ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li ser komkujiya Parîsê re salek derbas bû: Kurd li benda edaletê ne!
Li hemberî êrîşa li Parîsê ku salek derbas bû, daxwaza edaletê bilind dibe. Lêpirsîn gelekî giran rêve diçe, gelek pirs li benda bersivan in û çenteyekî winda heye. Ji ber ku dozgeriya dijî terorê lêpirsîn neda meşandin, ev yek pirsnîşanek din çêdike. -
AYM’ê ji bo Can Atalay car din biryara binpêkirinê da
AYM’ê ji bo parlamenterê girtî Can Atalay car din biryara binpêkirinê da. -
Ciwanekî Kurd hate revandin û sîxurî lê hat ferzkirin
Li Tirkiyeyê polîtîkayên revandin, tehdît û sîxuriyê yên li ser Kurdan dewam dikin. Li Stenbolê di 17'ê Kanûnê de Kerem Îmrak ê 32 salî ji aliyê hin kesên ku xwe weke polîs didin naskirin ve hate revandin, teklîfa sîxuriyê jê re hat kirin. -
ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Partiya DEM'ê li Stenbolê xebatên hilbijartinê didomîne
Li navçeyên ku wê Partiya DEM'ê li Stenbolê namzedan diyar bike, wê bi civînên gel û dengdana gel a li navçeyan, namzet bên diyarkirin. -
Hêzên Îranê bi îşkenceyê hemwelatiyekî Kurd bi giranî birîndar kir
Hêzên Îranê li navçeya Kotolê ya bajarê Xoyê hemwelatiyekî Kurd bi hinceta ku çend kîlo çay hildigire, îşkence kir. -
Raportorê PE’yê yê Tirkiyeyê Amor serdana DEM Partiyê kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Meclîsê Raportorê Daîmî yê PE’yê yê Tirkiyeyê Nacho Sanchez Amor qebûl kir. -
Li Meksîkayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
Nûnerên gelê Mayo yê bajarê Obregon ê eyaleta Sonora ya Meksîkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. -
Li Edeneyê Nobeta Edaletê: Tevî êrîşa polîsan jî tevlî çalakiya nobetê bûn
Komek ku xwest beşdarî çalakiya Nobeta Edaletê ya ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Edeneyê pêk hat, rastî êrîşa polîsên Tirk hat. -
Di Nobedên Edaletê de berxwedana girtiyan hate silavkirin - NÛ BÛ
Ji bo Nobedên Edaletê ku li 5 bajaran pêk tên, serdanên girseyî dewam dikin. Di çalakiyê de berxwedana girtiyan hate silavkirin û tecrîd hate şermezarkirin. -
'Li hemberî tecrîda li Îmraliyê bikevin nava liv û tevgerê'
Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mersînê, ji bo di greva birçîbûnê de kes nemire, daxwaza qebûlkirina daxwazên girtiyan kir û li ber tecrîda li Îmraliyê rabû. -
Ji Welatê Baskê De Aûstrî: Ocalan ji bo me wêneyê hêviyê ye!
Ji rêxistina ASKAPENA ku li welatê Baskê ji bo azadiyê têdikoşe Marîxe Rûîz de Aûstrî got, "Ocalan wêneyê hêviyê ye. Ew ji bo me nûnerê hêviyê ye. Divê em azadiya wî misoger bikin." -
Atli: Divê dewlet ji ber komkujiyên kirine, were darizandin
Serokê Şaxê PSAKD’ê yê Amedê Aydin Atli diyar kir ku dewlet ji ber Komkujiya Mereşê û komkujiyên din nehatiye darizandin; polîtîkaya bê cezatiyê jî dibe sedemê komkujiyên nû. -
DEM Partî: Heta ku hesabê komkujiyan neyê dayin, Tirkiye demokratîk nabe
DEM Partiyê bi wesîleya salvegera 45'an a Komkujiya Mereşê daxuyaniyek da û diyar kir ku heta li Tirkiyeyê hesabê komkujiyên li dijî Kurdan, Elewiyan û hemû hindikahiyan hatine kirin neyê dayin, demokratîkbûn pêk nayê. -
Elmanyayê li gerîlayê HPG'ê pirsî, lê dewleta Tirk bersiv neda
Eşkere bû ku hikumeta Elman gerîlayê HPG'ê Azad Şerger ji dewleta Tirk pirsî ye, ku 15'ê Hezîrana 2023'an tevî du hevalên xwe şehîd bû, lê nekariye bersivekê werbigire. -
KCK'ê şehîdên meha Kanûnê bi bîr anî
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê şehîdên Komkujiya Mereşê, Komkujiya Parîsê ya 23'ê Kanûnê û Berxwedana Girtîgehan a 19'ê Kanûnê bi bîr anî. -
ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
DEM Partî: Em vîna demokratîk a gelên Kerkûkê silav dikin
DEM Partiyê bi daxuyaniyek nivîskî serkeftina YNK’ê ya di hilbijartinên Kerkûkê de pîroz kir û got: “Em hêvî dikin ku hilbijartinên Kerkûkê yên ku ji bo Rojhilata Navîn xwedî giringiyeke mezin in ji bo gelên herêmê demokrasî, edalet û azadiyê bînin.“ -
Nêrgis Mûhammedî red kir ku beşdarî danişînê bibe
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgis Mûhammedî red kir ku beşdarî rûniştina doza nû ya li dijî wê hatiye vekirin, bibe. -
Dayika Taybet li cihê ku lê hatibû qetilkirin, hat bîranîn
Dayika Taybet a ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di encama terora dewletê de hate qetilkirin û cenazeyê wê bi rojan li kolanê hate hiştin, li cihê ku lê hatibû qetilkirin hate bîranîn. -
Nobedên Edaletê: Heta ku tecrîd dişikê, wê nobet bidome
Di Nobedên Edaletê de ku li 5 bajaran dewam dike, peyama ‘heta ku tecrîda li Îmraliyê dişkê, wê çalakî bidomin’ hate dayîn. -
Li Kurkçulerê tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin
Hate ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê mafên tedawiyê yên girtiyên nexweş tên astengkirin. -
ÎSÎG: Di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daneyên ÎSÎG'ê di nava 10 salên dawî de 364 karkerên tekstîlê jiyana xwe ji dest dan. -
DEM Partiyê navçeyên ku wê namzetan lê nîşan bidin, eşkere kir
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan navçeyên girêdayî 10 bajaran ku wê namzetan lê nîşan bidin eşkere kirin. -
Parêzer ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan ê 33 meh in agahî jê nayê girtin re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.