ROJANE
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş bersiv da Erdogan: Ez paşve gav navêjim
Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bersiva peyama Serokkomarê Tirk R.T Erdogan a ‘darvekirinê’ da. Demîrtaş got; “Ger Erdogan were hilbijartin dibêje ez ê te darve bikim. Ez gavekê jî paşve naavêjim.” -
Li Wanê HDP li her derê ye
Rêxistina HDP’ê ya Wanê xebatên hilbijartinê bê navber didomîne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinan de namzetên parlamenteriyê û rêveberên HDP-DBP yên navçe û bajar li navçeyên Îpekyolû, Erdîş, Seray û Ebexê bi gel re civiyan. -
Bûldan: AKP li ber ketinê ye!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû Rihayê. Bûldan li navçeya Bêrecûkê axivî û got; “AKP li ber ketinê ye.” -
DBP: Ji dêvila dadgehan AKP-MHP îddîanameyan amade dikin
DBP’ê bal kişand ser terora darizandinê ya AKP’ê û darizandina hevserokên wan û diyar kir ku ji dêvila dadgehan AKP-MHP îddîanameyan amade dikin. -
Nûçegihanê MA’yê Guneş hate destgîrkirin
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Berzan Guneş li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. -
Polîsên Tirk dema fitarê êrîş birin ser ciwanên HDP'yî
Li Bûcayê, polîsên Tirk êrîş birin ser ciwanên HDP'yî yên fitar dikirin. 14 ciwan hatin destgîrkirin. -
'HDP ji bendê derbas bibe, wê AKP-MHP ji desthilatdariyê bikeve'
KONGRA GEL işaret bi girîngiya derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê kir û got, "Eger HDP ji bendê derbas bibe, AKP-MHP wê ji desthilatdariyê bikeve. Bajarên Kurdan wê bi xurtî bersivê bidin faşîzmê." -
Çar mehên dawî nêzî milyonek kes li nava Sûriyeyê koçber bûn
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, di çar mehên destpêkê yên sala 2018'an de zêdeyî 920 hezar kes neçar man li nava Sûriyeyê koçber bibin. -
Demîrtaş bersiv da derewên Erdogan ên li ser Kobanê
Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bersiv da derewên Erdogan ên li ser bûyerên 6-8'ê Cotmehê. -
Li Iraqê çi diqewime, kê depoya dengan şewitand?
Piştî ku biryar hate dayin dengên di hilbijartina parlamenta Iraqê de hatine dayin jinûve bên jimartin, li depoya sindoqên dengdanê şewat derket. -
Rapora 'veşartî' ya YE: Komkujiya Enqereyê karê AKP'ê ye!
Li gorî malpera Ahval, servîsa veşartî ya Yekîtiya Ewropayê EUINTCEN raporeke 'veşartî' amade kir û tê de destnîşan kir ku berpirsyarê Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an desthilatdariya AKP ye. -
Li girtiyên ku bi Kurdî axivîn êşkence hate kirin
Li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa M a Skenderûnê, gardiyanan ava şid li girtiyên bi Kurdî axivîn kirin û li wan dan. -
Nobedarên vê hefteyê Kurd û Elman in
Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Çalakgerên Kurd û Elman ên ji bajarê Salzgitterê nobedarên vê hefteyê ne. -
Şehîd Çekdar û Lecwan li Marsîlyayê bi bîr hatin anîn
Gerîlayên HPG'ê Lecwan Mûnzûr û Çekdar Botan, di salvegera 2. a şehadeta xwe de li Marsîlyayê ji aliyê Ciwanên Azad ve bi bîr hatin anîn. -
HDP li dijî dek û dolabên AKP'ê perwerdeyê dide
HDP li dijî fen û diziya AKP'ê perwerdeyê dide endamên Desteya Sindoqê. -
ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Hezîrana 2018'an. -
Li Enqereyê êrîşî 2 karkerên Kurd hate kirin
Du karkerên bira yên ji Qersê yên li Enqereyê di avahiyê de dixebitîn, komeke nijadperest êrîşî wan kir. Koma êrîşkar karkerê bi navê Haci Çelîk ji katê pêncan avêtin. Çelîk rakirin nexweşxaneyê. -
AKP li beramberî dengan bertîlan belav dikin
Piştî destpêkirina dengdayinê AKP’yiyên ku serî li gelek rêbazên hîleyan didin vê carê li Frankfûrtê li ser navê xelatê, bertîlan belav dikin. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Bûldan: Li Meclîsê em ê bibin nûnerê gelan
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di mîtînga Çewlîgê de axivî û bal kişand ser îtifaqa AKP-MHP’ê. Bûldan got; “Armanca wan bi dengê Kurdan guran bixin Meclîsê. Hişmendiya got 'Kevir li ser kevir û serî li ser mil nehêlin' li dijî kurdan bûn tifaq. -
Li Stenbolê bi hezaran kes beşdarî mîtînga HDP’ê bûn- NÛ BÛ
Li Stenbolê, bi hezaran kes beşdarî mîtînga HDP’ê ya Kartalê bûn. Di mîtîngê de Hevseroka HDP'ê ya Bajar Esengul Demîr axivî û got: “Em ê karê xwe yê me di 7’ê Hezîranê de nivçe hiştî, di 24’ê Hêzîranê de temam bikin.” -
Xwendekaran daxuyanî dan ên ku êşkence li wan hatibûn kirin
Xwendekarên ku li Stenbolê ji ber çalakiya karneyan hatibûn destgîrkirin îro daxuyanî dan. Xwendekaran diyar kirin ku ew ê li hemberî her cure zextan gotina xwe teqsîr nekin. -
Namzetê AKP’ê Gulpinar li Girê Sor êrîşî esnafan kir
Namzetê AKP’ê yê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana esnafên navçeya Girê Sor (Sîverek) û rastî bertekên esnafan hat. Gulpinar bi pehînan êrîşî ser esnafan kiriye û dengê xwe li ser esnafan bilind kiriye. -
Temellî: Ji bo ku nehêlin HDP’ê bendê derbas bike seferber bûne
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Mîlasê ya Mûglayê bi gel re hate cem hev. -
Nîjadperestan êrîş birin ser buroyên HDP'ê yên li Îzmîr û Mersînê
Nîjadperestan li Îzmîr û Mersînê êrîş birin ser buroyên hilbijartinê yên HDP'ê.