ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kose: Bêtevdîrî û bêewlekarî bû sedema mirina karkerên çandiniyê
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Şaziye Kose diyar kir ku berpirsyarê 'qeza' ya li Konyayê, ku karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan, kedxwar in. -
Êrişên faşîst bi çalakiyan tên şermezarkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li bajarên Krefeld, Freîbûrg û Essenê yên Elmanyayê û li bajarê Fîrenze yê Îtalyayê, êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. -
Hîn nav lê nehatibû kirin
Eylem Oyûnlû tevî pitika xwe ya 10 mehî û zarokê xwe yê du salî girtî ye. Hevserê Oyûnlû Îsmaîl Oyûnlû diyar kir ku wan hîn nav li pitika xwe nekiribûn. -
ROJEVA 28'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Gulana 2020'an. -
Rewşa girtiyên nexweş Ozdemîr û Încî krîtîk e
Parêzvanên mafê mirovan ên li Enqere û Stenbolê, bal kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş Cihat Ozdemîr û Ozgur Azad. -
Li Şêladizê rojnamevanek hate destgîrkirin
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rojnamevan Qehreman Şûkrî Rêkanî a Şêladizê bi sûcdariya ku ji Kanala Stêrk Tv re axiviye destgîr kir. -
HDK: Li dijî êrîşên giştî helwesta hevpar
HDK'ê got êrîşa li ser KCD'ê parçeyek ji êrîşa giştî ya desthilata AKP-MHP'ê ye û bang kir ku her kes bi helwesteke hevpar rabe. -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta şeş kesan pirsî
Dayikên Şemiyê li aqûbeta şeş kesan pirsî, ku 14'ê Hezîrna 1993'an piştî ku hatin destgîrkirin, hatin nebedîkirin. -
Diviya azmûn bihatana betalkirin
Azmûna Saziyên Dibistina Bilind (YKS) li gel nerazîbûnan jî îro û sibe wê were kirin. -
ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Hezîrana 2020'an. -
Di qezaya li Konyayê de 7 karkerên çandiniyê mirin
Di necama mînîbûs karkerên çandiniyê û TIR’ê ya li navçeya Yûnak a Konyayê li hev qelibîn de 7 karker mirin, 11 jî birîndar bûn. -
Li 3 bajaran êşkence hate protestokirin
Li Amed, Stenbol û Wanê li dijî pêkanînên êşkenceyê yên dewleta Tirk daxuyanî hatin dayîn -
Partî û saziyan banga berxwedanê kirin: Li ber qirkirinê bêdeng nemînin
Partî û saziyên li dijî êrîşên qirker ên desthilata AKP/MHP’ê daxuyanî dan gotin: “Li ber xwe bidin. Her kesê bêdeng be ji qirkirinê berpirs e. Li dorî saziyên xwe bibin yek.” -
Serokkomarê Iraqê: Divê dawî li binpêkirinên dewleta Tirk bê anîn
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih xwest ku dawî li êrişên dewleta Tirk ên binpêkirina serweriya Iraqê bê anîn, ku dibe sedema mirina mirovan. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, ji bo karibin xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
HBDH: Em ê hesabê hevrê Sînan bipirsin
HBDH'ê hevrêyê xwe Sînan Guneş ê şehîd bû bi bîr anî û destnîşan kir ku wê hesabê wî bipirsin. -
Însiyatîfa Zarokên Êgir li du bajaran sê çalakî kirin
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku wan li Stenbolê û Îzmîrê çalakî kirin. -
ÎHD û TÎHV: Êşkence û necezakirin polîtîkaya dewletê ye
ÎHD'ê û THÎV'ê li dijî êşkenceyê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan. Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan got êşkence pratîkeke sîstematîk a dewletê ye. -
Gunay: Desthilatdariya AKP-MHP dijminê Kurdan û jinan e
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP-MHP'ê û diyar kir ku jin jî di hedefê de ne. -
KNK'ê polîtîkaya darvekirinê ya Îranê şermezar kir
KNK’ê bi daxuyaniyekê li ser darvekirina pêşmergeyê dîlgirtî Hîdayet Andullapûr ya bi destê rejîma Îranê ve daxuyanî da. -
Li dijî êrîşên faşîst banga eniya yekbûyî
KCDK-E, TJK-E û ATÎF li dijî desthilata AKP-MHP'ê û êrişa faşîstên Tirk ên li Viyanayê banga berxwedaniya eniya yekbûyî kir. -
MKP'ê li dijî êrişên dagirker banga xurtkirina têkoşînê kir
Partiya Maoîst Komunîst (MKP) li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, banga xurtkirina têkoşîna yekbûyî kir. -
Belen: Parastin têk biçe wê dadgerî hilweşe
Hiqûqnas Bahrî Belen got, desthilatdariya ku dadger û dozger qedand û xist bin fermana xwe, niha jî bi guhertina li Qanûna Parêzeriyê û Avaniya dixwaze baroyan parçe bike û parêzeran jî bixe bin fermana xwe. -
Dewleta Tirk li Sandvîkenê hate şermezarkirin
Qetilkirina sê jinên Kurd li gundê Helincê yê Kobanê bi destê dewleta Tirk, li bajarê Sandvîken ê Swêdê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Derheqê cenazeyê gerîla ya bi kargoyê biryara neşopandinê dan
Lêpirsîna derheqê şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Egîd Îpek a bi kargoyê hê du meh jî di ser re nebihurî biryara neşopandinê hate standin.