ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dayikên Şemiyê pirsa berpirsên Cîhan kirin
Dayikên Şemiyê, carekî din dîsa li Qada Galatasarayê hatin ba hev û aqûbeta xizmên xwe pirs kirin. Di vê hefteyê de jî berpirsên Suleyman Cîhan ê di sala 1981’an de, dema hate destgîrkirin û şûnde hate windakirin pirsîn. -
Xizmên Windayan: Nîhat Aydin li kû ye?
Şaxê ÎHD’ê yê Amed û Xizmên Windayan, di çalakiya xwe ya hefteya 494’an de vê carê jî aqûbeta Nîhat Aydogan ên berî 24 salan hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin pirsîn. -
Parlementer Îmîr: Em ê bibin şopdarên mafên Ocalan ên meşrû
Parlementera Şirnexê ya HDP’ê Nûran Îmîr xwest ku bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got, “Em ê bibin şopdarên mafên Ocalan ên meşrû.” -
Temellî: Heşt mehên pêşiya me krîtîk e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku heşt mehên pêşiya wan gelekî krîtîk e û diyar kir ku krîzeke mezin a rêveberiyê li pêş wan e. -
Gefa kuştinê li girtiyê siyasî xwarin
Li girtîgeha Alanyayê, girtiyê siyasî Vedat Kaya bi rêya malbata xwe ragihand ku gardiyanan gefa kuştinê li wî xwarine. -
Li Berwariyê teqîn
Di dema operasyona artêşa Tirk a dagirker ya li bejahiya navçeya Berwarî ya Sêrtê teqînek çêbû, hate ragihandin ku herî kêm cerdevanek birîndar bûye -
Pekoz: Ew ê aktorê nû yê Rojhilata Navîn Kurd bin
Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz diyar kir ku stratejiya AKP û MHP’ê ya ji bo têkbirina Kurdan ew ê berevaji bibe û li Rojhilata Navîn ew ê Kurd bibin aktorê nû. -
ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Tîrmeha 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Faşîzma AKP-MHP’ê li Den Haagê hate prostetokirin
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê hate protestokirin. -
Li Serdeştê 2 kolber birîndar bûn
Pastarên Îranê li ser sînorê Rojhilat-Başûrê Kurdistanê gule li ser kolberan reşandin, 2 kolber birîndar bûn. -
HDP'ê nameyeke 'piştevaniyê' ji Yewnanîstanê re şand
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber şewata li daristanên Yewnanîstanê nameyek ji partiya Syrîza ya li desthilatdariyê re şand. -
Şervanê YPG'ê Dean Evans ê Îngilîz hate bîranîn
Ji bo Dean Varls Evans ê li Minbicê şehîd bû, li Londonê civîneke bîranînê hate lidarxistin. Malbatê got, ew bi kurê xwe serbilind in. -
Girtiyê bi nexweşiya kanserê Ozdal li hucreya yek kesî tê hiştin
Girtiyê nexweş Koçer Ozdal ku bi nexweşiya kanserê ye û gurçikên wî îflas kirine, bi tena serê xwe li hucreya yek kesî tê hiştin. -
'Rapor mikurhatina bikêrnehatina qedexeya li ser PKK'ê ye'
Parlamenter Jelpke nerazîbûn nîşanî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn da ku saziyên Kurdan krîmînalîze dike û got, "Li gorî rapora dawî, hejmara endamên PKK'ê yên li Elmanyayê zêde bûye. Ev jî nîşan dide ku qedexe bi kêr nayê." -
Berpirsyarî/xemsariya CPT a li ser Îmraliyê
CPT li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nekarî bi erk û berpirsyariya xwe rabe. CPT hin caran çû serdana Îmraliyê û bêhiqûqî tespît kir, lê jê re nebû bersiv. -
ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Tîrmeha 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Ji bo azadiya Ocalan li Zurihê çalakî
Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi sirûda ‘Ji bo şikandina tecrîdê serî hildîn.” -
Ji bo azadiya Cemal Denîz li Stockholmê çalakî hate lidarxistin
Ji bo siyasetmedarê Kurd Cemal Denîz ê ku ji ber daxwaza dewleta Tirk li Danîmarkayê hatibû girtin, li Stockholma Swêdê çalakiyek hate lidarxistin. -
Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê mercê hevdîtinê yên bi Ocalan bên pêkanîn
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve hevdîtin pê re nehatiye kirin daxuyaniyek da û banga ,“Divê şertên hevdîtinê yên Birêz Ocalan pêk were û divê agahiyên zelal bê dayîna civakê." -
Hikumetê bersiv da daxwaza Basrayê ya ji bo 'herêma federal'
Hikumeta Iraqê daxwaza şêniyên Basrayê ku dixwazin Basra bibe herêmeke fedarl erênî dibîne. Berdevkiya hikumetê diyar kir ku mafê wan nîne ku ew pêşî li daxwazeke wiha bigirin. -
HDP’ê nerazîbûn nîşanî qedexekirina festîvala Mûnzûrê da
Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê û Parlementerê Dersimê yê HDP’ê Alîcan Onlu diyar kir ku qedexekirina festîvala Mûnzûrê tê wateya ‘astengkirina daxwaza jiyana bi hev re ya gelan.’ -
Ji ber stranên Kurdî ceza dan wekîla HDP'ê Guven
Bi hinceta ku stranên kurdî gotiye, mehekê cezayê hevdîtinê dane wekîla HDP’ê Leyla Guven a di girtîgehê de dîl tê ragirtin. -
Dagirkeriya dewleta Tirk wê li çar aliyên cîhanê bê şermezarkirin
Platforma "Li ber dagirkeriya li Kurdistanê rabe" wê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk roja 28'ê Tîrmehê li çar aliyên cîhanê çalakiyan li dar bixe. Platfomrê ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir.