ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ev 7 sal û 34 roj in nahêlin parêzer Ocalan bibînin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekilê xwe bibînin cara 783’an serlêdana xwe kirin. -
Temellî: 1’ê Îlonê li dijî tecrîdê divê em dengê xwe bilind bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bal kişande ser tecrîda li Imraliyê û got, vê tecrîdê hemû welat dorpêç kiriye, Temellî bang kir ku her kes 1’ê Îlonê li dijî tecrîdê rabe ser piyan û biherike qadan. -
HDP’yî hatin destgîr kirin
Li Entalyayê îro bi ser mala rêveberê HDP’ê Gurgîn Bîlen de girtin û tevî birayê wî Huseyîn Bîlen hatin destgîr kirin. -
Sê siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî bûn hatin berdan
Ji siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê hatin girtin Bedrettîn Kavak, Alî Ozel û Alî Hidir Dogan piştî ku cezayên wan qediya hatin berdan. -
ROJEVA 30'Ê TEBAXÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Tebaxa 2018'an. -
Mahîr û Şengalî li Orebroyê hatin bîranîn
Ji fermandarên HPG'ê yê li Dersimê şehîd bû Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) û Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ê li Şengalê ji ber êrîşa dewleta Tirk şehîd bû, li bajarê orebro yê Swêdê hatin bîranîn. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Li hemû Elmanyayê wê Erdogan were şermezarkirin
Erdogan ku Îlonê wê biçe Elmanyayê li her devera Elmanyayê wê were şermezarkirin.Gelek sazî û dezgehan demên çalakiyê diyar kirin û banga tevlêbûna li çalakiyê kirin. -
Lîre rûxiya, dora benqeyan e
Lîreyê Tirk li bara dolaran dihele, saziya derecekirina krediyan Moody’s nota saziya darayî kêm kir. Baweriya bi aboriyê jî 9 ji 100’î ket. -
Masûm bang li parlementoya Iraqê kir ku 3'ê Îlonê bicive
Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm bang li parlementoyê kir ku 3'ê Îlonê bicive. -
MŞD: Erebên destek dabûn DAÎŞ'ê li Şengalê tên bicihkirin
MŞD'ê diyar kir ku hikumeta Iraqê Erebên li derdora Şengalê yên alîkarî dabûn DAÎŞ'ê doh şandine herêmê û sînorê navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê jî girtiye. MŞD'ê ji hikumeta Iraqê xwest, li ser sozên ku daye Êzidiyan bisekine. -
Mam Zekî bawerî bû
Hevrêyên Mam Zekî qala wî kirin: "Mam Zekî êdî ne amade ye, em ê li şûna wî biaxivin û bi erkên wî rabin. Ev yek wezîfeya me ye. Em neçar in ku xwedî li nirxên xwe derkevin." -
ROJEVA 29'Ê TEBAXÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Tebaxa 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Cenazeyê Başir Mûstefa Kalafat hate veşartin
Gerîlayê DKP/BOG’ê Bariş Mûstefa Kalafat ê di şerê li navçeya Pîlemûriye ya Dersimê de şehîd bibû li Goristana Taxa Geziyê hate veşartin. -
Saziyên Êzidiyan ji bo bîranîna Mam Zekî bang kirin
Saziyên Êzidiyan bi boneya bîranîna Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî 1-2’yê Îlonê li bajarê Celle yê girêdayî eyaleta Saksonya jêr a Elmanyayê çalakiya nobeda kon a bîranînê lidar dixe. -
Danişîna 6’an a Komkujiya Pirsûsê hate dîtin
Danişîna Doza Komkujiya Pirsûsê li Rihayê berdewam kir. Malbatan gotin di lîsteyan de ku ji wan re hate şandin, gule hebûn, ku ji bedana xizmên wan hatibûn derixstin. -
HDK-A: Em ê dengê dayikan bigihînin her deverê
HDK-A’yê di heftiya 701’ê ya çalakiya Dayikên Şemiyê de, ku di hedefa AKP’ê de ye, bang li her kesî kir ku derkevin kolanan. -
Elmanyayê agahiyên penaberê Kurd dane Tirkiyê
Bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal ‘Serokkomarê Tirk kêm kiriye’ bi daxwaza Tirkiyê penaberê Kurd Îbrahîm O.yê ku li Elmanya dijî, Îfade da dozgerên Elman. -
Dadgeriya Tirk biryar da ku Demîrtaş girtî bimîne
Dadgeriya Tirk li ser Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê dîlgirtî ye, biryar da ku "girtî bimîne". Rûniştina dozê hate taloqkirin. -
Parlamenterên HDP’ê hatin Dersimê
Parlamenterên HDP’ê ji ber şewata li Dersimê hatin Dersimê û bi nûnerên saziyan re rûniştin. -
Bûldan: Em ê Meydana Galatasarayê ti carî neterikînin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan nerazîbûn nîşanî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû da û diyar kir ku desthlatdariya AKP hîn jî kujeran diparêze. Bûldan got, "Heta ku em encamekê bi dest bixin, em ê Galatasarayê neterikînin." -
KCDK-E: Em ji bo azadiya Ocalan roja 1'ê Îlonê dakevin qadan
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E ji bo çalakiyên 1'ê Îlonê bang kir û got, "Em li her cihî daxwaza azadiya Ocalan bikin." -
Şehîdên meha Tebaxê li Arnhemê hatin bîranîn
Şehîdên meha Tebaxê li bajarê Arnhem ê Hollandayê hatin bîranîn. -
Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Escanîlla name ji Ocalan re şand
Parlamentera Partiya Çep Jeannette Escannîlla ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek şand ku mohra parlamentê li ser e. Escanîlla got, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî wê têkoşîna xwe bidomînin.