ROJANE
Meşa ku TJA’yê ji Amedê da destpêkirin, li Mêrsînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Fîgen Yuksekdag ku peyam ji jinan re şand wiha got, “Azadiya Ocalan; azadiya hemû girtiyên siyasî, gel û jinan e.”
Komîteya Dîplomasiya hevpar a Sazî û Partiyên Siyasî yên kurdistanî jinên ku bi dirûşma "Bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" berê xwe dane Enqereyê silav kir û got, "Em hêzeke mezin ji sekna we ya bi biryar a ji bo paşerojeke azad werdigirin."
Armanc ji meşa jinan a ber bi Enqereyê civakîkirina daxwaza aştiyê û balkişandina ser li perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Ji meşvanan mamoste Sîmge Yardim got, "Heta ku mafê zimanê dayikê neyê naskirin civaka demokratîk ava nabe."
Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" a TJA'yê de got: "Dê bi zimanê wekheviyê em ê bi ser kevin."
Dayikên /Mirovên Şemiyê aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn ku beriya 31 salan ji aliyê JÎTEM’ê ve ji mala xwe hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate girtin.
Hemû Nûçe
-
-
Rojeva Rojê
îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş...
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş...
-
Darvekirinên li Îranê li Stockholêm hatin protestokirin
Kurdistaniyan bi boneya salvegera 5 girtiyên siyasî yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin, li payetexta Swêd Stockholmê çalakiyek lidar xistin, rejîma Îranê protesto kirin. Daxwaz kirin ku girtiyên siyasî bên berdan û dawî li darvekirinê bên.
-
-
Temellî: HDP wê Tirkiyeyê rizgar bike
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê ku li Îzmîrê axivî, peyama “Êdî demê guhertinê hatiye” da. Temellî bal kişand girîngiyeke mezine ku HDP’ bena hilbijartinê derbas bike û got: “Em ê Tirkiyeyê rizgar bikin.
-
-
Li Başûrê Kurdistan û Iraqê gel diçe ser sindoqan
Li Başûrê Kurdistan û Iraqê ji bo hilbijartinên parlamentoyê gel saet 07:00’an ve diçin ser sindoqan. Ji bo hilbijartinê li tevayî Iraqê li 8 hezar 959 navend û 55 hezar 232 bendan 24 mîlyon û 349 hezar 357 hilbijêr deng didin.
-
-
-
Festîvala karkeran ew ê diyarî Ocalan were kirin
Li Îngîltereyê sendîkayên ku kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ dabûn destpêkirin ji bo festîvala karkeran a herî mezin a cîhanê ya ku diyarî Ocalan hatiye kirin, bernameya hevgirtinê lidarxistin.
-
-
Karataş: 24’ê Hezîranê dibe ku bibe destpêkek
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî yê EMEP’ê Karataş diyar kir ku, AKP ne bi tenê li dijî Kurdan li dijî kedkaran jî dijminatiyê dike û got, “24’ê Hezîranê dibe ku bibe destpêkeke nû.”
-
Enstîtuya Pomakan: Tercîha me HDP û Demîrtaş e
Serokê Enstîtiya Pomakan Îbrahîm Kenar û Tevgera Pomakan a Demokratîk diyar kirin ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ew ê piştgiriyê bidin HDP û namzetê wê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş.
-
-
-
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş...