ROJANE
Hemû Nûçe
-
Carlsson: Divê PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin
Nivîskarê rojnameya Proleteran Anders Carlsson got, ''Ti sedem tine ku PKK di nav lîsteya terorê de were hiştin. Yekîtiya Ewropayê divê PKK'ê ji nav lîsteya terorê derxîne.'' -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li rayedaran dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo dîtina xizmên xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Milîsên HBDH'ê li Amedê çalakî kirin
Milîsên HBDH'ê li Amedê li dijî wesayîteke serwîsê ya ku cerdevan tê de bûn çalakiyeke çekdar kirin. Milîsan 15'ê Tebaxê slav kirin û bang li ciwanan kirin û gotin,''Niha ne dema gotinê ye, dema çalakiyê ye.'' -
Li Colemêrgê û Edeneyê herî kêm 12 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Colemêrg û Edeneyê bi hincetên siyasî avêtin ser gelek malan û herî kêm 12 kes destgîr kirin. -
Iraqê ji bo derxistina hêzên Tirk alîkarî ji welatên Ereb xwest
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ji bo nîşandana helwesteke hevpar a ji bo derxistina hêzên dewleta Tirk ji xaka Iraqê, bi wezîrên karên derve yên welatên Ereb re axivî. -
ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Semsûr ji bo 4 kesan 25 sal û 7 meh cezayê girtîgehê birîn
Li Semûrê 25 sal û 7 meh cezayê girtîgehê ji bo 4 kesên ku berî 3 mehan bi îdîa ya “endambûna rêxistinê” hatîn, birîn. -
KCD û DBP wê bi gel re bicive
KCD û DBP wê li 8 bajaran bi gel re bicivin. Di peyama hate dayîn de ev hate gotin: ‘Em ê bi hev re xeta berxwedana topyekûn bi rêxistin bikin.” -
Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Li Bûrsayê 5 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Bûrsayê ji ber parvekirinên li medya dîjîtal 5 kes destgîr kirin. -
'Av jî nedan Tîmtîk'
Şîmal Denîz a ku xizma parêzer Ebrû Tîmtîka di rojiya mirinê de ye got ku “Wan şûşeya avê jî nedan me. Me piştî 10 rojan qedehek bi dest xist.” -
AKP'ê avahiya NÇM'ê jî desteser kir
Avahiya li Beyogluyê ya Navenda Çanda Hunerê ya Mezapotamyayê (NÇM) ku ev 18 sal lê xebat hatî kirin tê valakirin. Avahiyê wê tehsîsî şaredariya AKP'yî were kirin. -
Tîmên YPS'ê li dijî Ulker û midûrtiya zabitayan çalakî kirin
Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê yên Şehîd Botan Şoreş ragihandin li Rihayê li dijî midûrtiya zabitayê û li Mêrsînê li djî şîrketa Ulkerê li dijî depoya lojîstîk çalakiyek kirine. -
Umît Dede: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Umît Dede diyar kir ku CPT sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê qebûl û eşkere kiriye. -
ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Iraqê ji dewleta Tirk bi fermî xwest ku ji xaka Iraqê derkevin
Hikûmeta Iraqê Sefîrê Tirk Fatîh Yildiz vexwed û bi fermî bi rêya wî daxwaz ji dewleta Tirk kir ku hêzên xwe ji tevayî xaka Iraqê derxe û tavilê êrîşên xwe yên li ser Iraqê bidawî bikin. -
Li Tirkiyeyê meha Tîrmehê 164 karker mirin
Li gorî rapora meha Tîrmehê ya Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), meha derbasbûyî 7 jê zarok 164 karker bûn qurbanê kar. -
Qraliyeta Yekbûyî di nava resesiyona herî xerab de ye
Aboriya Qraliyeta Yekbûyî di çaryeka duyemîn de bi rêjeya 20.4 ji sedî di asta rekorê de kêm bû. -
404 kesî ji bo 'tifaqa demokrasiyê ya lezgîn' bang kirin
404 kesên ji pîşeyî ên cuda, piştgirî dan 'Belavoka Porspiyan' û gotin, "Gef li me tê xwarin. Em ji muxalefetê dixwazin, ji bo platforma herî berfireh a demokrasiyê ava bike, bikeve nava liv û tevgerê." -
Koçkirinê li mexdûrên erdhejê yên Kurd ferz dikin
Dewleta Tirk li ser Kurdên Elbaqê yên Wanê ku bûne mexdûrên erdheja Sibatê koçkirinê ferz dike. -
Iraqê serdana Wezîrê Parastinê yê Tirk betal kir
Wezareta Karên Derve ya Iraqê, ji ber êrişa dewleta Tirk serdana Wezîrê Parastinê yê Tirk betal kir û bang li Sefîrê Bilind ê Tirk kir. -
'Dewleta Tirk bi rêya SÎHA'yan hiqûqa navneteweyî binpê dike'
Têkildarî SÎHA'yan ku dewleta Tirk bi rêya wan li Kurdistanê komkujiyan dike, panelek onlîne hate lidarxistin. Pisporên ku tevlî panelê bûn diyar kirin, ku Tirkiye bi SÎHA'yan ji gelek aliyan ve hiqûqa navneteweyî binpê dike. -
Parêzer Bîlmez: CPT piştrast kir ku tecrîd roj bi roj tê şidandin
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir, ku rapora CPT piştrast kiriye ku tecrîda li Îmraliyê roj bi roj tê girankirin û got, "Ya girîng ew e ku CPT wê destûrê bide van polîtîkayên bêhiqûqî yan na." -
ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Serokkomarê Iraqê êrîşa Tirkiye şermezar kir
Berdevkê Fermî yê Serokkomariya Iraqê daxuyaniyek da û êrîşa SÎHA’yên dewleta Tirkiye ku îro li herêma Kêlaşîn a ku 2 fermandarên Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê hatin kuştin, şermezar kir.