ROJANE
Hemû Nûçe
-
Milîsên HBDH’ê TIR’a şirketa MSC’ê îmha kir
Milîsên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser Rêya Menemen Asirik-Çanakkale TIR a tije tişt a girêdayî MSC a fîrmaya lojîstîk a navneteweyî îmha kirin. -
Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîdê çalakî kirin
Însyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyên din ên siyasî li Stenbolê depoyek û 3 wesayîtên faşîstan şewitandin. -
Koç ê girtî li dijî nêzîkatiyên xirab hefteyeke di grevê de ye
Şeyhmûs Koç ê di çarçoveya Doza Nisêbînê de girtî ye, ji ber nêzîkatiyên xirab û zextên li girtîgehê hefteyeke di greva biçîbûnê de ye. -
Rapora Tîrmehê: 98 rojnamevan hê girtî ne
Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firat (DFG) di rapora xwe ya li ser binpêkirinên meha Tîrmehê ya li ser rojnamegeran de diyar kir 98 rojnameger girtî ne. -
Di sê mehan de mirina biguman a sê leşkerên Kurd
Mirina biguman a leşkerên Kurd ku realîteyeke dijberiya Kurdan a dewleta Tirk e, dîsa zêde bû. Van sê mehên dawî bi kêmanî sê ciwanên Kurd dema leşkeriya Tirk bi mecbûrî dikirin bi rengekî biguman mirin. -
Şewbê hatina tûrîzma Tirkiyeyê têk bir
Li gorî daneyên IMF’ê Tirkiye jî di nav de ji ber şewbê wê hatina wan a neteweyî ji sedî 2 heta 6’an kêm bibe. -
Li Êlih û Stenbolê du wesayit hatin şewitandin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz ragihand ku hêzên wan li Êlih û Stenbolê du wesayit şewitandine. -
MŞD: Tevlî kampanyaya avakirina Êzîdxanê bibin
Di salvegera 6'an a fermana 3'ê Tebaxê de ji bo jinûve avakirina Şengalê kampanyayekê dest pê kir. Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) banga tevlîbûnê kir. -
CPT: Astengiyên li Îmraliyê nayên qebûlkirin
Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a Konseya Ewropayê ragihand, astengiyên li pêşiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê "nayên qebûlkirin." -
Texmînên herî neyînî yên li ser germahiya global ne şaş in
Lêkolîneke vê dawiye hate kirin nîşan dide ku texmînên Konseya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ji sala 2005'an ve li ser germahiya global dike û weke texmînên neyînî tên sûcdarkirin, nêzî rastiyê ne. -
Gorgu: Divê Swêd PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxîne
Şanoger û Serokê Duyemîn ê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu diyar kir ku dewleta Swêdê ji ber bûyera kuştina Palme divê lêborînê ji Kurdan bixwaze û PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxîne. -
ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Arîn Mîrkan û Şehîd Helmet li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê trafoya ku elektirîkê dide 4 sîteyên pîşesaziyê şewitandin. -
Ji şehîdên Pirsûsê Bûdak hate bîranîn
Ji şehîdên Komkujiya Pirsûsê Vatan Bûdak li ser gora xwe bi merasîmekê hate bîranîn. -
Yekîneyên Tolhildanê bîlançoya çalakiyan a mehekê weşand
Yekîneyên Tolhildanê yên Ş. Sakîna Cansiz, Ş. Savaş Amed û Ş. Baran Dersim, bîlançoya çalakiyên meha Tîrmehê yên li heft bajaran li dar xistin eşkere kirin. -
Leşkerên Tirk li Ebexê Kurdek şehîd kir
Li navçeya Wanê Ebexê leşkerên Tirk li kolberan reşand û Kurdek şehîd bû. -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, careke din serî li rayedaran dan. -
Qurbaniyên fermana Şengalê li Torontoyê hatin bîranîn
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, di salvegera 6'an a êrişên qirkirinê yên li ser Şengalê de qurbaniyên fermanê hatin bîranîn. -
Nûnerên saziyên li Swêdê ji bo girtiyên li Îranê bang kirin
Nûnerê rêxistinên civakî yên li Swêdê ji bo ku Zeynep Celaliyan, Nasrîn Sotoûdeh û Zara Mihemed serbest were berdan, bang li hikumeta Swêdê kirin ku bila têkeve nav hewldanan. -
5 girtiyên bi vîrûsa koronayê ketine nayên dermankirin
Eşkere bû ku li Girtîgeha Tarsûsê 5 girtî bi vîrûsa koronayê ketine, lê belê nayên dermankirin. -
'Zarokên me di nava lepên mirinê de dihêlin'
Bavê parêzer Aytaç Uncal ê di rojiya mirinê de ye Nîhat Unsal diyar kir ku kurê wî li nexweşxaneyê di nava şert û mercên ji girtîgehê girantir de tê hiştin û got, "Gotin êdî qediya ye. Zarokên me di nava lepên mirinê de dihêlin." -
'Gelê Kurd wê ti carî dest ji daxwaza azadiyê bernede'
Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê komeke ji Kurdistaniyên ji bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ve tê meşandin. -
ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Pektaş ê ji bo du parêzeran di greva birçîbûnê de bû destgîrkirin
Ertûnç Pektaş ê ji serê meha Tebaxê ve ji bo parêzer Ebrû tîmtîk û Aytaç Unsal di grevê de ye, ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. -
Komkujiya Şengalê li Hambûrgê hate şermezarkirin
Êrişên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê ku beriya şeş salan li Şengalê kirin, li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.