ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobedên Edaletê: Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakî bidome
Nobedên Edaletê yên li Stenbol, Edene, Mersîn û Wanê didomin. Welatiyan di nobedan de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên cih wê çalakiya wan bidome. -
PM’a DEM Partiyê biryara 'Komîsyona Lihevkirinê ya Bajêr' wergirt
PM’a DEM Partiyê di civîna ku li ser hilbijartinên herêmî nîqaş kirin de, biryara koordînasyoneke lihevkirinê yê bajêr bê avakirin û ji hêla komîsyona ji endamên PM’ê û rêxistinên sivîl pêk tê were birêvebirin wergirt. -
‘Êrîşên faşîzan nikarin zimanê me û çanda me asimîle bikin’
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê qedexekirina konsera NÇM’ê û êrîşa li ser 4 karkerên Kurd şermezar kir û got, “Tu êrîşên faşîzan nikarin zimanê me û çanda me asîmîle bikin.” -
‘Rewşa girtiyê nexweş Fîlîz giran e, divê demildest were berdan’
Li Enqere û Stengolê ji bo girtiyên nexweş çalakî didomin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku rewşa girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz giran e. -
Endamên ÎHD’ê û malbat ji bo windakiriyan hatin ba hev
Endamên ÎHD’ê û xizmên windakiriyan ji bo Mahmût Oneran, Îsmaîl Bahçelî, Îsa Sosyal, Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin windakirin, hatin ba hev. -
KNK’ê ji bo Antonîo Negrî peyama sersaxiyê weşand
KNK’ê ji bo Fîlozof Antonîo (Tonî) Negrî peyama sersaxiyê weşand. -
Rêxistinên siyasî yên Başûr: PDK hewl dide dengê Kurdan vala derxe
Rêxistinên siyasî yên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê têkildarê hilbijartinên li Kerkûkê gotin, “PDK, Yekgirtî û Komeleya Îslamî hewl didin di hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê de dengê Kurdan vala derxin.” -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îhsan Haran pirsîn
Dayik/Mirovên Şemiyê di Hefteya Mafên Mirovan de çalakiya xwe ya 977’emîn lidar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta Îhsan Haran hate pirsîn ku 24’ê Kanûna 1994’an di bin çavan de hate windakirin. -
Di 10 mehan de 1975 serlêdanên binpêkirina mafan
Di 10 mehan de 1975 serlêdanên binpêkirina mafan li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a meclîsa Tirk hate kirin. Hezar û 317 ji van serlêdanan ji girtîgehan hat. -
Di mewziyên çeteyên OSO’yê de, telîsên ayîdê AFAD’ê
DEM Partiyê telîsên bi nivîsa ‘AFAD’ ên ji mewziyên çeteyên OSO’yê de derketin holê, kir rojeva Meclîsê. -
Bakirhan: Şikandina tecrîdê ji bo me xwedî girîngiyek jiyanî ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, bal kişand ser grevên birçîbûnê û got, "Şikandina tecrîdê ji bo me xwedî girîngiyek jiyanî ye. Gelê kurd dê sedsaleke din jî ji azadiya xwe bêpar nemîne.” -
Li Bexdayê bi narincokan êrîşî ser navendeke dengdanê hate kirin
Vê sibehê li Taxa Sedrê ya Bexdayê bi narincokeke dengî êrîşî ser navendeke dengdanê hate kirin. -
NÇM: Em qedexeyan nas nakin, divê her kesî tevlî konserên me bibe
NÇM’ê diyar kir ku ew qedexeyan nas nake û ragihand ku wê li Bagcilar û Sancaktepeyê konserê bide. -
Li Xezeyê kameramanê El Cezîrê hate kuştin, nûçegihan birîndar bû
Di encama êrîşeke balafirên bêmirov ên Îsraîlê de ya roja Înê kameramanê El Cezîrê Samer Ebû Deqqa jiyana xwe ji dest da û nûçegihanê El Cezîrê û berpirsê buroya Xezeyê Wael Dahdouh jî birîndar bû. -
Êrîşî baregeha DYE’yê ya li Enbarê hate kirin
Hat ragihandin ku li Iraqê êrîşî baregeha hêzên Emerîkayê ya li parêzgeha Enbarê hatiye kirin. -
Polat: Divê hemû civak deng bide berxwedana girtîgehan
Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Amedê Riza Polat, diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin tê wateya banga pêkanîna zagonên ku dewlet girêdayî wan e û got ku divê hemû civak dengê xwe bide vê berxwedanê. -
ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
Hejmara 4'an a "Bultena Tecrîdê" ya OHD'ê ku der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye, derket. -
Li dijî tecrîda Îmraliyê Nobetên Edaletê didomin
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amed, Wan, Stenbol, Edene û Mêrsînê Nobetên Edaletê didomin. -
Li girtîgehên li Çûkûrovayê mafên mirovan ên herî bingehîn jî tên astengkirin
ÎHD’ê derbarê girtîgehên li Çûkûrovayê rapor amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku mafên mirovan ên herî bingehîn jî tên astengkirin. -
Tulay Hatîmogûllari: Tecrîd divê tavilê bê rakirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan silav kir û got, "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, divê ji holê bê rakirin." -
Şandeya Jinê ya Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
Endamên Şandeya Jinê ya Navneteweyî ku li Amed û Stenbolê hevdîtin kir, diyar kir ku divê Rêberê Gelêw Kurd Abdullah Ocalan tavilê azad bibe. -
Kişanak: Têkoşîna ji bo demokrasiyê bêyî rabûna li ber tecrîdê nayê meşandin
Siyasetmedara Kurd a dîlgirtî Gultan Kişanak destnîşan kir, ku têkoşîneke demokrasiyê û siyaseta demokratîk a yekbûyî bi rabûna li ber tecrîdê dibe. -
Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.