ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Alanya terora polîsan: 29 kes destgîr kirin
Polîsên rejîma AKP’ê li Alanyayê di saetên sibê de avêtin ser malan, bi kêmanî 29 kes destgîrkirin. -
DKP/BOG: Di sala 5'an de em ê bêhtir nêzî serketinê bin
DKP/BOG'ê der barê sala xwe ya 5'an daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku di sala 5'an de wê bêhtir nêzî serketinê bin. -
Serlêdana malbatan hate redkirin
Serlêdana malbatên Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê careke din hate redkirin. -
KON-MED: Em bi ruhê neteweyî tevlî meşên 7'ê Kanûnê bibin
KON-MED'ê bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku bi ruhê neteweyî tevlî meşên 7'ê Kanûnê bibin. -
Malbata Demîrtaş a diçû hevdîtinê qeza kir
Malbata Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dema ku diçû Girtîgeha Girtî Tîpa F a Edîrneyê ku hevdîtinê bikin li Çorlûyê qeza kir. -
Li Osmaniyê greva birçîbûnê ya girtiyan encam da
Girtiyên Girtîgeha Osmaniyê yên ku di grevê de bûn, piştî ku daxwaza wan hate qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin. Li Girtîgeha Turkoglu ya Maraşê jî greva birçîbûnê didome. -
DAÎŞ'ê êrişî artêşê, pêşmergeyan û baregehên DYE'yê kir
DAÎŞ a ku li Iraqê ji nû ve ketiye nava liv û tevgerê êrişî artêşa Iraqê, pêşmergeyan û hêzên asayîşê kir. Li dijî baregehên DYE'yê jî li pey hev bi roketan êriş hate kirin. -
ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Kanûna 2019'an. -
Ji îstîsmargerê zarokan re daxistina sizayê bi navê “rewşa baş”
Eşkere bû ku li ser sizaya mamosteyê dibistana Îmam Hatîp Seyfedîn Tekîn ê ku ji ber destdirêjiya zayendî ya li ser zarokan tê darizandin daxistina bi navê “rewşa baş” hatiye pêkanîn. -
Rêveberê Kagithanê yê HDP’ê hate destgîkirin
Rêveberê Kagithanê yê HDP’ê Seyfî Çelîk bi hinceta ku tevlî çalakiyên grevên birçîbûnê bûne derbarê wî doz hate vekirin. Çelîk ê ku teblîgatek ji bo wî nehate şandin, ji bo ku tevlî dadgehê nebûye hate destgîrkirin. -
Li Mûşê du endamên Meclîsa Bajêr ên HDP’yî hatin destgîrkirin
Li Mûşê polîsên Tirk girtin ser malan û Endamên Meclîsa Bajêr a Giştî ya HDP’ê Mehmet Demîr û Mehmet Şakîr Togrûl ên ku peywira wan hatibû desteserkirin, destgîr kirin. -
Meşa Lozan-Cenevreyê dest pê kir
Ji hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên saziyan zêdeyî 100 kes ji bo yekîtiya neteweyî ji Lozanê dest bi meşa ber bi Cenevreyê ve kirin. -
Yekîneyên Tolhildanê li Izmîrê 3 çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager-Şehîd Zeryan ragidan di navbeyna 22-26'ê Mijdarê de li dijî 'nobedar'ê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê sê çalakî kirine. -
Li Fransayê çalakiyan dest pê kir, rageşî zêde ye
Li Fransayê li dijî reforma malnişînbûnê bi çarçoweya greva plansaziya bi qasî 250 çalakiyên navendî hate kirin. Li gelek herêman çalakiyên sabotajê hate kirin, benqeyan deriyên xwe dirabe kirin. -
Ji Lozanê heta Cenevreyê meşa yekîtiya neteweyî
Ji çar parçeyên Kurdistanê zêdeyî 100 hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên saziyan bi civîneke çapemeniyê dest bi Meşa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd a Lozan-Cenevreyê kirin. -
Kongra Gel: Li dijî dagirkeran em yekîtiya neteweyî pêk bînin
Kongra Gel ji bo meş û mîtîngên yekîtiya neteweyî bang kir û diyar kir, "Ji bo hêvî û daxwaziyên gelê Kurdistanê hemû cîhan bibîhîze, pêwîst e hîç kesek di malên xwe de nemine." -
Derheqê parlamenter Ocalan 6 fezleke
Bi daxwaza ku destlênedana wekîlan were rakirin 9 fezlekeyên nû şandina Meclîsa Tirk. Ji van 9 fezlekeyan 6 jê derheqê wekîlê HDP'ê Omer Ocalan in. -
Parêzer ji bo biçin Imraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Ocalan, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Kanûna 2019'an. -
Binpêkirinên li girtîgehên Marmaryê didomin
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê rapora binpêkirina mafan ên li girtîgehên Marmara ku meya Cotmeh û Mijdarê li xwe digire eşkere kir. Li gorî raporê binpêkirinên mafan her diçin li girtîgehan zêde dibin û didomin. -
Omar li Stockholmê bi rêxistinên civakî re hevdîtin kir
Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Abdulkerîm Omar li Stockholmê hevdîtin kir. -
NATO û Tirkiye li Barcelonayê hatin şermezarkirin
NATO û dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê doh li Barcelonayê hatin şermezarkirin. -
Li Kocaeliyê terora dewletê: 14 HDP'yî hatin girtin
Li Kocaeliyê 14 kesên ku Mijdarê hatibûn destgîrkirin û di nav wan de Hevseroka Bajêr a HDP'ê Leyla Aygun jî hebû hatin girtin, 8 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Hovîtiya dewleta Tirk a li Til Rifatê hate şermezarkirin
Komkujiya ku dewletê dagirkerê Tirk li Til Rifatê pêk anî, bi çalakiyan li Almanya, Hollanda, Yewnanîstan, Fransa û Siwîsreyê de hatin protestokirin. -
Li Hildesheimê qetilîama zarokên li Til Rifatê hate şermezarkirin
Qetlîama zarokên li Til Rifat a Şehba ya Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê li bajarê Hildesheimê bi mîtîngekê hate şermezarkirin.