ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 30'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Gulana 2018'an. -
Dengdêrên li Ewropayê: Em ê bi dengê xwe Demîrtaş azad bikin
Karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi rengekî bê navber dewam dike. -
Namzetên HDP’ê bi gel re dicivin
HDP’yî, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de li gelemperiya Tirkiyeyê seferberî îlan kiriye. Gund bi gund namzet bi gel re dicivin. -
Bûldan: Em hêviya vî welatî ne!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan,di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Nazîllî ya Aydinê bû. Bûldan li vir axivî û got: “Em hêviya vî welatî ne, em baweriya gel in. Em ê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî.” -
Temellî: Ji bo HDP’ê bin bixin bûne seferber
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Enqerê bi gel re civiya. Temellî bal kişand ku YSK jî di nav de hemû saziyên cemawerî ji bo HDP’ê bin bixin ketine nava seferberiyekê. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş... -
Xebatên hilbijartinê li Serhedê bê navber dewam dike
Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bê navber dewam dike. Li Qers û Wanê namzetên parlemeteriyê bi gel re civiyan û eleqeyek mezin hate nîşandan. -
Namzetên HDP’ê li Enqereyê bi gel re civiyan
Hevserokê HDP’ê Seazî Temellî û namzetên parlamenteriyê yên HPD’ê yên Enqereyê jî di nav de bi sedan karwanê wesayîtan, li Batikent û Tûlûçayirê bi gel re civiyan. -
Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re dîsa hate redkirin
Daxwaza serlêdana hevdîtinê ya parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re cara 759’an jî hate redkirin. -
Namzetên ciwan ên HDP’ê: Em ê pergalê biguherînin!
Namzetên ciwan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji bo ciwanan danezana hilbijartinê ragihandin. -
Namzetên HDP’ê yên Eskîşehîrê: Divê em ji Gargamelan rizgar bibin
Namzetên HDP’ê yên Eskîşehîrê Ûlûçelebî, Ozerdogan û Abay diyar kirin ku HDP tekane hêviya Tirkiyeyê ye û bang li gel kirin ku bila dengê xwe bidin HDP û Selahattîn Demîrtaş. -
'Dibêjin wê statuyê bidin Malên Cem, ev 16 sal in hûn li ku ne?'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Aydinê bi Elewiyan re rûnişt. Bûldan diyar kir ku AKP êdî nikare welêt bi rê ve bibe û got, "Divê em firsenda 24'ê Hezîranê ji dest nedin." -
Dolar dîsa zêde bû
Piştî biryara Banka Navendî ya Tirkiyeyê Dolar/TL kêm bûbû. Îroj Dolar dîsa bilind bû. -
Temellî: Welat wê ji AKP'ê xilas bibe û aram bibe
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, welat bi xilasbûna ji AKP'ê wê aram bibe. Temellî her wiha hişyarî da û bal kişand ser dek û dolabên di hilbijartinê de bên gerandin. -
Waliyê li Wanê ji keyayan xwest ku deng bidin AKP'ê
Waliyê Tirk ê li Wanê qaşo xwarina fitarê da keyayan û ji keyayan xwest ku dengê xwe bidin AKP'ê. -
DYA, Rûsya û Urdun wê li başûrê Sûriyeyê li hev bicivin
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Rûsya û Urdunê biryar dan li herêma bêyî şer a li başûrê Sûriyeyê li hev bicivin. -
Li ser dengên Mûş’ê jî taloke hene!
YSK’ê li Mûşê yekkirina gelek sendoqan qebûl kir. -
'Bi veguheztina sindoqan re hîleyên hilbijartinê dest pê kir'
Rêxistina Bajêr a Wanê ya HDP’ê nerazîbûn nîşanî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da ya ku YSK dixwaze cihê 224 sindoqan biguherîne. -
AKP'yî ji ber vê yekê li Amedê bi hev ketin
Di civîna danasîna namzetên AKP'ê yên Amedê de şer derket. Di civînê de Wezîrê berê yê Xurek, Çandinî û Sewalkariyê Mehdî Eker û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Nûman Kûrtûlmûş jî amade bûn. -
Banga li Elewiyên Ewropayê: Li HDP’ê xwedî derkevin
Li Muhlacker a Elmanyayê li Navenda Çandê ya Elewiyan ji bo xebatên hilbijartinê civînek hate kirin. Di civînê de Serokê Rûmetê yê AABK’yê Turgut Oker û Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur hazir bûn. -
Parêzerên Demîrtaş serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan
Piştî ku dadgehê daxwaza berdana Demîrtaş qebûl nekir, parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. -
Macron nerazîbûn nîşanî gefên alîgirên AKP’ê da
Li dijî kovara Le Poînt a ku Serokkomarê Tirkiyeyê bi sernavê ‘Dîktator’ li ser bergê xistibû, gef û tacîz hate kirin. Serokkomarê Fransayê diyar kir ku, ev gef û êrîş nayê qebûlkirin. -
Tûncel: Divê em bi rêya têkoşînê wan biguherînin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel got, "24'ê Hezîranê wê ji bo stran û sirûdên azadiyê yên jinan bibe destpêkek." -
Têkildarî hilbijartinên li Iraqê biryarên nû hatin stendin
Parlementoya Iraqê biryar da ku di hilbijartina 12’ê Gulanê de bila 10 ji sedê dengan bi destan were hejmartin. Di heman demê de dengên derveyî welat û yên koçberan hate betalkirin. -
Nobedarên hefteya 309'an koma ji Saarbruckenê ye
Nobeda 'Azadî ji Ocalan' re vê hefteyê ji aliyê komeke nû ya ji 4 kesan a ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ve tê girtin.