ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzer Çakir: Em ê bibin yên didarezînin
Parêzer Ezgî Çakir diyar kir ku doza ku parêzerên ÇHD û HHB jê dihatin darezandin mînaka dozên komplo yên kilasîke û got: “Em ê ne bin yên tên darizandin, em ê bibin ên didarizînin.” -
ROJEVA 10'Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Îlona 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Li bajarê Bernê yê Swîsreyê şehîd hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn û şervanên YPG û YPJ’ê yên ku li Rojava şehîd bûbûn, hatin bibîranîn. -
Yilmaz Guney li ser gora xwe hate bibîranin
Yilmaz Guney di 34’emîn salvegera wefatê de li ser gora xwe ya li Goristana Père Lachaise bi merasîmekê hate bibîranîn. -
Rejîma Îranê cenazeyê 3 girtiyên Kurd nadê malbatan
Rejîma Îranê cenazeyê Zanyar Muradî, Loqman Muradî û Ramîn Hosseîn Penahî ku duh bi darve kirin nadê malbatên wan. -
'Divê Îran dawî li sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê bîne'
Meclîsa Jinan a HDP’ê, darvekirina siyasetmedarên Kurd şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin; "Sûcên mirovahiyê herî zêde li dijî jinan tên kirin. Herî zêde jin li dijî kirinên van sûcên li dijî mirovahiyê derdikevin." -
Xwepêşandanên li Basrayê dewam dikin
Li Basrayê xwepêşandanên ku 3'ê Îlonê ji nû ve zêde û radîkal bûn, li gel qedexeya derketina derve didomin. Li hin taxên Bexdayê jî xwepêşandanan dest pê kirin. Şewitandina Serkonsolosxaneya Îranê ya li Basrayê jî alozî xist nava her du welatan. -
Girtiyên siyasî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin
Denîz Kaya bi navê girtiyên siyasî daxuyanî da û got, ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û girtiyên nexweş werin berdan, bi armanca hişyarkirinê wê 12'ê Îlonê dest bi greva birçîbûnê bikin û çalakiya wan wê 3 rojan bidome. -
Fûad Masûm li ser êrîşa li Koyê daxuyanî da
Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm li ser êrîşa rejîma Îranê ya li dijî baregehên Hizbî Demokratî Kurdistan li Îranê (HDK-Î) û Hizbî Demokratî Kurdistan got, "binpêkirineke metirsîdar e." -
'Em ê her tim xwedî li doza Dayikên Şemiyê derkevin'
Endamê Desteya Serokan a ODP'ê Alper Taş destnîşan kir ku wê dest ji biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketina li Dayikên Şemiyê bernedin. -
Nerazîbûna li dijî şewitandina daristanên Dersimê
Gelek sazî û kesayet ji bo şewata li daristanên Dersimê şermezar bikin, wê 10'ê Îlonê li ber Parlamenta Federal a Elman daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. -
'Êrîşa rejîmên dagirker, yekîtiyê li ser hêzên Kurdistanê ferz dike'
KNK'ê diyar kir ku êrîşa doh a rejîma Îranê ya li Hewlêrê nîşan da ku hêzên dagirker ti cudahiyê naxe navbera Kurdan û bang li hemû hêz û rêxistinên Kurdistanî kir ku ji bo yekîtiya neteweyî bi lezgînî gavên cidî biavêjin. -
ROJEVA 9'Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Îlona 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Mînîbusa karkerên demsalî li Dîlokê qelibî
Mînîbusa karkerên demsalî li Navçeya Nûrdagi ya Dîlokê qelibî, 8 kerker birîndar bûn. -
NÛ BÛ- Aldar Xelîl: Em soza rizgarkirina Efrînê didin
Ji Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ê di mîtînga li Dusseldorfê ya bi tevlîbûna bi hezaran Kurdistanî û dostên wan hate lidarxistin de axivî got: “Em soz didin ku Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.” -
NÛ BÛ-Hejmara qurbaniyên êrîşa li Koyê giran bû
Hejmara kesên di encama bombebarana rejîma Îranê ya li ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK-Î) – Partiya Demokrat a Kurdistan a Rojhilat (HDK) a li Koyê gihişte 14’an. -
Li Baselê çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê
Bi armanca piştgirîkirina çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 702’an a ji bo aqûbeta xizmên xwe li Qada Galatasarayê dipirsin, li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyek hate kirin. -
KCD’ê peyamên li dijî tecrîd û qirkirinê da
Di desteya giştî ya KCD’ê de li dijî êrîşên qirker û tecrîda li Îmraliyê peyam dan û gotin: “Em ê faşzîmê têk bibin.” -
Mîtînga li Dusseldorfê bi coş dest pê kir
Mîtînga ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Dusseldorfê bi coş dest pê kir. Girseyê nerazîbûn nîşanî provokasyonên polîsên Elmanyayê dan. -
Li Wanê çalakiya protestoyê: AKP îradeya aşitiyê ceza dike!
Cezayê girtîgehê yê Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Berdevkê Heyeta Îmralî Sirri Sureya Onder li Wanê bi çalakiyekê hate protesto kirin. -
Cezayê li Demîrtaş û Onder hate şermezarkirin
Rêxistinên Bajêr a HDP’ê, cezayê li Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder şermezar kirin, hate gotin AKP’ê aştî kiriye hedefa xwe. -
Dibe ku krîzeke fînansê jiya ya 2008’an meztir were
Willîam Whîte ku krîza aborî ya global a 2008’an dîtibû, got dibe ku krîzeke fînansî ya pir meztir were. -
Weber: Ger bibim serok ez ê pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê biqedînim
Serokê Koma Partiya Gel a Ewropaya Manfred Weber ku ji bo serokatiya Komîsyona Yekîtiya Ewropa namzetiya xwe eşkere kir wiha got; “Ger ez bibim serokê YE, ez ê dawî li pêvajoya endamtiyê ya bi Tirkiyeyê re bînim.”