ROJANE
Meşa ku TJA’yê ji Amedê da destpêkirin, li Mêrsînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Fîgen Yuksekdag ku peyam ji jinan re şand wiha got, “Azadiya Ocalan; azadiya hemû girtiyên siyasî, gel û jinan e.”
Komîteya Dîplomasiya hevpar a Sazî û Partiyên Siyasî yên kurdistanî jinên ku bi dirûşma "Bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" berê xwe dane Enqereyê silav kir û got, "Em hêzeke mezin ji sekna we ya bi biryar a ji bo paşerojeke azad werdigirin."
Armanc ji meşa jinan a ber bi Enqereyê civakîkirina daxwaza aştiyê û balkişandina ser li perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Ji meşvanan mamoste Sîmge Yardim got, "Heta ku mafê zimanê dayikê neyê naskirin civaka demokratîk ava nabe."
Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" a TJA'yê de got: "Dê bi zimanê wekheviyê em ê bi ser kevin."
Dayikên /Mirovên Şemiyê aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn ku beriya 31 salan ji aliyê JÎTEM’ê ve ji mala xwe hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate girtin.
Hemû Nûçe
-
Qurbaniyên komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
Kesên di komkujiya Enqereyê de hatin kuştin bi merasîmekê hatin bibîranîn. Dayika Korkmaz Tedîk Zohre Tedîk axivî û got: "Kujeran ji bo dengên xwe bilind bikin ev komkujî pêk anîn. Em jî di 24'ê Hezîranê de hesabê vê bipirsin."
-
-
Ji bo Penahî kampanyaya azadiyê
Rejîma Îranê, biryar dabû ku girtiyê siyasî yê Kurd Rehîm Hisên Penahî, piştî cejnê darve bike. Bertekên li hemberî vê biryarê zêde dibin.
-
ROJEVA HILBIJARTINÊ
Hûn dikarin hemû nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê di ajansa me de têne weşandin ji vê derê bişopînin.
-
-
-
Dengdana li Elmanya, Fransa û Awûstûryayê bi xurtî didome
Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê dengdana li Elmanya, Fransa û Awûstûryayê dewam dike. Doh jî li Danîmarka, DYA, Awûstralya û Luksembûrgê sindoq hatin dnaîn. Li gorî rojên destêkê yên hilbijartinên beriya niha tevlîbûna li dengdanê zêde ye.
-
Ozsoy: Em ê karê xwe yê 7'ê Hezîranê temam bikin
Parlamenterê HDP'ê yê Çewligê û namzetê Amedê Hişyar Ozsoy li Çewligê di dema fitarê de peyivî û got, karê ku wan 7'ê Hezîranê dest pê kirin wê 24'ê Hezîranê biqedînin. Li Îzmîrê jî HDP'yî û karker li hev rûniştin.
-
Konsolosxaneyên Tirk bûne xizmetkarê Erdogan
Eşkere bû ku ji her kesên navê wan li lîsteyên dengdêran ên li konsolosxaneyên Tirk ên li Elmanyayê hene, bi îmzeya Erdogan name hatine şandin. Di nameyê de Erdogan di berdêla 'xizmetên xwe' de daxwaza dengan dike.
-
-
-
Iraqê têkildarî êrîşên dewleta Tirk daxuyanî da
Berdevkê Çapemeniyê yê Ofîsa Serokwezîrtiyê yê Iraqê Saîd Hadîsî têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê got ku, “Ev tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê, em qebûl nakin.”
-
-
-
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş...
-
-
-
-
-
-
-
-
Hişyariya girîng ji bo hilbijêran
Li Elmanya, Fransa û Avûstûryayê ev 2 roj in hilbijêr dengên xwe didin. Tê payin ku dawiya heftiyê çûne ser sendoqê zêdetir bibe. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ku di Koordînasyonya Hilbijartinê ya Ewropayê de cih digire çend hişyarî dan.
-
-
Ahmet Şik: Em ê ji kesên êşkenceyê dikin hesab bipirsin
Ahmet Şik piştî destgîrkirina ciwanên lîseyê ya bi derbkirinê çû pêşiya Qereqola Îskele ya Kadikoyê û wiha got; “Ger ez hesabê ji van kesên êşkenceyê dike nepirsim namerd im. Em ê hesêb ji wan êşkencekaran û kesên hevsarê wan digre jî bipirsin.”