ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Konya û Kirikkale ji bo bîranîna Kasim Engîn çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Halîl Çavgûn ji bo bîranîna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn ê 27’ê Gulanê di êrîşa esmanî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Konya û Kirikkale çalakî kirin. -
Ji kesên li Tûzlûçayirê ji bo Qetlîama Sêwasê daxuyanî dan 3 destgîr kirin
Polîsan êrîş bire ser rêxistinên Elewî û demokratîk ên xwestin li ser Qetlîama Sêwasê daxuyanî bidin, 3 kes destgîrkirin. -
MARDEF: 2’yê Tîrmehê mirovahî şewtandin
MAFDEF, rewşenbîrên 2’yê Tîrmehê di Qetlîama Sêwazê de hatibûn qetilkirin bîbîr anî, bal kişand ku dewletê di qetlîamê de rast e rast rol lîstiye. -
Çalakiya xizmên girtiyan ji aliyê polîsan ve hate astengkirin
Çalakiya ku MATUHAY-DER'ê xwest li dijî binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan li dar bixîne, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. -
Rojava ji bo sîstema hilbijartinê ya li Fransayê mînak hate nîşandan
Ekonomîstê Fransayî Jacqûes Berthelot xemsariya hilbijêran a di asta 60 ji sedî de li hilbijartinên şaredariyan nirxand û konsepta siyasî ya ji civakê qut e rexne kir. Berthelot modela li Rojava jî weke mînaka çareseriyê nîşan da. -
Beştaş: AKP û MHP niha jî darbeyê li parêzeran dike
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê niha jî bi ‘baroyên cihê’ dixwaze darbeyê li parêzeran bike. -
Însiyatîfa Zarokên Êgir mehekê 88 çalakî kir
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku di nava meha Hezîranê de avahiya walîtiyê, 23 febrîqe û 38 wesayit di nav de herî kêm li 88 deveran çalakî kirine. -
Zîlan li Rûsyayê hate bibîranîn
Li bajarên Tambov û Saratovê yê Rûsyayê jinên Kurd Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anîn. -
KON-MED'ê ji bo şermezarkirina Çavûşoglû bang kir
KON-MED'ê ragihand ku dewleta Tirk a nikare bi berxwedanê, zarokan, sivîlan qetil dike. KON-MED'ê ji bo şermezarkirina Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû banga tevlîbûna çalakiyan kir. -
Bi hinceta ‘heqaret li serokkomar kiriye’ ceza li Oker hate birîn
Bi hinceta ku ‘heqaret li serokkomar kiriye’ doz li Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK) Tûrgût Oker hatibû vekirin. Di dozê de cezayê pere hate birîn. -
Sînorê Yekîtiya Ewropayê wê li Tirkiyeyê girtî be
Yekîtiya Ewropayê ji bo ger û geştê destûr da hatina welatiyên 15 welatan ku Kanada û sê welatên Magrebê jî di nav de ne. Yekîtî li ber Tirkiye û DYE'yê rabû. -
Li Stockholmê bîranîna Zeynep Kinaci
Zeynep Kinaci (Zîlan) ku sala 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kir, li paytexta Swêd Stockholmê hate bîranîn. -
Zîlan û Mazlûm li Lîmassolê hatin bîranîn
Li bajarê Lîmassol ê Qibrisê, ji cangoriyên têkoşîna azadiyê Zeynep Kinaci (Zîlan) û Mazlûm Tekdag (Mazlûm Jiyanda) hatin bîranîn. -
Wezîrên Erdogan wê li Berlînê bên şermezarkirin
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Ersoy ku ji bo hevdîtina bi rayedarên hikumeta Elman sibe tê Berlînê, wê bi çalakiyên protestoyî bên pêşwazîkirin. -
ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Tîrmeha 2020'an. -
Li Stenbolê 9 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê destgîrkirin
Di avêtina ser malan de ya li Stenbolê 9 endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê hatin destgîrkirin. -
Milîsên HBDH’ê li Entalyayê çalakî kirin
Milîstên Tolhildanê ya Sînan Guneş a HBDH’ê ragihand ku li dijî Depoya Hewaya Sar a Dogan a li navçeya Serik a Entalyayê çalakiyek kirine. -
Xaltika Tîmtîk ê Kaya ya ji bo Tîmtîk di nava çalakiyê de bû girt
Xaltika Parêzer Ebru Tîmtîk Sultan Kaya, ji bo daxwazên Tîmtîk a ji 5’ê Nîsanê heta niha di rojiya mirinê de bide bihistin, di nava çalakiya li Kisitli ya Uskudarê hatibû destgîrkirin, girtin. -
Parêzer wê ‘Mîtînga Parastinê ya Mezin’ lidar bixin
Serokê 30 baroyan ragihandin ku wê li Enqerê Mîtînga Parastinê ya Mezin bikin, banga tevlîbûnê li hemû baroyan kirin. -
Wekîlên HDP’î ji bo 2’yê Tîrmehê banga li Sêwazê bin kirin
Parlementerên HDP’ê Zeynel Ozen û Kemal Bulbûl diyar kir ku Qetlîama Sêwazê di bin çavdêriya dewletê de hate kirin û bang kir ku 2’yê Tîrmehê li Sêwazê bin. -
Nivîskarê Kurd Azad Zal hate girtin
Nivîskar Azad Zal û Xwediyê Weşanxaneya J&J'yê Azad Zal ê ku bi çarçoweya lêpirsîna derheqê KCD'e hatibû destgîkirin, bi îdîaya, 'endamtiya rêxistinê' hate girtin. -
FEDA: Em rê nadin ku qetlîam bê ji bîrkirin
FEDA’yê yên li Sêwasê hatin qetilkirin bibîr anî û diyar kir ku dewlet a berpirs e heta neyê darezandin bal kinad ku qetlamên nû hatin kirin. -
Buldan: Operasyona li KCD'ê dijminantiya li Kurdan e
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, operasyona li dijî KCD'ê şermezar kir, diyar kir operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya li gelê Kurd nîşan dide û got: "Bi vê operasyonê dixwazin rêxistina demokratîk a Kurdan tasfiye bikin." -
Ji bo meşa di 4’ê Tîrmehê de ya li Kolnê bang hate kirin
Li Kolnê li dijî desthilatdariya AKP û MHP’ê wê meşeke girseyî were lidarxistin. Ji bo meşa di 4’ê Tîrmehê de bang hate kirin. -
Desthilatdariya AKP-MHP'ê 5 fezlekeyên din şand Meclîsê
Desthilatdariya AKP-MHP'ê fezlekeyên têkildarî 5 parlamenteran şand Meclîsê.