ROJANE
Hemû Nûçe
-
Teqîna li Sakaryayê Însyatîfa Zarokên Agir li xwe girt
Teqîna li fabrîqeya fîşekên hewayî ya li Sakaryayê Însyatîfa Zarokên Agir li xwe girt. -
Ciwanê Kurd ji ber ku nexwest biçe Lîbyayê hate kuştin
Li navçeya Mabata ya Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, ciwanekî Kurd ê nexwest biçe Lîbyayê bi hovane hate kuştin. -
Serokên baroyan bang li parêzeran kirin
Serokên baroyan qedexekirina mîtînga parastinê şermezar kirin û diyar kir ku wê giliyê vê yekê bikin. -
Gunay: Desthilat li kumpasê digere
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li dijî qirkirina siyasî ya li ser KCD'ê got, ''Dixwazin ku KCD'ê bikin qurbana kumpasên nefreta serdema nû.'' -
Elmanyayê di mijara SÎHA de hişyarî da dewleta Tirk
Têkildarî pirseke li ser kuştina 3 jinên Kurd li gundê Helincê yê Kobanê, Wezîrê Dewletê yê Elman Nîels Annen ji dewleta Tirk xwest ku di bikaranîna SÎHA'yan de li gorî qanûnên navneteweyî tevbigere. -
Li Sakaryayê li febrîqeyeke fîşekên hewayî teqînek mezin pêk hat
Li navçeya Hendekê ya Sakaryayê, li febrîqeya fîşekên hewayî teqîneke mezin pêk hat. -
Li Rihayê 5 girtiyên din jî dest bi grêvê dikin
Li Girtîgeha Rihayê li dijî binpêkirina mafan 5 girtiyên din jî biryar li ser da ku tevlî grêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bibin, ku girêv 24'ê Heziranê dest pê kiribû. -
Malbata Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê serlêdan kirin
Bi mebesta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi girtiyên din re yên li Imraliyê hevdîtinê bikin malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Serokên baroyan ji bo mîtîngê bang kirin
Serokên baroyan li ber deriyê meclîsê di nava dorpêçiya polîsan de heta sibehê man. Serokên baroyan ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Dest destwerdanê bikin, em ê li ber xwe bidin." -
Guven name ji lîderên siyasî yên Ewropî re şand
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku desthilatdariya AKP'ê dest danî ser parlamenteriya wê, ji bo balê bikişîne ser bûyerên li Tirkiyeyê diqewime nameyek ji lîderên siyasî yên Ewropî re şand. -
Li dijî pençeşerê xwarinên ku divê mirov lê baldar bin
Lêkolînên ku têne kirin nîşan didin ji bo pêşî li pençeşerên cihê were girtin divê mriov li hin xwarin û vexwarinan guhdar be. -
Li Parîs û Marsîlyayê çalakiyên ciwanan
Aktîvîstên JCA û TCŞ'ê li paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin. Li Marsîlyayê jî ciwan li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan. -
ROJEVA 3'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Tîrmeha 2020'an. -
Li Danîmarkayê parlementeran piştgirî dan HDP’ê
Li Danîmarkayê nêzî 100 parlementer û endamên meclîsa şaredariyê ji bo piştgiriya hevşaredarên HDP’ê daxuyaniyeke hevpar weşandin. -
Beriya çalakiya Baroyan li Enqereyê qedexe hate ragihandin
Walîtiya Enqereyê, rojek beriya mîtînga parastinê ya baroyan li bajêr ji bo 15 rojan lidarxistina çalakiyan qedexe kir. -
Şehîdên Sêwasê hatin bîranîn: Em nebin yek em ê bên kuştin
33 rewşenbîrên ku bi desteka dewletê li Sêwasê hatin kuştin, li cihê komkujiyê hatin bîranîn. Di bîranînê de hate gotin, "Eger dest û dilê me nebe yek, em ê li ber keriyê kujeran bibin pariyek." -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
KCDK-E'yê cihê çalakiyan eşkere kir û banga berxwedanê kir
KCDK-E'yê, bernameya çalakiyên ku wê li dijî êrişên dagirkeriyê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê li dar bixe eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li her kesî dikin ku tevlî berxwedana demokrasiyê ya hevpar bibin." -
Bolton qala bazariya li ser dagirkeriyê kir
Şêwirmendê berê yê Ewlekariya Neteweyî yê DYE'yê John Bolton di pirtûka xwe de bazariya ku li ser dagirkirina Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin, vegot. -
'Ji ber Covîd-19 û şer neçin Tirkiyeyê'
Komîteya Tenduristiyê ya KCDK-E'yê bang kir, ku ji ber şewba Covîd-19 û şer kes ji bo betlaneyê neçin Tirkiyeyê. -
HDP: Me komkujiyên Sêwas û Çorûmê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin!
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi wesîleya salvegera komkujiyên Sêwas û Çorûmê daxuyanî dan û diyar kirin, ku wan ev komkujî ji bîr nekirin, wê ji bîr nekin. -
HBDH: Li Madimakê mirovahî bi saxî hate şewitandin
HBDH'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê daxuyaniyek da û diyar kir, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dijminê mirovahiyê, nirxên demokratîk û neyarê têkoşîna pêşverû ye." -
KON-MED: Li dijî desthilatdariya AKP'ê em dakevin qadan
KON-MED'ê ragihand, ku ji bo şermezarkirina Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy ku wê îro li Berlînê bin, çalakiyên şermezarkirinê li dar bixe. -
Kujerên Komkujiya Madimakê hîn jî bi rehetî digerin
Hevserokê DAD'ê yê Enqereyê Mûstafa Karabûdak diyar kir, tevî ku 27 sal di ser Komkujiya Madimakê re derbas bûne kujer hîn jî bi rehetî digerin û got, ew dixwazin kujer bên darizandin. -
ROJEVA 2'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Tîrmeha 2020'an.