ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kalkan: Çalakiyên gerîla yên li Zap û Metîna nîşan dide ku wê sala 46’an çawa derbas bibe
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser çalakiyên dawî yên gerîlayên HPG û YJA Star û anî ziman ku çalakiyên gerîla yên di salvegera damezrandina PKK'ê de pêk hatine nîşan didin ku sala 46'an wê çawa derbas bibe. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû kirin
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, ku 33 meh in nikarin agahiyê jê werbigirin, serlêdan kirin. -
Girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
Ji girtiyên ketine greva birçîbûnê Talîp Yakişir got, "Ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em di greva birçîbûnê de ne." -
MOP'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) salvegera damezrandinê ya 45'an a PKK'ê pîroz kir. -
ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Car din 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli hat birîn
Li Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xerakirin, car din heman ceza hat birîn. -
Bakirhan: Dîsa hewl dan bixapînin, lê îcar li dîwarî qelibîn
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan nerazîbûn nîşan da ku timî li Mûşê konvoy hatin sekinandin û got: “Di 1071’an de çawa em xapandibin, hewl didin hezar salên din jî me bixapînin. Lê îcar li dîwar qelibîn.” -
Namzetên HEDEP'ê wê ji aliyê gel ve bê diyarkirin
HEDEP xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên xwecihî dewam dike. Namzet wê ji aliyê gel ve bêne diyarkirin. -
ÎHD'ê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
ÎHD'ê ji bo heyetekê bişîne Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê ya Tirk da. -
Li Mersînê operasyona qirkirina siyasî: 6 kes hatin binçavkirin
Li Mersînê di serdegirtina malan de 6 kes hatin binçavkirin. -
Dozgerê Tirk xwest ceza li Emîne Şenyaşar bê birîn
Dozgeriya Tirk xwest ku bi îdîaya 'Heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî kiriye' ceza li Emîne Şenyaşar bê birîn. -
YPS'ê li Stenbolê agir berda wesayitekê
YPS'ê ragihand ku yekîneyeke wan li Tarlabaşi ya Stenbolê agir berda wesayita kesekî ku xizmet ji faşîzmê re dikir. -
Rewşa girtiyê 32 salan giran dibe
Girtiyê bi nexweşiya giran Kasim Karataş ku berdana wî du caran hate taloqkirin, rewşa wî ya tenduristiyê nebaş dibe. -
Demîr: Qeyûm polîtîkayeke mêtingeriyê ye
Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku erka wî hatiye desteserkirin, anî ziman ku tayînkirina qeyûman ku polîtîkayeke mêtingeriyê ye, ji bo tunekirina destketiyên neteweya Kurd e. -
ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Şêx Rehîm Alsaîdî: Divê Serok Abdullah Ocalan azad bibe
Serokê eşîra Al Saîldî û Serokê Partiya Kombûna ji bo Demokrasiyê ya Iraqê Şêx Rehîm Alsaîdî piştgiriya pêngava azadiyê kir û got: “Ramanên Serok Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd e.“ -
Japonyayê PKK ji nav lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist
Îstîxbarata Navxweyî ya Japonyayê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku PKK ji lîsteya “Rêxistinên qedexe” derxistiye. -
Rêxistinên hiqûqê: Divê kujerên Tahir Elçî bên cezakirin
Rêxistinên hiqûqê di salvegera qetilkirina Tahir Elçî de ji bo wî daxuyanî dan û diyar kirin ku divê kujerên Tahir Elçî bên cezakirin. -
Însiyatîfa Roboskiyê: Divê edalet pêşiyê were Roboskiyê
Însiyatîfa Edaletê ya ji bo Roboskiyê got: "Divê dewlet bi qetlîamên xwe re rû bi rû bimîne. Heta edalet neyê Roboskiyê nayê Tirkiyeyê jî." -
Girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Li dijî tecrîdê çi ji me bê em ê bikin
Ji girtiyên ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê Hamgîn Karakaş got, "Ji bo rakirina tecrîdê çi ji destê me bê em ê bikin." -
Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 33 meh in agahî jê nayê girtin, serlêdan kir. -
Li Îzmîrê polîsan bi ser komeleyên xizmên girtiyan û JINART’ê de girt
Polîsên Tirk danê sibehê bi ser EGE TUHAYDER’ê û komeleya Jin Art Huner (JINART) de girt. -
'Konferansê wezîfe û berpirsyarî da ciwanan'
Ji Komîteya Ciwanan a PKK’ê Fîraz Garzan diyar kir ku pêkanîna biryar û armancên 1’emîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê wezîfeya ciwanan e. -
Li Stenbolê 3 kesên HEDEP'yî hatin girtin
Li Stenbolê ji 42 kesên di 24'ê Mijdarê de hatin binçavkirin 3 kes hatin girtin, 39 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Hevseroka EGE TUHAYDER’ê hat binçavkirin
Danê siharê bi ser mala Hevseroka EGE TUHAYDER’ê Nîlay Guleser de hate girtin û ew hate binçavkirin.