ROJANE
Hemû Nûçe
-
Salvegera damezrandina PKK'ê li Goteborgê bi coş hate pîrozkirin
Kurdên li bajarê Goteborgê yê Swêdê tevî dostên xwe salvegera 41'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kirin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Ermenistanê hate pîrozkirin
Li paytexta Ermenistan Erîvanê salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin. -
Yoldaş: AKP/MHP dixwazin şoreşa Rojava bifetisînin
Endamê Komîteya Rêveber a HBDH'ê Tekîn Yoldaş li dijî êrîş dagirker û qirker ên dewleta Tirk kir, bang kir ku gelên Tirkiyê bibin xwedî helwest. -
Faşîzm li Osloyê bi meşeke bi meşaleyê hate şermezarkirin
Li paytexta Norwêc Osloyê Kurd, Katalan û Şîlî bi dirûşma "Eniya hevpar a li dijî faşîzmê" bi meşaleyan meşiyan. -
Li Lîmassolê damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin
Li bajarê Lîmassol ê Qibrisê li Salona Dibistana Teknîkê salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Romayê hate pîrozkirin
Salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê li paytexta Îtalya Romayê hate pîrozkirin. Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Fûat Kav li pîrozbahiyê axivî. -
'Rêbazên nerewa yên desthilatdariya nerewa'
Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay diyar kir ku êrişa desthilatdariyê ne tenê li dijî HDP'ê ye û destnîşan kir, desthilatdarî dixwaze destpêkê mûxalefeta herî bi bandor ji holê rake, piştre jî êrişî hêzên din ên mûxalefetê bike. -
Swêd dixwaze DAÎŞ'iyan ji welatîbûnê derxîne
Polîsên Ewlekariyê yên Swêdê û saziyên pêwendîdar amadekariyan dikin ku DAÎŞ'iyên tên payin radedestî wê bên kirin werin darizandin, lê belê du partiyên li mûxalefetê dixwazin DAÎŞ'î ji welatîbûna Swêdê bên derxistin. -
ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Kanûna 2019'an. -
Rêveberên DBP’ê diyar bûn
Ji bo hevserokatiya DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Baydemîr hatin hilbijartin. Her wiha lîsteya Desteya Disiplîn a Navendî û Meclîsa Partiyê (PM) hatin diyarkirin. -
OGÎ: Zextên giran li ser çapemeniya Kurdan heye
Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) diyar kir bi destgîrkirin û girtinan dixwazin zext li çapemeniya Kurdan were kirin û got ku “Heta ku çapemenî azad nebe, civak jî azab nabe.” -
Berdana girtiyê nexweş Turkmen asteng dikin
ÎHD’ê ragihand ku mafê xwegihandina tenduristiya girtî Sînan Turkmen asteng dikin. -
Di kongreya DBP’ê de peyamên berxwedan û yekîtiyê hatin dayîn
Di kongreya DBP’ê de peyamên berxwedan û yekitiyê hate dayin. Li aliyê din rexnedayin hate kirin û hate gotin çareserî bi şkandina tecrîda Îmralî re dikare pêk were. -
Aydenîz û Bayindir bûn hevserokên DBP’ê
Di kongreya DBP’ê de Salîha Aydenîz û Keskîn Bayîndir ji bo hevserokatiya giştî hatin hilbijartin. -
Tuncel: Peywira me ya herî girîng şikandina tecrîda Îmraliyê ye
Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel name ji Kongreya Asayî ya 5'an a DBP'êre şand û got, ''Yek ji girîngtirîn peywira DBP'ê ew e ku tecîda teqez a li ser Rêzdar Ocalan bişikîne.'' -
DAÎŞ li Iraq û Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşan kir
Çeteyên DAÎŞ’ê li Başûrê Kurdistanê êrîşî hêzên asayîşê kir, 3 hêzên asayîşê şehîd bûn. 5 endamên asayîşê, 2 jê zarok û 8 kes jî birîndar bûn. -
Ji bo nûçegihanên MA’yê hevdîtina parêzeran hate qedexekirin
Têkildarî rojnameger Sadiye Eser û Sadik Topalgolû ku hatibûn destgîrkirin qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate danîn. -
Emniyeta Elman deqand, polîsê Tirk girt
Ji meha Îlonê ve keça hunermenda Kurd Ozan Canê, Dîlan Ors li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye. Derket holê ku sedama girtina Ors dosyayeke lêpirsinê ya emniyeta Elman neqlî polîsê Tirk kiriye. -
Ceyhan: Deynê me yê li gel neqediya
Ozhan Ceyhan ku ku tevlî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bûyî û piştre çalakiya xwe veguherandî rojiya mirinê got, ji ber çalakiyê ew kêfxweş in û hê jî deyndarî gel in. -
Erdogan heqaret li Macron kir: Bang li sefîrê Tirk hate kirin
Piştî ku Serokkomarê Tirk Erdogan heqaret li Serokkomarê Fransayê Macron kir, bang li Sefîrê Tirk ê li Parîsê hate kirin ku were Wezareta Karê Derve. -
Çeka bêhêzan: Kimyewî
192 welat her çendî bûne aliyê Peymana Çekên Kimyewî ya 29'ê Nîsna 1997'an, ku bikaranîna çekên kimyewî qedexe dikir, dema ku mijar dibû ''dahatu'' hemû îmze tenê li ser kazexê diman. -
ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Mijdara 2019'an. -
Agahî ji nûçegihanên MA'yê Topaloglu û Eser nayê standin
Ji îşev ve agahî Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Sadik Topaloglu û Sadiye Eser nayê standin. Tê gotin polîsan bi ser mala Eser de girtiye. -
'Li dijî talokeyên ku dewleta Tirk çêdike divê mirov rabe ser piya
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li saziyên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê şermezar bikin. -
Kubîlay: Welat mehkûmî sêgoşeya şer, qeyûm û tecrîdê nayê kirin
Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay balkişand li ser êrîşên bi armanca dagirkirinê yên li dijî avahiyên HPG’ê û got; “Ev perpitînên wan ên dawî ne. Welat mehkûmî sêgoşeya şer, qeyûm û tecrîdê nayê kirin. Divê deriyê Îmralî were vekirin û dawî li tecrîdê bînin."