ROJANE
Hemû Nûçe
-
Karamûs: Berxwedan neçariyeke neteweyî ye
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava, banga têkoşîna topyekûn li gelê Kurd kir û got, “Hebûn û rûmeta gelê Kurd, wê bi yekîtî û berxwedanê bê parastin. Têkoşîna bi yekîtiya neteweyî, meseleyeke hebûnê ye.” -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo û wasiyê wî, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Doza Narîn Guran: Daxwaza cezayê muebbetê ji 4 kesan re hate xwestin
Di doza Narîn Guran de dozger nêrîna xwe pêşkêş kir û xwest 4 bersûc bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê bê cezakirin. -
Hakan Tahmaz: Li Sûriyeyê kevir ji şûna xwe leqiya
Serokê Weqfa Aştiyê hakan Tahmaz anî ziman ku li Sûriyeyê kevir ji şûna xwe leqiya ye û jinûve dîzayna Rojhilata Navîn gihîştiye asteke nû. -
Ozaras: Nabe bazarî li ser tecrîd û 'mafê hêviyê' bê kirin
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras destnîşan kir ku mafê hêviyê û rakirina tecrîdê ti carî nabe mijareke bazara siyasî û diyar kir ku divê dewlet berpirsyariyên xwe yên hiqûqî bi cih bîne. -
ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Dayikên Aştiyê bang li her kesî kirin ku li ber şer rabin
Înisiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li dijî şer banga têkoşînê li her kesî kirin. -
Ayşegul Dogan: Muxatab Abdullah Ocalan e, deriyên Îmraliyê divê bêne vekirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got, "Birêz Ocalan muxatab e, lîderiya wî gelekî girîng e." Ayşegul Dogan anî ziman ku bersiv ji serlêdana wan a ji bo çûyîna Îmraliyê nehatiye dayin. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û midûriyeta girtîgehê dan. -
DEM Partî: Gel wê bersiva pêwîst bide!
Desteya Rêveberiyên Demokratîk a DEM Partiyê got, "Dest ji dek û dolaban berdin, hurmetê nîşanî îradeya gelê Wanê bidin. Gel wê bersiva pêwîst bide." -
ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li sê bajaran banga piştevaniya bi Rojava re hate kirin
Li sê bajaran êrîşên li hemberî Rojava hatin protestokirin û banga piştevaniya bi Rojava re hate kirin. -
Milîsên HBDH'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî kirin
Milîsên Gelhat Kobanê yên HBDH'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li Kocaeliyê du çalakî lidar xistin. -
Parlamenteran li Meclîsê çalakî kirin: Tecrîdê rakin
Parlamenterên DEM Partiyê li dijî tecrîda Îmraliyê, êrîşên dagirkeriyê û derbeya qeyûm li Meclîsê çalakiya rûniştinê lidar xistin. -
YCWK'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê li Stenbolê çalakiyek lidar xist
Yekîneyên YCWK’ê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojavaî, li Stenbolê çalakiyek lidar xist û bang li ciwanan kir ku tevlî serhildanan bibin. -
Wekîlên DEM Partiyê li ber wezaretê dagirkerî û xesp şermezar kirin
Serokwekîl û parlamenterên DEM Partiyê li ber Wezareta Karên Hundir êrîşên dagirkeriyê û darbeya qeyûm şermezar kirin. -
ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
7 kesên ku çeteyên HTŞ û OSO’yê şermezar kirin hatin girtin
Li Stenbolê 84 kes ji ber êrîşên çeteyên HTŞ û OSO yên bermahiyên DAÎŞ’ê ne û di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de ne, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê şermezar kirin hatibûn binçavkirin, 7 jê hatin girtin. -
YCWK’ê li dijî êrîşên ser Rojava çalakî li dar xist
Yekîneyên YCWK’ê yên Stebolê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava çalakî li dar xistin. -
Li Meclîsê derbeya qeyûm tê protestokirin
Parlementerên DEM Partiyê, li Meclîsê bi dirûşmeyan derbeya qeyûm protesto dikin. -
Tulay Hatîmogûllari: Deriyên Îmraliyê vekin, li Sûriyeyê tevlîheviyê nekin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Deriyên Îmraliyê vekin ku em karibin Birêz Ocalan bibînin." Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê jî da û got, "Dest ji kaosê berdin, welêt nexin nava felaketê." -
Li Semsûrê 3 ciwan hatin binçavkirin
Li Semsûrê 3 ciwanên li muzîka Kurdî guhdarî dikirin hatin binçavkirin. -
Derheqê du pirtûkan de biryara berhevkirinê hate dayîn
Di 8’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê de derheqê pirtûka ku ji nameyên Hayrî Dûrmûş hatî amadekirin û pirtûka Nelson Mandela ya bi navê ‘Rêya Ber Bi Azadiyê Ve Diçe’ de biryara berhevkirinê hate dayîn û pirtûk ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. -
Ji siyasetmedarên Ewropayê serlêdan: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
Hejmareke zêde ya parlamenter û siyasetmedarên Ewropayê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re pêk bînin serî li Wezareta Edaletê dan. -
Şandeya navneteweyî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir
Şandeya navneteweyî bi daxwaza dîtina Rêber Apo serî li Wezareta Edaletê da. Şandeyê got, "Tecrîda neqanûnî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan ji sala 2021'ê û vir ve dewam dike. Divê Birêz Ocalan azad bibe."