ROJANE
Hemû Nûçe
-
Katî Pîrî: Bila Demîrtaş bê berdan
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî xwest, namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bê berdan. -
Demîrtaş wê li ser medya civakî civîneke çapemeniyê pêk bîne
Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş wê li ser medya civakî civîneke çapemeniyê li dar bixe. -
Bîlgen: Erdogan li têkçûna desthilatdariya xwe mikur hat
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li navenad giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û rojeva heyî nirxand. -
Wezîrê Tirk Çavûşoglû li DYA ye
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê serdana DYA kir. Di rojeva wî de, dijminatiya li Kurdan a AKP'ê, peymana S-400 a bi Rûsyayê re îmze kiriye, mûxalefeta li firotina balafirên şer ên F-35 û gelek mijarên din hene. -
Li Marsîlya û Bremenê piştgiriya HDP’ê hate kirin
Li bajarên Ewrûpayê piştgiriya ji bo HDP’ê didome. Di vê çarçoveyê de li Marsîlya û Bremenê çalakî hatin lidarxistin û qala girîngiya derbaskirina bendê ya HDP’ê hate kirin. -
Îlahiyatnas Tûrgay: Partiya ku nêzî rêgezên Quranê ye, HDP ye
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Îzmîrê îlahiyatnas Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay got, ya girîng ne ew e ku mirov navê Îslamê bilêv bike, ya girîng ew e ku mirov li gorî Îslamê bijîn. Tûrgay destnîşan kir ku partiya nêzî rêgezên Quranê ye HDP ye. -
KCDK-E: Em li ber dîktatoriyê rabin û demokrasiyê biparêzin
Ji bo hilbijartinên 27'ê Hezîranê wê li Ewropayê ji 7 heta 19'ê Hezîranê deng bên dayin. KCDK-E bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê kir ku ji bo demokrasî, aştî û azadiyê dengê xwe bidin HDP'ê. -
Ahmet Yildirim: Çarenûsa welêt di destê HDP'ê de ye
Li Berlînê bi beşdariya bi hezaran kesî mîtînga HDP'ê hate lidarxistin. Parlamenterê HDP'yî Ahmet Yildirim li mîtîngê axivî û got, çarenûsa welêt di destê HDP'ê de ye. -
Ciwanan li Swêd û Elmanyayê afîş daliqandin
Ciwanên Kurd dawiya hefteyê li 3 bajarên Swêdê ji bo boykotkirina Tirkiyeyê çalakî li dar xistin. Li bajarên Korbach û Bad Arolsen ên Elmanyayê jî afîşên ji alên YPG/YPJ'ê hatin daliqandin. -
ROJEVA HILBIJARTINÊ
Hûn dikarin hemû nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê di ajansa me de têne weşandin ji vê derê bişopînin. -
Polîsên Tirk li her derê li girtiyekê digerin
Hevseroka HDP'ê ya Ebexê Derya Gonul par li Wanê di dema operasyonên qirkirina siyasî de hate girtin û hê li girtîgehê ye. Lê polîsên Tirk li her derê li Gonul a girtî digerin. -
Bedlîsiyên li Pendîkê: Li dijî zext û zilmê dengê me ji bo HDP'ê
Endamên Komeleya Bedlîsiyên li Pendîkê diyar kirin ku wê 24'ê Hezîranê dengê xwe bidin HDP'ê û gotin, "Bi hêviya rizgariya ji vê zext û zilmê, me HDP hilbijart." -
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê sekn li namzetên HDP'ê nabe
Kampanya hilbijartinê ya HDP'ê doh êvarê jî bi xurtî dewam kir. Buroyên hilbijartinê yên li gelek navçe û bajaran veguherîn mîtîngê. -
ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Hezîran 2018'an. -
'Ji hêviya HDP'ê ditirsin'
Parlamentera HDP'yî Besîme Konca di civînên hilbijartinê de axivî û got, "Di rêya azadiyê de hêvî afirî. Ya ku îro jê ditirsin ev hêvî ye." -
Li Dîlokê jî buroya hilbijartinê hate vekirin
Xebatên namzetên HDP’ê didomin. HDP’ê li Dîlokê li bajêr 3 buroyên hilbijartinê vekir. Vekirina buroyan wekî mîtîngê derbas bû. -
Li Antalyayê êrîşî HDP’ê kirin
Li Antalyayê komekê bi kevir û daran êrîşî standa HDP’ê kirin. Di êrîşê de wesayîta anonsê hate derbkirin û HDP’yiyek jî birîndar bû. -
Namzetê HDP’ê Pîroglû li Stenbolê bi hilbijêran re civiya
Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. -
Bûldan: Demîrtaş bûye kabûsa Erdogan
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Kuçukçekmece û Kanaryayê tevlî vekirina buroyên hilbijartinê bû. Bûldan li vê derê axivî û got ku, “Ev welat bi darê zorê nayê birêvebirin.” -
Di Festîvala Stockholm Fîttjayê de banga piştgiriya Efrîn û HDP’ê hate kirin
Platforma Kurdên Anatolyaya Navîn (PKAN) di festîvala li semta Fîttja a Stockholmê ku serê hefteyê hate lidarxistin bi armanca piştgirîdayîna HDP û Efrînê çalakiyek li dar xist. -
Temellî ji Erdogan re got: Te çima Bahçelî jî nebir Amedê?
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû Sêrtê. Temellî li vê derê axivî û ji Erdogan re got, “Tu yê çi ji Amedê re bibêjî? Dema tu çû Amedê, te çima Bahçelî bi xwe re nebir?” -
Li Manîsayê faşîstan êrîşî konvoya HDP’ê kirin
Dema ku konvoya HDP’ê ket nava Manîsayê, faşîstan êrîş kirin. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn. Endamên HDP’ê li dijî êrîşan li pêşiya avahiya bajêr kom bûn. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş... -
Namzetên HDP’ê gund bi gund, bajar bi bajar diçin serdanan
Namzetên HDP’ê li gelek bajar, navçe û gundan çûn serdana gel. Di serdanan de coşa gel zêdetir dibe û namzetên HDP’ê li hemberî dek û dolabên di hilbijartinê de, hilbijêran hişyar dikin. -
Bûldan: Erdogan ê Kurdan tine dihesibîne wê biçe!
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got, Erdogan ê ku Kurdan tine dihesibîne wê biçe û got, ‘’Ji niha û şûn de divê Kurd dengekî xwe jî nedin AKP’ê’’.