ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dengdana li derveyî welat sibe dest pê dike
Hilbijêrên li derveyî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo hilbijartina Serokkomariyê û Parlamenta Tirkiyeyê sibe wê biçin ser sindoqan. -
Tirkiye di Endeksa Aştiyê ya Global de 3 gavan bi paş ve çû
Li gorî rapora Endeksa Aştiyê ya Global a saziyeke Elmanya Tirkiye 3 gavan bi paş de çû û kete rêza 149’an. -
Demîrtaş: AKP kêm dike, nema dikare welêt bi rê ve bibe
Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş got, dengên AKP'ê kêm dibe û nema dikare welêt bi rê ve bibe. Demîrtaş diyar kir ku ew dîlekî siyasî ye û got, girtîgeh bi HDP'yiyan tije bûne. -
Bes bidin pey misilmanên qelp
Endamê Desteya CÎK’ê Mele Mihyedîn Kurtay bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin û got, ‘’Bes bidin pey misilmanên qelp. Divê her kes têkiliya xwe ji van dîktatoran bibire.’’ -
ROJEVA HILBIJARTINÊ
Hûn dikarin hemû nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê di ajansa me de têne weşandin ji vê derê bişopînin. -
'Nûnerên gelan divê li meclîsê bin'
Ozdal Uçer tevlî civîneke gel a li Fransayê bû û got, nûnerên gelên Tirkiyeyê divê teqez li meclîsê bin. -
Aydar: Erdogan berpirsyarê komkujiyên li Cizîr û Sûrê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar diyar kir, berpirsyarê komkujiyên li Cizîr û Sûrê Erdogan e û ji bo dawî li dîktatoriya şexsekî bê anîn bang kir ku deng ji HDP'ê re bê dayin. -
HDP'ê tirs xiste dilê faşîstan: Li her derê êrîş dikin
Faşîstên ku bi kontrol û pêşengiya AKP-MHP û polîsan ketin nava liv û tevgerê, li gelek bajar û navçeyan êrîş birin ser HDP'ê. -
HDP dixwaze li Agiriyê her çar wekîlan bi dest bixe
HDP xwe amade dike ku mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê li Agiriyê her çar wekîlan bi dest bixe. -
ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Hezîrana 2018'an. -
Temellî: HDP wê bi 180 wekîlan li meclîsê vegere
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî ji gelê Rihayê re axivî û got, "HDP wê bi 180 wekîlan li meclîsê vegere. Daxwaza wan a dîktatoriyê wê di ber wan de bimîne." -
Mûnzûr û Botan li Elmanyayê hatin bîranîn
Çekdar Botan û Adil Sunger, ku ji ber êrîşa hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, ji aliyê Ciwanên Azad ve li Berlîn û Kolnê hatin bîranîn. -
Kesên di qetlîama 5’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn
Kesên di êrîşa bombeyî ya di mîtîna HDP’ê ya 5’ê Hezîrana 2015’an a li Amedê hate lidarxistin de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn. Hevseorka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di bîranînê de axivî û got: “Ev qetlîam weke deqekî reş kete dîroka Tirkiyeyê.” -
Li Serêkaniyê êrîşî mîtînga HDP'ê hate kirin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û bi gel re civiya. Polîsên xwe li çoşa gel negirt, li ber buroya hilbijartinê êrîşî gel kir û 2 ciwan destgîr kirin. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş... -
Li Mêrsînê HPD’yî hatin destgîrkirin
Polîsên ku li Mêrsînê avêtin ser malan rêveber û endamên HDP’ê jî di nav de gelek kes destgîr kirin. -
Li Stenbol û Bûrsayê êrîşî HDP’yiyan hate kirin
HDP’yiyên ku xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin, dibin hedefa êrîşên faşîst. -
Namzetên HDP’ê serdanên xwe didomînin
Namzetên wekîltiyê yên HDP’ê xebatên xwe yên hilbijartina 24’ê Hezîranê didomînin. -
Hevdîtina bi Ocalan a cara 761’an jî hate redkirin
Serlêdana parêzeran a cara 761’an a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dîsa hate redkirin. -
Bûldan: AKP’ê dît ku winda dike, li pey şer e!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku AKP’ê dît ku winda dike biryara şer daye. Bûldan got: “AKP li ser rê ye! 24’ê Hezîranê em bi hêviyek mezin ser bikein.” -
Ciwanên Azad, Botan û Mûnzûr bibîr anîn
Koordînasyona Ciwanên Azad, Çekdar Botan û Lecvan Mûnzûr bibîr anîn û wiha hate gotin: “Em ê hesretên wan bidin jiyîn û jiyana azad ku xeyal dikirin pêk bînin.” -
Akat: Rewşa dubendî dibe dîktatoriyê
Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata ku beriya bi çendekê ji girtîgehê derket, bal kişande ser rewşa dubendîbûnê ya Tikriyê û got, ‘’Ev rewş welêt ber bi dîktatoriyê ve dibe.’’ -
HDP’ê êrîş şermezar kir, Wezareta Karê Hundir berpirsyar dît
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşên li dijî xebatên hilbijartinê yên li hin deveran şermezar kir û got Wezareta Karê Hundir ê Tirk berpirsyarê êrîşan e. -
Beriya hilbijartinê li Mêrsînê terora polîsan
Li Mêrsînê gelek endamên HDP’ê hatin destgîrkirin. -
Şandeya OSCE bi Demîrtaş re rûnişt
Şandeya Çavdêr a Hilbijartinê ya Meclîsa Parlamentoyê ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (OSCE) bi namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re, li girtîgehê rûnişt.