ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA HILBIJARTINÊ
Hûn dikarin hemû nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê di ajansa me de têne weşandin ji vê derê bişopînin. -
Sakik: Em ê bi hev re li ber xwe bidin û bi ser bikevin
Namzetê HDP'ê Sirri Sakik li Manîsayê ji gel re axivî û got, "Êdî şik û guman nîne. Di genetîka me de berxwedan heye. 30 sal in em bi berxwedanê dimeşin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin û bi ser bikevin." -
HDP a Kolnê bang li dengdêran kir: Dengê xwe bidin
Endamê Platforma Hilbijartinê ya HDP'ê ya Kolnê Latîf Paşahan ku 2 meh in ji bo hilbijartinê bê navber dixebite, bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin. -
Dengdanê bi zext û zordariya AKP'ê dest pê kir
Dengdana li Konsolosxaneya Tirk a li Kolnê, bi fen, zext û zordariya AKP'yiyan a li dengdêran dest pê kir. -
'Valahiya li Kurdistanê derkeve, divê li Metropolan were dagirtin'
Namzetên HDP'ê yên Stenbolê bal kişandin ser pirsgirêka bendê û gotin, valahiya li Kurdistanê ku ji ber fen û guhertina cihê dengdanê derkeve holê, divê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bê dagirtin. -
ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Hezîrana 2018'an. -
Demîrtaş: Dengê ku Tirkiyeyê biguherîne dibe ku yê te be
Demîrtaş: Di vê hilbijartinê de ku welatê me xwe ji bo guhertin û rojên xweş amade dike, em li benda hewldan û alîkariya her welatiyekê/î ne. -
HDP’ê li Swêdê lez dan xebatan
HDP, ji beriya hilbijartina 16-17’ê Hezîranê pêk were, ji bo helbijêran bigihîne ser sindoqan û ji bo di hilbijartinê de serketî derbikeve li Swêdê lez dan xebatên xwe. -
Koçer: Dengekî bi tenê dikare gelek tiştan biguherîne
Li Hannovereyê îro deng hatin bikaranîn. Hevserokê NAV-DEM Tahir Koçer ê ye kesê roja yekem dengê xwe bikar anî, diyar kir ku divê bi teqez her kes biçe dengê xwe bikar bîne. -
Bûldan: Bawerî û hêza me heye ku em welatê xwe biguherînin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li Îzmîrê bi jinan re civiya bi gotina “Yên we nas nekin, hûn jî wan nas nekin” ban kir û got: “Bawerî, vîn û hêza me heye ku em vî welatî biguherin û veguherînin.” -
Li Payîzavayê 5 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Payîzava ya Wanê polîsan HDP’yiyên xebatên hilbijartinê bi rê ve birin, li navenda navçeyê destgîr kirin. -
Polîsekê kulm li parlemetera HDP’ê Kaya da
Polîsên êrîş birin ser HDP’yiyên li Guvenpark a Enqereyê xebatên hilbijartinê bi rê ve dibirin, kulm li Parlemetera HDP’ê Emîne Kaya da. -
Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana Parêzera a cara 762’emîn a ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin. -
Li Wanê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bi lez dewam dikin
Manzetên HDP’ê û rêxistina HDP’ê ya navçeya wanê ji bo xebatên hilbijartinê bê navber kar dikin. Xebat îro li Ertemêtan, Qelqelî, Îpkekyolû û Peyîzava bi girseyî dom kirin -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş... -
Alên hilbijartinê yên HDP’ê li Farqînê hatin daxistin
Alên HDP’ê yên li navçeya Farqîn a Amedê hatibûn daliqandin, ji aliyê xebatkarên şaredariyê ve hatin daxistin. Weke hincet jî nebûn buroya hilbijatinê ya HDP’ê ya li kolanê hate nîşandan. -
Kemalbay: Em ê feraseta dewletê binax bikin
Namzeta parlementeriyê ya HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan de got ku, “Ji bo têkbirina şîdetê em ê serdestiya mêran û feraseta serdest a dewletê binax bikin.” -
Gel li HDP’ê dicivin: 24’ê Hezîranê Tirkye tê guhertin!
Namzetên HDP’ê yên bi gel re dicivin, peyama ku gel wê 24’ê Hezîranê Tirkiyeyê biguherînin dan. -
Temellî: Ji bo serketina hilbijartinê operasyona Qendîlê dikin mijar
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê got: “Ji bo serketina hilbijartinê operasyona Qendîlê dikin mijar” diyar kir ku li bin bendê mayîna HDP’yê bandorekî neryînî li hemû Tirkiyeyê bike û peyama “Êdî demê ji AKP’ê rizgar bûnê hatiye.” -
Hesabên AKP-MHP’ê yên li ser Qendîlê!
Heke AKP-MHP 24’ê Hezîranê li Meclîsê kursiyên wan kêm bibin dibe ku biryara hilbjartina pêşwext bidin. Û ji bo ji hilbijartina pêşwext serkeftî derkevin tekane tişta hewce şerekî dijwar e. Mekanê şer jî wê bibe coğrafyaya Kurdistanê. -
KNK: Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Başûr nayê qebûlkirin
KNK’ê têkildarî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku divê xelkê Bakurê Kurdistanê di van hilbijartinên 24’ê Hezîranê da derseke mezin bidin Erdogan û partîya wî AKP’ê û desthilata wan hilweşînin. -
KCDK-E: Em biçin ser sindoqan, dîktatoriyê hilweşînin!
Li hinek bajarên Ewropayê dengdana ji bo hilbijartinên Tirkiyeyê destpê kir. KCDK-E bang kir ku li hemberî dîktatoriyê bi giyana serferberiyê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin. -
FCK: Em serdegirtina polîsan a li Heilbronnê şermezar dikin
Polîsên Elman avêtin ser komeleya Kurdistaniyan a li Heilbronnê. FCK'ê serdegirtin şermezar kir û diyar kir, serdegirtina ku di dema hilbijartinê de hatiye kirin piştgiriya ji bo rejîma yek şexsî ye. -
Dengek ji HDP'ê re, yek jî ji Demîrtaş re
Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer bang li dengdêrên li Ewropayê kir ku dengê xwe ji roja dawî re nehêlin û got, "Dengek ji HDP'ê re, yek jî ji Demîrtaş re." -
Li dijî cehaleta AKP’ê li eniya HDP’ê ye
Endamê Desteya Kongreya Îslama Demokratîk Muslum Sadioglu: Divê em nehêlin ku AKP li ser navê dîn mirovan bikuje. Heke îro em nerabin ser piyan, sibe ev fersend wê bi dest nekeve.