ROJANE
Hemû Nûçe
-
Karê AKP'ê yê hilbijartinê: Li Enqereyê HDP'yî hatin destgîrkirin
Bi nêzîkbûna hilbijartinên 24'ê Hezîranê re operasyonên destgîrkirina endamên HDP'ê zêde bûne. Li Enqereyê 10 kes hatin destgîrkirin. -
Lîreyê Tirk meha Gulanê 11 ji 100'î ji nirx ket
Lîreyê Tirk meha Gulanê li pêşberî dolarê 11 ji 100'î ji nirx ket. Bi destpêka meha Hezîranê re lîreyê Tirk dikeve. -
HBDH: Em hilbijartinê veguherînin berxwedana civakî
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan destnîşan kir ku divê ew hilbijartinên 24'ê Hezîranê weke firsendekê bibînin û veguherînin berxwedana civakî ya li dijî faşîzmê. -
Vekirina buroyên HDP'ê bûne mîtîng
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê li gelek bajar û navçeyan tevlî vekirina buroyan bûn. Vekirina buroyan veguherîn mîtîngan. -
Artêşa Iraqê li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê operasyon kir
Artêşa Iraqê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên li Sûriyeyê operasyonek kir. Di operasyonê de gelek çete hatin kuştin. -
Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
Nivîskar Asli Erdogan ku ev demek bû li Frankfûrtê dijiya rakirin nexweşxaneyê û hate gotin wê were emeliyatkirin. -
DYA hişyarî da Esad: Êrîşa li QSD'ê wê polîtîkayeke pir nebaş be
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) hişyarî da lîderê rejîma Sûriyeyê Beşar Esad ku êrîşê nebe ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD). -
Swîsre: Divê bi beşdariya Kurdan hevdîtinên aştiyê dest pê bikin
Parlamenta Federal a Swîsreyê bûyerên li Sûriyeyê diqewimin weke sûcê şer bi nav kir û şermezar kir. Platformê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi tevlîbûna Kurdan dest bi hevdîtinên nû yên aştiyê bike. -
'Ji bo paşeroja zarokên xwe, divê em rejîma yek şexsî hilweşînin'
Endamên Platforma Hilbijartinê ya Stuttgartê Gulay Tolû û Fîlîz Çakalik li ser karê HDP'ê yê hilbijartinê agahî dan û got, ji bo paşeroja zarokan divê rejîma yek şexsî bê hilweşandin. -
ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Hezîrana 2018'an. -
Coş û kelecana hilbijartinê li Ewropayê dewam dike
Li Ewropayê, karê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi kelecaneke mezin dewam dike. -
Xebatên hilbijartinê yên li Ewropa bi coş didomin
Xebatên hilbijartinê yên ji bo 24’ê Hezîranê li Ewropayê bi coşek mezin dewam dikin. -
Kesên li Geziyê jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn
Bi boneya sala 5’an a Berxwedana Geziyê kesên jiyana xwe ji dest dabûn li Stenbol û Îzmîrê hatin bîranîn. -
Bûldan: Her kes ji hikûmeta AKP’ê aciz e
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya li navçeya Bagcilar a Stenbolê bû. Bûldan li vir axivî û got: “Em niha bûne hêviyeke nû. Ji bo jiyaneke nû ketine ser rê.” -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş... -
Atay: Bi me wê bê guhertin, em ê biguherînin
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê didomin. Parlementerê HDP’ê yê Hatayê Bariş Ataly ê ku serdana gelek navendan kir ku bi ruhê Geziyê ber bi hilbijartinê diçin got: “ Wê bi me were gûhertin, em ê bigûherînin.” -
Enqere xwest, Atîna biryar da: Kaya kete grevê
Şoreşgerê Tirkiyeyî Tûrgût Kaya yê li Yûnanîstanê hatiye girtin, li ser radestkirina Tirkiyeyê biryar hate dayîn. Kaya yê ku li dijî biryarê nerazîbûn nîşan da, kete greva birçîbûnê. -
Pûsûlayên deng hatin danasîn
Lijneya Bilind a Hilbijartinê pûsûlayên dengan ên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê da naskirin. -
Heyeta AGÎT çû serdana ÎHD’ê
Li Amedê di çerçoveya hilbijartina ku wê 24’ê Hezîranê li Tirkiye û Kurdistanê pêk were, heyeta AGÎT çû serdana Şaxa ÎHD’ê ya Amedê. -
Bûldan: Em ê jinên deng didin AKP û CHP’ê qane bikin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Stenbolê de axivî û destnîşan kir ku ew wê jinên ku deng bidin AKP û CHP’ê qane bikin. -
HDP, CHP, Îyî Partî û Saadetê Plaftorma Hilbijartinê ya Adil pêk anîn
Li Enqereyê HDP, CHP, Îyî Partî û Partiya Saadet ji bo ewlekariya hilbijartinê Platforma Hilbijartinê ya Adil pêk anî. -
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana ‘ewlehiya hilbijartinê’ red kir
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana betalkirina têkildarî ewlehiya hilbijartinê red kir a ku ji aliyê CHP’ê ve hatibû kirin. -
Li Girtîgeha Wanê êrîşî girtiyan hate kirin: 3 girtî birîndar bûn
Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa T’yê ya ku her dem bi êşkenceyê tê rojevê, gardiyanan êrîşî girtiyan kir. Di êrîşê de 3 girtî birîndar bûn û girtî rakirin nexweşxaneyê. -
Serlêdana hevdîtinê ya bi Ocalan re cara 760’an jî hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi wî re bikin cara 760’ê ye ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Serdozgeriyê bi heman hincetên berê ev daxwaz jî red kir. -
Tirkiyeyê bi pereyên Yekîtiya Ewropayê wesayitên zirxî kirî ye!
Endamê Komîsyona Ewropayê yê ji Berfirehbûn û Têkiliyên Cîrantiyê Berpirsyar Johannes Hahn got, alîkariya malî ya beriya ji bo endametiyê ji Tirkiyeyê re dihate dayin, hatiye kêmkirin.