ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bulbul: HDP li Entalya wê bi ser bikeve
Namzetê Rêza 1’ê yê HDP’ê yê Entalyayê Kemal Bulbul, ‘’Niha peywira me ya civakî û siyasî û berpirsyariya me ya dîrokî ew e ku em vê rejîmê biguherin û desthilatdariyê birûxînin.’’ -
ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Hezîrana 2018'an. -
Bûldan: Roja dawî ya AKP’ê 24’ê Hezîranê ye
Bûldan a di mîtînga li Dîlokê de axivî destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên li gel welatê cîran ê Sûriyeyê êşên herî mezin Dîlok û Kilîs dikişîne û bibîr xist ku roja dawî ya AKP’ê 24’ê Hezîranê ye. -
Li Şirnex û Mêrdînê şahî û serdana gundan
Di şahî û serdana gundan a HPD’ê ya li Şirnex û Mêrdînê de bi hezaran kes amade bû. -
Xebatên HDP’ê li Wanê bê navber dewam dikin
Xebatên namzetên HDP’ê li gund navçeyan bê navber dewam dike. Namzetên ku bi gotina “Dengek ji bo HDP’ê yek ji bo Demîrtaş” dest bi xebatê kirîn, bal kişandin ser ewlekariya sindoqan. Li aliyê din Meclîsa Ciwanan a Wanê şahiyek lidar xistin. -
Li Xalîlanê êrîşî HDP’ê kirin: Em ê weke Pirsûsê li we bikin
Li navçeya Xalîla ya Rihayê komeke ji 10 kesan pêk dihat êrîşî standa HDP’ê kirin û gotin; “Em ê weke Pirsûsê li we bikin.” -
Hevdîtina bi Ocalan re cara 764’an jî hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serdozgeriyê serlêdana 764’emîn a parêzeran red kir. -
Mîtînga HDP’ê ya Enqere: Em ê azadiyê bînin
HDP’ê li Qada Kolej a Enqerê bi tevlîbûneke girseyî mîtîngek lidar xist. Namzetên ku diyar kirin ku herî zêde bajarê ku R ewşa Awarte bondorî lê kirî Enqere ye û ji bo Enqerê wiha gotin: “Em ê azadiyê bînin.” -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş... -
Dengdana li Swîsreyê di roja dawî de didome
Xebatên dengdanê ya li Swîsreyê di roja dawî de dewam dike. Rêveberên HDP’yî diyar kirin ku piraniya welatiyên tên dengê xwe didin, dengê xwe ji bo HDP’ê bikar tînin. -
Li Agiriyê destgîrkirin, li Wanê êrîşa polîsan
Piştî mîtînga HDP’ê ya li Bazîdê 17 kes hatin destgîrkirin. Piştî mîtînga Erdogan a li Wanê polîsan êrîşî girseya gel ya li pêşiya buroya HDP’ê kombûyin kir. -
Doza Kaya taloqî 7’ê Tebaxê hate kirin
Rûniştina doza Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya yê girtî pêk hat. Kaya bi rêya SEGBİS’ê beşdarî rûniştina dozê bû û got darizandina tê kirin ne li gorî hiqûqê ye. Doz taloqî 7’ê Tebaxê hate kirin. -
Li Îzmîr û Hatayê 16 kes hatin destgîrkirin
Li Îzmîr û Hatayê di operasyonên qirkirina siyasî de 16 kes hatin desgîrkirin. -
Kurdên Ermenîstanê civînên xwerêxistinê dikin
Kurdên Ermenîstanê civîna xwerêxistiniya nû kirin. Di civînê de giringiya rêxistiniya Êzîdiyan hate destnîşankirin, biryar hate standin ku li dijî tecrîdê têkoşîn were geşkirin. Her wiha bang hate kirin ku ji bo HDP’ê biçin ser sendoqê. -
Gelê Wanê bersiva pêwîst da Erdogan!
Serokatiya AKP’ê ya bajarê Wanê û hemû saziyên kamûyê ji bo beşdarbûna gel ya li mîtînga AKP’ê ya Wanê bi rûhê seferberiyê kar kirin lê gelê Wanê beşdarî mîtînga Serokkomar Erdogan a Wanê nebû. -
Baroyan li dijî Suleyman Soylu helwest nîşan dan
Baroya Amedê li dijî daxuyaniya Suleyman Soylu helwest nîşan da û got, ‘’Em natirsin. Em li cem Tahîr Elçî ne’’. Baroyên Mêrsîn, Edene jî gotin heke tiştekî neyênî bibe berpirs Soylu ye. -
Zêdetirî 50 hunermendan gotin: Em ê destekê bidin HDP'ê
Li Mêrsînê zêdetirî 50 hunermendan ragihandin ku wê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de destekê bidin HDP’ê. -
Demîrtaş: Dengek dikare gelek tiştan biguherîne
Namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê li ser hesabê xwe xwe yê twîtterê daxuyanî da. -
Li Osmaniyeyê êrîşî buroya HDP’ê ya hilbijartinê kirin
Li Osmaniyeyê bi çekan êrîşî buroya hilbijartinê ya HDP’ê kirin. Di buroyê de xisara maddî pêk hat. HDP’ê êrîş şermezar kir û got “Ev provokasyon e.” -
HDP benda hilbijartiyê ye li pêşiya AKP'ê
Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê demeke kin maye. Encamên vê hilbijartinê ewqasî girîng in ku bi dikare rê li ber serdema sêyemîn a komarê veke. -
Ji Swêdê hatin û ji bo Ocalan nobedê digirin
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li Strasbourgê di hefteya 313'an de ye. Koma nû ya nobedar ji Swêdê ye. -
Ahmet Turk: Ji 7'ê Hezîranê bêhtir em ê dengan bistînin
Ahmet Turk hilbijartin nirxand û got, "Li Pirsûsê mirov kuştin û vê yekê dikin amûrek ji bo hilbijartinê. Em zanin ku ji 7'ê Hezîranê bêhtir em ê dengan bigirin." -
'Roja dawî ye, bila her kes dengê xwe bide'
Endamê HDK-Belçîka Mûstafa Pazarcik bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li derveyî welat kir ku biçin navendên dengdanê û dengê xwe bidin. -
Namzetê HDP'ê yê Elewî Ozen: Elewî wê dengê xwe bidin HDP'ê
Ji namzetên HDP'ê yên li Stenbolê Zeynel Ozen diyar kir ku di nava desthilatdariya heyî de jiyana ewlehiya ne ewle ye û destnîşan kir ku Elewî wê dengê xwe bidin HDP'ê. -
ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Hezîrana 2018'an.