ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo Tayyîb 11 meh ceza li Oker birîn
11 meh û 20 roj ceza li Serokê Rûmetê yê AABK'ê Turgût Oker hate birîn, dadgehê ceza qulibandine ser 7 hezar lîre. -
Wekîlên Elman piştgirî dan HDP'ê
33 wekîlên li Elmanyayê, li dijî desteserkirin û kiryarên qirkirina siyasî yên desthiladariya AKP-MHP'ê peyamek weşandin û piştgirî dan HDP'ê. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin dîsa serlêdan kirin. -
Hêzên Iraqî û Başûrî nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan
Gelek partiyên siyasî yên Iraqê û Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dan. YNK'ê jî xwest dawî li hebûna leşkerî ya dewleta Tirk bê anîn. -
Dewleta Tirk li Awûstûrya û Kanadayê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li Awûstûrya û Kanadayê tevî dostên xwe daketin qadan û êrişên dagirker û qirker ên dewleta Tirk şermezar kirin. -
Yekîneyên Tolhildanê li Wan û Edeneyê çalakî li dar xistin
Yekîneyên Tolhildanê li Wan û Edeneyê mal, wesayit û kargehên faşîstan û hevkarên wan şewitandin. -
Însiyatîfa Zarokên Agir agir berdan du deveran
Însiyatîfa Zarokên Agir li Balikesîr û Stenbolê depoyeke eşyayên diyariyan û otoparekek ji gelek qatan pêk tê yên faşîstan şewitandin. -
Gergerlioglû: Em bi hev re li dijî vê çûyinê rawestin
Wekîlê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglu bang li muxalefetê kir û got, ''Werin em eniya muxalefetê ava bikin.'' -
NY: Divê hesabê mîrateya dîroka nijadperest bê dayin
Komîsera Mafên Mirovan Mîchelle Bachelet têkildarî banga malbata George Floyd a ji bo alîkariya bi mirovên reş ên li DYE'yê axivî û xwest, tundiya nijadperestî ya bi sedan sal in didome bê tazmînkirin. -
Tundiya li jinê di dema şewbê de zêdetir bû
Li Tirkiyeyê tundiya li jinê di dema şewbê de zêdetir bû. Li gorî raporên saziyên jinan û ÎHD'ê, bi dehan jin di dema şewbê de hatin kuştin. -
ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê ya 18'ê Hezîrana 2020'an. -
Pêşengeha jinan bi belavkirina spasnameyan bi dawî bû
Pêşangeha wêneyan a jinan a li Silêmaniyeyê bi belavkirina spasnameyê bi dawî bû. -
Bûldan: Pêdivî bi helwesteke nû heye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan çû serdana Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê. Bûldan bal kişand ser girîngiya meşa wan û got ku “Pêdivî bi helwesteke nû heye.” -
Hamdî Gezmîşê birayê Denîz Gezmîş rehmet kir
Hamdî Gezmîş ê ku birayê Denîz Gezmîşê pêşengê nifşê 68’an e, rehmet kir. -
Êrişên dewleta Tirk li Barcelonayê hatin şermezarkirin
Bombardûmana ku dewleta Tirk li Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarê Barcelona yê Katalonyayê hate şermezarkirin. -
Însiyatîfa Zarokên Agir keştiyek û wesayiteke luks şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir li Balikesîrê keştiyeke "faşîstan" û wesayiteke luks a "faşîstan" li Stenbolê şewitandin. -
Bûldan: Hewceyî bi aştiyê heye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan serdana EMEP’ê kir. Bûldan got “Ji Edîrneyê heta Colemêrgê hewceyî bi aştiyê heye.'' -
Beştaş: Nikarin HDP'ê lawaz bikin, maske ji rûyê wan kete xwarê
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku maskeya li rûyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ketiye xwarê û destnîşan kir ku wê nikaribin HDP'ê lawaz bikin. -
Ketin mala Eren Kesîn, gef xwarin!
Kes an jî kesên nenas ketin mala Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û peyamên gefxwarinê li pey xwe hiştin. -
Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê û Çanakalayê çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Xelîl Çavgûn li Stenbolê û Çanakkalayê çalakî kirin, wesayitek û navenda perwerdehiyê ya Midûrtiya Giştî ya Karûbarên Daristanê şewitandin. -
Covîd-19: Hejmara qurbaniyên li DYE'yê ji yên Şerê 1'emîn ê Cîhanê bihurî
Li DYE'yê hejmara mirovên ji ber Covîd-19 jiyana xwe ji dest dan, ji hejmara leşkerên di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de jiyana xwe ji dest dan bihurî. -
Fransa bûye qada şer
Ev serê çend hefteyan e li Fransayê çalakî hene. Ligel xwepêşandanên li dijî nijadperestiyê, xebatkarên tendirustiyê yên ku daketine qadan û li bajarekî jî şerê di navbera Çeçen – Magrebiyan de heye. -
Yekîneya Tolhildanê ya YPS-JIN 5 çalakî kirin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûrcan Malatya YPS-JIN'ê li Stenbolê û Orduyê çalakî kirin. Yekîneyê got, ''Em ê dawî li rejîma AKP-MHP'ê bînin.'' -
Xwendekarên Swêdî tevlî kampanya piştevaniyê bûn
Li navçeya Soderhamn a Swêdê, xwendekarên du dibistanên seretayî, ji bo malbatên Amedî yên ku vîrûsa Covîd-19 bandoreke giran li wan kiriye, di çarçoveya kampanya dostaniyê de hewl didin 20 hezar kronî kom bikin. -
KNK'ê êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kir
Komîteya Mafên Mirovan a KNK'ê êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tundî şermezar kir û bang li hikumeta Iraqê, hikumeta herêma Kurdistanê û saziyên mafên mirovan kir.