqman Muradî ya ji aliyê rejîma Îranê ve li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê hate protestokirin.
-
-
-
-
-
Li Hambûrgê Îran hate protestokirin
Ji ber ku rejîma Îranê çalakgerên bi navê Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî darve kir, li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê Îran hate protestokirin.
-
-
-
Mîzansena nû ya Reyhanli ya MÎT’ê
Medyaya Tirk got ‘plangerê’ komkujiya Reyhanli Yusuf Nazîk li Sûriyê, bi operasyoneke ku ‘hemû qonaxên wê ji hêla MÎT’ê ve hate kirin’ hate girtin. Lê derketibû holê ku ‘hemû qonaxên’ komkujiyê ji hêla MÎT’ê ve hatiye organîzekirin.
-
-
‘AKP senteza hemû darbeyan e’
Kongreya Civaka Demokratîk di daxuyaniyê de got, ‘’Ên ku darbeya faşîst a 12’ê Îlonê pêk anîn û di xwe de serfirandin, li dema niha anîn wê nikarin xwe ji hesabdayinê qut xilas bikin’’.
-
-
-
-
Tamîlan ji bo azadiya Ocalan çalakî li dar xist
Sala 2009’an bi desteka gelek welatan komkujiyek gelek mezin bi serê gelê Tamîl de pêk hat, çalakiya bîsîkletê ya ji Londrayê heta Cenevreyê ya endamên Tamîlan didome, çalakgeran li Strasboûrgê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.