ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Agir bi Girtîgeha Evînê ket
Hat ragihandin ku agir bi Girtîgeha Evînê ya li Îranê ketiye. Di dîmenên li ser înternetê hatin weşandin de, tê dîtin ku agir û dûman ji herêmê radibin. -
HDP: Berpirsên Amasrayê, rêvebirên vî welatî ne
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ridvan Tûran li cihê qetlîama madena li Amasrayê axivî û got: “Berpirs rêvebirên vî welatî ne.” -
Mafên girtiyên sewqî Yozgatê hatin kirin, tê binpêkirin
Girtiyên ku ji Rihayê sewqî Yozgatê hatin kirin, rastî pêkanînên keyfî hatin û mafên wan tê binpêkirin. Girtiyan gilî li personelê ku heqaret li wan kiribû, kir. -
Di nava kîsik de hestiyên mirovan hat dîtin
Li Cûrnê Reş, di nava kîsikê de hestiyên ku dihat texmînkirin ku ayîdê mirovane hat dîtin. Dozgerê cihê bûyerê diyar kir ku kesên di salên 90’î de di bûyerên li herêmê rû dayîn de, xizmên xwe winda kirine, wê ji bo testa DNA’yê bikaribin serlêdanê bikin. -
Xebata lêgerînê ya li Bartinê bi dawî bû: 41 kesan jiyana xwe ji dest da
Xebata lêgerîn û xelaskirinê ya li cihê qetlîama li Amasrayê çêbû bi dawî bû, 41 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li 3 bajaran çalakî: Rewşa girtiyên nexweş cidî ye
Di çalakiyên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê hatin lidarxistin de, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş cidî ye û peyama “Divê bên berdan” hat dayîn. -
79 baroyan êrîşa di Doza Denîz Poyraz de, şermezar kir
79 baroyan êrîşa ku hêzên dewletê di rûniştina Doza Denîz Poyraz de li dijî parêzeran pêk anî, şermezar kir. -
Di Nobeta Edaletê de malbat hatin destgîrkirin
4 Xizmên girtiyan ên li Qada Emînonu di çalakiya Nobeta Edaletê de bûn, hatin destgîrkirin. -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, pirsîn. -
Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê hesab ji vê organîzeya qetlîamê bixwazin
Tifaqa Ked û Azadiyê ya têkildarî qetlîama li karkeran a li Bartinê daxuyanî da got: “Em ê hesabê ji vê organîzeya qetlîamê bixwazin, wê welatê ked û azadiyê bi ser bikeve.” -
Heyeta HDP’ê wê biçe Bartinê ya ku qetlîam lê çêbûbû
Heyeteke HDP’ê wê biçe Bartinê ya ku qetlîameke karkeran lê çêbûbû. -
Xizmên windayan ji bo Tosûn ê 27 sal berê 'hatiye windakirin' kom bûn
Xizmên windayan û şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo aqûbeta Fehmî Tosûn bipirsin ê ku 27 sal berê ji aliyê hêzên dewletê ve hat windakirin, kom bûn. -
Hejmara karkerên li Bartinê jiyana xwe ji dest dane bû 40
Li Bartinê hejmartina karkerên ku di teqîna madenê de jiyana xwe ji dest dane, bû 40. -
Midûrê mescîta taybet û 8 wesayîtan
Midûrê Herêma 11'emîn a Rêya Bejahî ya Wanê Hasan Alî Arslan ku 8 wesayitên fermî bi kar tîne, li meqama xwe mescîdeke taybet çêkir. -
Li Bartinê di teqîna madenê de heta niha 28 kesan jiyana xwe ji dest dane
Li navçeya Amasra ya Bartinê di teqîna madenê de heta niha 28 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Sûriyeyê mozaîkeke 1600 salî hate dîtin
Li naverasta Sûriyeyê mozaîkeke 1600 salî ya aîdî serdema Romayê hate dîtin. Ev mozaîk qet xera nebûye. -
Serdana Îmraliyê bi tena serê xwe têr nake
CPT çûbû serdana Îmraliyê lê heta ku Tirkiye destûrê nede, wê daxuyaniyê nede. Hevseroka OHD’a Stenbolê parêzer Esra Bîlen diyar kir ji ber şertên di sala 2019’an de neguheriye CPT dibe ku daxuyaniyê bide. -
Defend Kurdistan: Şerê kîmyewî yê li Kurdistanê rawestînin!
Înîsiyatîfa Defend Kurdistan li ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, banga tevlêbûna çalakiyan kir. -
ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Di teqîna li kana komirê de 14 karkeran jiyana xwe ji dest da
Di teqîna li kana komirê ya li navçeya Amasra ya Bartinê çêbû de 14 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li Bartinê di kana komirê de teqîn û hezan çêbûn - HATE NÛKIRIN
Li navçeya Amasra ya Bartinê, di kana madenê de teqîn çêbû. Hat diyarkirin ku di bin erdê de karker hene. -
Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
Di rûniştina doza Denîz Poyrazê de ku Onûr Gencer ew qetil kiribû, dozger mutalaayê eşkere kir. Dozger xwest bi sûcê "kuştina qesdî ya bi awayekî sêwirandinî" cezayê muebeda giran li Gencer bê birîn. -
Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
Baroya Îzmîrê têkildarê êrîşa li dijî parêzeran a di rûniştina doza ku Onûr Gencer dihat darizandin de, daxuyanî da û diyar kir ku faşîzma salona rûniştinê li parêzeran girtiye, wê biçe ser sergoyê dîrokê. -
Polîsên Tirk dor li Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê girt
Polîsên Tirk, ji bo nehêlin Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê daxuyaniyê bide, dor li avahiya bajarê Edeneyê girt.