ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEV 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojevên ku li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê derketine pêş. -
Yuksekdag û Demîrtaş dîsa nehatin berdan
Dosyeya Hevserokên Giştî yên berê HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji ser rewşa girtîbûna wan hate nirxandin û bi hincetên ‘Dibe ku delîlan ji holê rakin’ û ‘Gumaneke mezin a sûc’ heye, biryar hate dayîn ku bila neyên berdan. -
Kargehek, depoyek û du wesayît hatin şewitandin
Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kirin ku wan li Îzmîrê kargehek û otobusek, li Stenbolê depoyek û li Ispartayê jî wesayîtek şewitandine. -
ROJEV 27'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojevên ku li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê derketine pêş. -
Hevseroka ESP'ê û endamên SKM'ê hatin destgîrkirin
Hevseroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş û endamên LRN'ê yên SKM'ê li Balikesirê hatin destgîrkirin. -
Gunay: Têkoşîna li dijî tecrîdê yek ji sedemên hebûna me ye
Ebrû Gunay a HDP’î diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd û muxalîfa civakî di tecrîdê de ye, bal kişand ku partiya wan li dijî tecrîdê tim di nava têkoşînê de ye. -
ROJEV 26'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojevên ku li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê derketine pêş. -
Kiliçdaroglû dîsa bû serokê giştî yê CHP’ê
Di kongreya asayî ya 37’emîn de ya CHP’ê de Kemal Kiliçdaroglû bi dengê hezar û 251 delegeyan bû Serokê Giştî. -
Êrîşên faşîst ên dewleta Tirk li Dûîsbûrgê hate protestokirin
Êrîşên faşîst ên dewleta Tirk bi çalakiyekê li Dûîsbûrga Elmanyayê hate protestokirin. -
Çalakiya milîsên HBDH’ê: Polîs reviyan
Milîsên HBDH’ê li Kagithaneyê li dijî polîsan çalakiyeke çekdarî li dar xist. -
Li Stûttgartê hefteya 800’emîn hate silavkirin
Li Stûttgartê bi çalakiyekê hefteya 800’emîn a Dayîkên Şemiyê hate silavkirin. -
HDP: Destê xwe ji ser Dayikên Şemiyê bikişînin
HDP’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Dayikên Şemiyê da û got, “Destê xwe ji ser dayikan bikişînin.” -
Ji bo Gulunay ê dema hate destgîrkirin windakirin, hatin ba hev
Şaxa ÎHD a Îzmîrê û malbatên windayan ji bo Hasan Gulunay ê dema hate destgîrkirin û windakirin, hatin ba hev. -
Tosûn: Em bi saya Ocalan li kolanan in
Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn a di ‘Hevdîtina Demokrasiyê’ de axivî got: “Eger ku îro jin tên ba hev û li kolanan in, bi saya Ocalan e.” li dijî tecrîdê banga têkoşînê kir. -
Êrîşî Dayikên Şemiyê kirin-NÛ BÛ
Polîsan êrîş bire ser Dayikên Şemiyê yên ku xwestin qûrnefîl danin Qada Galatasarayê. -
Polîsên Tirk pêşiya Dayikên Şemiyê girtin
Polîsên Tirk çalakiya cara 800'î ya Dayikên Şemiyê asteng kirin. -
Girtiyên li Osmaniyeyê: Nayên dermankirin
TUHAY-DER binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 û 2 kir rapor. Girtiyan ragihandin ku mafê dermankirina wan tên astengkirin, paqijî û ti tedbîrên li girtîgehan nînin.” -
Hozat:Komkujiya Pirsûsê konsepteke êrîşên qirker bû
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir AKP piştî Şoreşa Rojava êrîşên qirker ên li ser Kurdistanê daye destpêkirin, komkujiya Pirsûsê jî parçeyek ji vê konseptê ye. -
ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li girtîgehên Marmarayê êşkence û zext zêde bûne
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê binpêkirinên li ser girtiyan ên li herêma Marmarayê bi raporekê eşkere kir. Li gorî raporê bi kêmanî 2 hezar û 314 bipêkirin pêk hatine. ÎHD’ê bal kişand û êşkence zêde bûye. -
Turkdogan: Pêwîste tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin. -
Kaya: Desthilata AKP-MHP'ê wê hilweşe
Wekîla HDP'ê Hûda Kaya bi alimên dînî re rûnişt, ji bo desthilata AKP-MHP'ê got,''Heke em xurt bibin wê hilweşin.'' -
Dayikên Şemiyê xwe ji bo çalakiya hefteya 800'î amade dikin
Dayikên Şemiyê, wê vê hefteyê çalakiya 800'î pêk bîne. Komîteya li dijî Windahiyên Destgîrkirî ya Navneteweyî, ji bo dayikan banga piştgiriyê kir. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Hinceta biryara li ser desteserkirina wekîltiyê
Dadgeha Destûra Bingehîn, hinceta biryara xwe redkirinê ya têkildarîk desteserkirina wekîltiya Leyla Guven û Mûsa Farîsogûllari ya HDP'ê eşkere kir. Dadgehê ji bo mijarê got, "Ne erka me ye."