ROJANE
Meşa ku TJA’yê ji Amedê da destpêkirin, li Mêrsînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Fîgen Yuksekdag ku peyam ji jinan re şand wiha got, “Azadiya Ocalan; azadiya hemû girtiyên siyasî, gel û jinan e.”
Komîteya Dîplomasiya hevpar a Sazî û Partiyên Siyasî yên kurdistanî jinên ku bi dirûşma "Bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" berê xwe dane Enqereyê silav kir û got, "Em hêzeke mezin ji sekna we ya bi biryar a ji bo paşerojeke azad werdigirin."
Armanc ji meşa jinan a ber bi Enqereyê civakîkirina daxwaza aştiyê û balkişandina ser li perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Ji meşvanan mamoste Sîmge Yardim got, "Heta ku mafê zimanê dayikê neyê naskirin civaka demokratîk ava nabe."
Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" a TJA'yê de got: "Dê bi zimanê wekheviyê em ê bi ser kevin."
Dayikên /Mirovên Şemiyê aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn ku beriya 31 salan ji aliyê JÎTEM’ê ve ji mala xwe hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate girtin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
Kurdistanî li Fransayê daketin qadan
Li bajarên Montpellîer û Marsîlyayê yên Fransayê Kurdistanî daketin qadan. Di çalakiyan de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin û Pêngava 15'ê TebaxAê hate pîrozkirin.
-
Bawer kirin, fêhm kirin û meşiyan
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan diyar kir ku di dema Pêngava 15'ê Tebaxê de gerîla xwedî ruh û coşeke bêhempa bûn û got, "Ew ne mirovên gelekî awarte bûn. Lê bi bawer bûn, wêrek, fedakar û leheng bûn. Bawer kirin, fêhm kirin û meşiyan."
-
-
-
-
-
Girtiyên PKK’yî û PAJK’î: Em şopdarê xeta Egîd in
Bi wesîleya 15’ê Tebaxê Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î ku li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê dimînin daxuyaniyek da û got duh jî û îro jî li dijî hemû gavên faşîzmê ew şopdarên xeta Egîd in.
-
KONGRA-GEL: Dewleta Tirk hildiweşe!
KONGRA-GEL Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê pîroz kir û diyar kir ku dewleta Tirk ketiye pêvajoya hlweşînê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çareserî bi azadiya Ocalan dibe.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Katircioglû: Dor li Tirkiyeyê teng bûye
Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Prof. Dr. Katircioglû diyar kir ku Tirkiye êdî bi feraseta aborî û siyaseta populîst nikare were birêvebirin û got “Dor li Tirkiyeyê teng bûye.”
-
-
Kalkan: Em bi ezamet bi ser ketin
Dûran Kalkan: Ti tişt belasedem neçû. Tevahiya 40 hezar şehîdên me, weke PKK hene û dijîn. Weke neteweya demokratîk, weke gerîla dijîn. Naxwe vê pêngavê, vê têkoşînê serketin bi dest anîne. Divê bi serfirazî xwedî lê bê derketin."