ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nehiştin çapemeniya Kurdan têkevin Edîrneyê
Polîsên Tirk nehiştin ku çapemeniya Kurdan têkevin Edîrneyê û meşa HDP’ê ya demokrasiyê bişopîne. -
Iraq: Divê Tirkiye êrişên xwe rawestîne
Fermandariya Çalakiyên Hevbeş a Iraqê ji dewleta Tirk a dagirker xwest ku dawî li êrişên xwe bîne û rêzê nîşanî serweriya Iraqê bide. -
Bûldan: Em bi milyonan in
Ligel ku gelek êrîş û zext hatin kirin jî HDP’ê dest bi Meşa Demokrasiyê ya li Sîlîvriyê kir. Di meşê de 6 kes hatin destgîrkirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got ku “Em bi milyonan in.” -
Kurdên li Rennesê Kasim Engîn bi bîr anîn
Li bajarê Rennesê yê Fransayê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn hate bibîranîn. -
Ji bo Mexmûr û Şengalê banga berxwedanê
Sazî û rêxistinan nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê dan û gotin, "Bêdengî tê wateya pejirandinê." Di daxuyaniyan de ji bo berxwedanê bang hate kirin. -
Engîn û Avesta li Den Haagê hatin bibîranîn
Fermandarên PKK û YJA Starê Kasim Engîn û Zîn Avesta li Den Haagê hate bibîranîn. -
Saziyên Êzidiyan banga lezgîn kirin: Li dijî faşîzmê rabin ser piyan
Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga lezgîn kirin û ji her kesî xwest ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê rabin ser piyan. -
SMJÊ: Li dijî êrişên dagirker a Tirk em dakevin qadan
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî derbarê bomberdûmana li ser Şengal û Mexmûrê diyar kir ku divê li dijî van êrîşên dagirker gelê Kurd û civaka Êzidî dakevin qadan. -
Li Orebro û Karlstadê bîranîna şehîdan
Li bajarên Orebro û Karlstadê yên Swêdê şehîd Kasim Engîn û Zîn Avesta hatin bîranîn. -
HDP ber bi Sîlîvriyê ve dimeşe, polîsan êrîş kirin
Meşa Demokrasiyê ya HDP’ê li Stenbolê jî hate destpêkirin. Polîsan li Stenbolê jî meş asteng kirin. Polîsan li Sîlîvriyê êrîşê meşê kir û 5 kes destgîr kir. -
Li Kanîreşê bi 5.6 pileyî erd hejiya
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê bi 5.6 pileyî erd hejiya. Doh jî bi 5.8 pileyî erdhejek pêk hatibû. -
Rêxistina HDP'ê ya Edîrneyê dorpêçkirî ye!
Beriya meşa HDP'ê ku wê îro ji Edîrne û Colemêrgê ji du baskan ber bi Enqereyê ve bimeşe, avahiya rêxistina HDP'ê ya Edîrneyê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. -
Hasan Ataş li Londrayê hate bibîranîn
Gerîlayê TKP/ML TÎKKO’yê Hasan Ataş (Şerzan) ê ku di 2’ê Hezîranê de li Dêrsimê şehîd bûbû, li Londrayê hate bibîranîn. -
TJK-E: Li dijî konsepta tasfiyeyê em têkoşînê xurt bikin
TJK-E'yê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kampa Penaberan a Mexmûrê û Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir, "Roj roja xwedîderketina li rûmeta xwe ye." -
MŞD'ê bang li Êzidiyan kir ku dakevin qadan
Di daxuyaniyê de bang li civaka Êzidî ya li derveyî welat hate kirin ku li ber van êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û faşîzma AKP-MHP'ê rabin û xwedî li jiyana azad derkevin. -
KON-MED'ê li dijî êrişan bang kir
KON-MED'ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengalê û Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo çalakiyan bang kir. -
KCDK-E'yê ji bo mezinkirina berxwedanê bang kir
KCDK-E: Gelê Kurdistanê û dostên wan, li dijî êrişên dewleta Tirk divê her qadê veguherînin cihê çalakiyê û berxwedanê mezin bikin. -
Kasim Engîn li Berlîn û Grazê hate bîranîn
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) ku 27'ê Gulanê di êrişa hewayî ya balafirên şer ên Tirk de şehîd bû, li paytexta Elmanya Berlînê û bajarê Graz ê Awûstûryayê hate bîranîn. -
Engîn li Kassel û Hîldesheîmê hate bibîranîn
Li bajarên Kassel û Hîldesheîmê Kasim Engîn hate bibîranîn. -
Li Antalyayê jî qedexe hate ragihandin
Beriya meşa HDP'ê, li Antalyayê jî biryara 'qedexe'kirina çalakî û xwepêşandanan hate dayin. -
Tirsa AKP-MHP'ê ji meşa HDP'ê: Avahiya HDP'ê hate dorpêçkirin
Polîsên Tirk beriya Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê avahiya HDP'ê ya Stenbolê dorpêç kirine. -
Kurd li Torontoyê li dijî AKP-MHP'ê daketin qadan
Dagirkeriya dewleta Tirk û operasyonên qirkirina siyasî li Torontoyê hatin şermezarkirin. -
Li Swîsreyê bi deh hezaran kes li dijî nijadperestiyê meşiyan
Li Swîsreyê bi deh hezaran kes li dijî nijadperestî û cihêkariyê meşiyan. -
Meclîsa Jinan a HDP'ê nerazîbûn nîşanî êrişên zayendîperest da
Meclîsa Jinan a HDP'ê nerazîbûn nîşanî êrişên zayendîperestî yên li dijî Başak Demîrtaş da û diyar kir, "Çavkaniya vê êrişê polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî jinan e." -
Temel: Meşa me ji bo avakirina demokrasiyê ye
Temel ê HDP'î got, meşa wan a bi navê 'Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê', ji bo rabûna li ber desteserkirina mafên gelên Tirkiyeyê ye, ji bo avakirina demokrasiyê ye.