ROJANE
Hemû Nûçe
-
Aykol: Feraseta me ya azadiya çapemeniyê cuda ye
Nivîskarê rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol diyar kir, ji bo wan çapemeniya azad ew e ku li gel zext û zordariya hikumetê jî ya rast biweşîne û li aliyê gelan û kedkaran bisekinin. -
El Zaîdî: Çeteyên Tirk divê ji welatê me derkevin
Sekreterê Komîteya Rêveber a Tevgera Neteweyî, Gelêrî ya Lîbyayê Dr. Mûstafa El Zaîdî got, "Divê Tirkiye û çeteyên wan ji welatê me derkevin. Yekane armanca Erdogan, dagirkerî ye. Em jî mîna Kurdan li ber xwe didin." -
ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva navenda nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Dayikên Şemiyê ji bo Ferhat Tepe edalet xwestin
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji rojnameger Ferhat Tepe edalet xwestin yê ku 27 sal berê piştî hatibû destgîrkirin hatibû windakirin. -
Yekîneyên Tolhildanê li 6 bajaran çalakî li dar xistin
Yekîneyên Tolhildanê li 6 bajaran li dijî hêzên AKP û MHP’ê û hevkarên wan çalakî li dar xistin. Yekîneyan banga berxwedanê li gel kirin. -
Binpêkirinên li girtîgehên li Marmarayê
MATUHAY DER’ê binpêkirinên mafên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Herêma Marmarayê bi raporekê eşekre kir. -
Lubnan êdî ji destwerdana derve re bêhtir vekiriye
Teqîna ku Bêrûd serûbin kirî, ‘’Li ser siyaset û aboriya Lûbnanê wê bandoreke çawa bike?’’, ‘’hêzên herêmî û navnetewî kîjan hesaban dikin?’’, siyasetmedarên Kurd Bûşra Elî û Henan Osman ku li Lûbnanê dijîn bersiva pirsan dan. -
Têkildarî qetlîamên SÎHA’yên Tirk konferansek bi onlîne tê kirin
Têkildarî SÎHA’yên dewleta Tirk a di demên dawî de li gelek herêmên Kurdistanê qetlîaman dikin, wê konferansek bê lidarxistin.Konferansa ku wê li ser înternetê weşaneke zindî bê kirin, pispor û hiqûqnas jî wê tevlî bibin. -
ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2020'AN
Çend ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Gotara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di kovara Jacobin de hate weşandin
Gotara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di kovara Jacobin a li Emerîkayê weşan dike de, hate parvekirin. -
Însiyatîfa Zarokên Agir cihekî kar û 5 wesayît şewitandin
Însyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li bajarekî turîstî dikanekî ya çenteyan û 5 wesayîtên girêdayî faşîstên AKP’î şewitandin. -
Gunay: Ocalan dikare welêt ji nava krîzê rizgar bike
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Heta ku pirsgirêka Kurd neye çareserkirin aramiya aborî wê ti carî nepêkan be." Gunay destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare welêt ji nava krîzê derxîne. -
Girtiyên li Mereşê nayên dermankirin, zext li wan tê kirin
ÎHD'ê binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 1'ê ya Mereşê bi raporekê ragihand. Di raporê de hate ragihandin ku zext li girtiyan tê kirin û malzemeyên paqijiyê nadin wan. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Polisên Tirk li Edeneyê 13 ciwan destgîr kirin
Li Edene bi operasyona qirkirina siyasî de endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û MP'yê Ferhat Kalkan jî di nav de 13 ciwan hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN
Çend ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Dadgehê dubare biryara berdanê ya Tîmtîk û Unsal red kir
Îtiraza ji bo redkirina daxwaza berdanê ya dadgehê ji bo Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de jî hate redkirin. -
Dadgeha Tirkan tecawizkarekî din jî berda
B.K. ê ku tecawizî zarokeke 16 salî kiribû, ligel ku nexweşxaneyê rapor da jî hate berdan. -
KNK’ê ji bo malbata Celîl Gadanî peyama sersaxiyê da
KNK’ê bi peyamekê ragihand ku bi wefata Rêveberê Hîzba Demokrat a Kurdstan (HDK) Celîl Gadanî xemgîniya xwe anî ziman û sersaxî ji bo hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê re xwest. -
Siyasetmedarê Partiya Çep ji doza PKK’ê beraat kir
Siyasetmedarê Partiya Çep Heînz-Peter Schwertge yê ku ji ber rozeta alaya PKK’ê doz lê hatibû vekirin, beraat kir. -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serî li rayedaran dan. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT bi berpirsyariya xwe rabe!
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir, ku rapora CPT têrker nîne û di serî de CPT bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir, ku ji bo bidawîkirina Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê hîn bêhtir bikevin nava hewldanan û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. -
YPS/YPS-JIN: Meha Tîrmehê 10 JOH/POH hatin kuştin, 51 birîndar bûn
Tîmên Bersivdanê yên YPS/YPS-JIN bîlançoya çalakiyan a meha Tîrmehê eşkere kir. Li gorî vê yekê di nava mehekê de 10 endamên JOH û POH hatin kuştin û 51 jî birîndar bûn. -
ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN
Çend ji sernavên ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Endamên Grup Yorum hatin destgîrkirin
Endamên Grup Yorum dema li Beykoz a Stenbolê provayên konserê dikirin, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin.