ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nûriye Gulmen û Ridvan Akbaş hatin girtin
Di dema polîsan avêtin li ser Navenda Çanda Hezexê de, Nûriye Gulmen û Ridvan Akbaş bi hinceta li navendê bûn destgîr kiribûn, girtin. -
Omer Ocalan: Li Imraliyê rejîma Gladyo heye
Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir li Imraliyê rejîma Gladyoyê hatiye avakirin û got rakirina tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ''ji bo normalîzebûnê pir girîng e.'' -
Însyatîfa Zarokên Agir gelek cih şewitandin
Însyatîfa Zarokên Agir bi daxuayaniyekê ragihand ku li gelek bajaran li dijî dewleta Tirk cihên kar şewitandine. -
HDP'ê ji Meclîsê xwest lêkolînê li ser girtîgehan bike
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Meclîsê xwest ku şert û mercên girtîgehan lêkolîn bike, ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) bal kişand ser mijarê. -
Tîmên Tolhildanê li notirvan û tiryakkêşan da
Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Îslam Gever a YPS’ê diyar kir ku li Gevera Colemêrgê wan bi molotofan li notirvan û tiryakkêşan dane. -
Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibin serî li rayedaran dan. -
Yamar: Êrîşa li dijî avahiya navçeyê provokasyon e
S.A. yê ku piştî êrîşî avahiya HDP’ê ya Bakirkoyê kiribû û piştre bi kontrola edlî hatibû berdan, di 20’ê Tîrmehê de di dema bîranîna Sirûcê de jî hatiye destgîrkirin. -
Mînîbusa karkeran qeza kir: 2 kes mirin, 18 kes birîndar bûn
Li navçeya Seydîkemer a Mûglayê, mînîbuseke ku karkerên li febrîqeya mermerê dixebitîn tê de bûn, qeza kir. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn. -
Nobedarên vê hefteyê koma ji Berlîn û Strasboûrgê ye
Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê komeke ji Kurdistaniyên ji bajarê Berlîn ê Elmanyayê û bajarê Strasboûrg ê Fransayê ve tê meşandin. -
ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva navenda nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
HDP’ê êrîşên faşîzan protesto kirin
HDP’ê êrîşa faşîst a li ser avahiya navçeya Bakirkoyê protesto kir û got: “Ev ciwanê ku êrîşî avahiya me kirî, versiyona çete û kolanan a Mehmet Metîner û Orhan Mîrolû ne.” -
Xwepêşandana li dijî HES’ê ya li Ordû mekîneyên kar da sekinandin
Xwepêşandanên protestoyî yên bi pêşengtiya jinê li dijî projeya HES’ê ya ku dihate xwestin li gundê Balamîr a navçeya Korgan a Ordûyê bê çêkirin, encam girt; mekîneyên kar neçar man ji herêmê derkevin. -
Bi zorê dixwazin parêzerên di rojiya mirinê de ne derman bikin
Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi daxwaza edaletê çalakiya rojiya mirinê didomînin, hate ragihandin ku dixwazin bi zorê derman bikin. -
Beştaş: Pirsgirêk bi muxatabiya Ocalan çareser dibe
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û rapora CPT û destnîşan kir ku pirsgirêk bi muxatabiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareser dibe. -
Li Sêrtê du kesan reda xwe ya wijdanî ragihandin
Şerîf Polat û Îrfan Yildiz ên li Sêrtê diyar kirin ku li dijî leşkertiya bi darê zorê ew reda xwe ya wijdanî eşkere dikin. -
Lİ Enqereyê şehîdên 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
Cangoriyên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn û peyama “Em ê ala aşitî, demokrasiyê hildin herî jor” hate dayîn. -
Faşîstê AKP'yî êrîş bir ser avahiya HDP'ê
Li ser avahiya rêxistina HDP ya navçeya Bakirkoyê êrîşeke faşîstî çêbû. Êrîşkar mikur hat ku AKP’yî ye. -
26 rêxistinên civakî xwestin ku Peymana Stenbolê bi cih bê anîn
HDK jî di nav de 26 rêxistin xwedî li Peymana Stenbolê derketin û xwestin bi cih bê anîn. -
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Skandînavyayê hate ragihandin
Rêxistinên Kurd ên li welatên Skandînavyayê ku zêdeyî saleke karên rêxistinî dikin, dawiya hefteyê li hev kom bûn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Skandînavyayê ragihandin. -
Alp Altinors: Aştî nebe nan jî nîne
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Alp Altinors diyar kir, sedema herî girîng a krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê polîtîkayên şer ên desthilatdariyê ye û got, "Aştî bi qasî nên girîng e. Aştî nebe nan jî nîne." -
ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva navenda nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Konsera Grûp Yorûm hate astengkirin
Kesên ku xwestin tevlî konsera Grûp Yorûm a li Yenîkapiyê hatî plankirin bibin, bi lêdanê ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin. Polîsên ku ji bo endamên çapemeniyê bûne asteng, wêne û dîmenên hatin kişandin jî jêbirin. -
Înîsîyatîfa Zarokên Agir derbarê şewitandinan daxuyanî da
Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li Kocaelî, Manîsa, Sakarya û Stenbolê çar fabrîke, nûnertiya şîrketeke navneteweyî, depoyeke veguherînê û kafe-barek şewitandine. -
Tirkiye wê agahiyên malî ji Îlonê û pê ve bide Elmanyayê
Kovara heftanê "Euro am Sonntag" ragihand ku peymana pevguhertina agahiyan bi rengekî otomatîk a navbera Elmanya û Tirkiyeyê wê ji 30'ê Îlonê û pê ve bikeve meriyetê. -
Li Bakur bi zanebûn tevdîrên koronayê nayên standin
Li Bakurê Kurdistanê nexweşên Covîd-19'ê zêde dibin. Li Amedê 346 kedkarên tendiristiyê pê ketine. Dewleta Tirk bi zanebûn li dijî koranayê tevdîrê li nav Kurdan nastîne.