ROJANE
Hemû Nûçe
-
Mitînga KESK’ê ya Amedê: Na ji şer û xîzaniyê re!
Di mitînga KESK’ê ya Amedê de hate destnîşankirin ku desthilatdarî gel xîzan dike û ev peyam hate dayîn, “Na ji şer û xîzaniyê re.” -
Dayikên/Mirovên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin ba hev
Dayikên/Mirovên Şemiyê car din li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Raportor Amor ê ku beşdarî civîna çapemeniyê bû, wiha got: “Parastina Dayikên Şemiyê, parastina mafên mirovan e.” -
Endamên ÎHD’ê ji bo Taşkaya hatin ba hev
ÎHD’ê di çalakiyên ji bo piştevaniya Dayikên Şemiyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsî. Taşkaya beriya 30 salan ji aliyê dewleta Tirk di bin çavan de hate windakirin. -
Girtiyan li dijî tecrîda li Îmraliyê banga xurtkirina berxwedanê kirin
Girtiyên li Bloka C a Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 ya Amedê 45’emîn salvegera damezrandina PKK'ê silav kirin û li dijî tecrîda li Îmraliyê banga mezinkirina berxwedanê kirin. -
Hejmara Serxwebûnê ya Mijdarê derket
Hejmara meha Mijdarê ya Rojnameya Serxwebûnê bi sernavê “PKK, tevgera ku şêwe dide dîrokê“ derket. -
Îlknûr Bîrol: Em ê pergala nelirêtiyê hilweşînin
Hevberdevka Komîsyona Karên Hilbijartinê ya HEDEP’ê anî ziman ku pergala qeyûman ne tenê ji bo şaredariyên Kurdistanê ji bo îradeya partiyê têk bibin hatine wezîfedarkirin û got: “Armanca me bi demokrasiyê hilweşandina wan e.“ -
ROJEVA 2'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Cejna Vejînê li Silêmaniyê hat pîrozkirin
Li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya bi sedan kesan 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi coş hate pîrozkirin. -
Çalakiyên ‘Nobeta Aştiyê’: Bila dawî li tecrîdê were!
Di çalakiyên ‘Nobeta Aştiyê’ ya li Enqere, Amed, Êlih û Rihayê hatin lidarxistin de, banga ‘dawî li tecrîdê bînin’ hate kirin. -
Leşkerên Tirk li pişt patronan sekinîn, bend li pêşiya karkeran danîn
Leşkerên Tirk li pêşiya karkerên Ozak Tekstilê ên ku ji ber zilma patronên xwe dev ji kar berdan, barîkat danîn. -
Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Tehliyeya Hatîce Çakmakê hate betalkirin
Tehliyeya Hatîce Çakmak a girtiya 30 salî û nexweş bi hinceta cezayên hucreyê ku beriya niha dabûne, hate betalkirin. -
Li Bedlîsê 22 kes hatin girtin
Ji 43 kesên ku li navçeyên Xîzan û Tetwan ên Bedlîsê û Wanê hatin binçavkirin 22 kes hatin girtin. -
Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 5'emîn de ye
Greva birçîbûnê ya dorveger a girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê di roja 5'emîn de ye ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hate destpêkirin. -
Rewşa girtiyê nexweş Tanboga giran e
Rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboğa ku 29 roj in li Amedê li nexweşxaneyê tê dermankirin giran e. -
'Divê Îtalya ji bo Abdullah Ocalan bi berpirsyariyê rabe'
Parêzer Artûro Salernî bal kişand ser mafê penaberiyê yê ku dadgeheke Îtalyayê da Abdullah Ocalan û ji Îtalyayê xwest ku bi berpirsyariya vê biryara xwe rabe. -
Çîftyurek: Ev dewlet sed sal in bi çekê gefê li Kurdan dixwe
Parlamenterê Wanê yê HEDEP'ê Sînan Çîftyurek got, ji ber HEDEP li ser zemîna demokratîk meseleya Kurd û Kurdistanê tîne ziman, hin hêz gefê li wan dixwin. -
ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
HEDEP’ê bertek nîşanî biryara derbarê TTB’ê de da
Di doza der barê TTB'ê de biryar hat dayîn ku endamên TTB'ê ji wezîfeyê bên girtin. HEDEP’ê bertek nîşanî biryarê da û got, “Ev berdewamiya darbeya qeyûmê ye.” -
Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê ji wezîfeyê hatin girtin
Ji bo dûrxistina endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk ji wezîfeyê, doz hatibû vekirin. Biryara betalkirina wezîfeya endaman hat dayîn. -
Doza Kobanê: HDP’ê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê roleke mirovî girt ser xwe
Siyasetmedarê girtî Nazmî Gur ê di danişîna doza Kobanê de axivî, diyar kir ku HDP’ê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê roleke mirovî lîst û wiha got: “Tiştên ku Îsraîlê li Xezayê kirin girantir li wir hatin kirin.” -
Emîne Şenyaşar sûcdariyan qebûl nekir û beraeta xwe xwest
Emîne Şenyaşar a bi salan e têkoşîna edaletê didomîne, di her du dozên cuda ên bi îdiaya "heqaretê" lê hatine vekirin de, sûcdariyan qebûl nekir û beraeta xwe xwest. -
Makbule Ozer a 80 salî û nexweşa giran e careke din hate binçavkirin
Makbule Ozer a ku beriya niha ji ber nexweşiya wê hatibû berdan, careka din hate binçavkirin û ew şandin Girtîgeha Tîpa R ya Îzmîrê. -
Têkoşîn Dilgeş: Pêwîste her kes xwedî li pêngava azadiya Rêber Apo derkeve
Endama Komîteya Perwerdehiyê ya KJAR’ê Têkoşîn Dilgeş got, “Xwedî derketina li Rêber Apo, xwedî derketina li PKK’ê û hebûna xwe ye. Pêwîste her kes xwedî li vê pêngavê derkeve.” -
Cemal Tanhan ê piştî felç bû hate berdan, 39 roj in di rewşeke giran de ye
Cemal Tanhan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê felç bû û piştre hate berdan, 39 roj in di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ji bo jiyanê li ber xwe dide.